Jinan li ber NY tecrîd protesto kirin

Jinên Kurd tecrîda di şexsê Ocalan de li hember Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin li ber NY şermezar kirin. Jinên daxwaza azadiya Ocalan kirin, dosyaya têkildarî tecrîdê amade kiribûn pêşkêşî rayedarên NY kirin.

Jinên Kurd tecrîda di şexsê Ocalan de li hember Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin li ber NY şermezar kirin. Jinên daxwaza azadiya Ocalan kirin, dosyaya têkildarî tecrîdê amade kiribûn pêşkêşî rayedarên NY kirin.

Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di pêşengiya Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) de li ber navenda Neteweyên Yekbûyî ya Cenevre çalakiyeke protestoyî hat lidarxistin

Gelek jinên ji bo balê bikişînin ser tecrîda li ser Ocalan li ber NY kom bûn, di konê ku vedan, der barê polîtîkaya ku dewleta Tirk ji 27’ê Tîrmeha 2011’an ve li hember Rêberê Gelê Abdullah Ocalan pêk tîne agahî dan.

Jinan li ber NY çalakiyeke rûniştinê ya 3 saetan pêk anîn û dirûşma, “Ji Ocalan re azadî ji Kurdistanê re statu” li navenda NY deng veda. Di daxuyaniye ku hat dayîn de jinan bal kişandin ser rola Ocalan a di pêvajoya çareseriyê de.

Jinan diyar kirin ku heta Ocalan azad nebe mirov nikare behsa çareseriyekê bike û bal kişandin ser konsepta şerê komî yê dewleta Tirk li hember gelê Kurd dimeşîne.

Jinan destnîşan kirin ku Ocalan ê di çareseriyeke demokratîk û aştiyê de israr dike ji sala 2011’an ve di bin tecrîdê de ye û bang li NY hat kirin ku bikevin nav tevgerê.

Piştî çalakiya rûniştinê ya 3 saetan dosyaya têkildarî tecrîda di şexsê Ocalan de li hember gelê Kurd tê kirin dan rayedarên NY. Jinan bi dirûşmên ji bo azadiya Ocalan çalakiya xwe bi dawî kirin. 

...