Jinan li Baselê li hemberî xwevekişandina Tirkiyeyê ya ji Peymana Stenbolê çalakî kirin

Di çalakiya ku li bajarê Baselê ya Swêdê pêkhatî de biryara xwevekişandina Tirkiyeyê ya ji Peymana Stenbolê û qetlîamên jinan ya ji ber pêkneanîna Peymana Stenbolê ya ji aliyê Swêdê hate protestokirin.

Li ser banga Meclîsa Jin a Partiya Jinûve Damezrandina Sosyalîst (SYKP) ji her kesimî bi dehan jinan li ber parlementa kantonê mîtîngek lidarxistin.

Di çalakiyê de posterên Denîz Poyraz a HDP’î ya li avahiya HDP’ê ya Îzmîrê hatibû qetilkirin hat hilgirtin, wek temsîla jinên ku ji ber şîdeta zilam û dewletê hatine qetilkirin, pêlav hatin nîşandan.

Jinan peyam dan ku heya dewleta Tirk ji vê biryara xwevekişandinê vegere ewê li qadan têkoşîna xwe bidomînin.

Di çalakiyê de bang li dewleta Swêdê hat kirin û hat xwestin ku hikmên Peymana Stenbolê pêk bîne.

Jinan her wiha bal kişandin ku ji serê sala 2021’an heya niha bi dehan jin ji aliyê zilaman ve hatine qetilkirin û gotin, “Li Swêdê di nava her du hefteyan de jinek ji ber şîdeta zilam tê qetilkirin.”

Di axaftinan de hate ziman şîdeta li ser jinê mîna pirsgirêka nava malbatê tê dîtin û hate diyarkirin, “Divê demildest hikmên Peymana Stenbolê werin pêkanîn.”

Çalakî piştî xwendina daxuyaniya çapemeniyê ya bi zimanê Elmanî û bi berzkirina drûşmeyên “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû.