Bi boneya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Hemberî Jinê ya Navneteweyî li gelek navendan daxuyanî hatin dayîn û panel hatin lidarxistin. Li navçeya Mêrsînê name hatin şandin li naçeya Erxenî ya Amedê jî panel hate lidarxistin. Baroya Îzmirê jî bi heman armancê civîn pêk anî. Li Stenbolê jî BDP'ê civîna çapemeniyê pêk anî û banga meşêk kir.
Platforma Jinan ya Mêrsînê biboneya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Hemberî Jinê a Navneteweyî li ber Postexaneya Navendî ya Mêrsînê kom bûn û ji jinên girtî re name şandin. Jinên ku li ber postexaneyê kom bûn berî daxuyanî dan û pişt re ji girtiyan re kart û name şandin. Ewil li ser navê jinan Fahriye Cengiz, daxuyanî da û diyar kir ku hemû tundî û zextên li ser jinan berdewam dike û wiha got: "Jin li hemû qadên cihanê ji bo wekhevî azadî û mirovahiyê têkoşînê didin. Ji bo ku li dijî zilmê derdikevin rastî lêdan û tundiyê tên. Cengîz, anî ziman ku bi taybemtî tundiya li ser jinan di serdema hikûmeta AKP'ê de zêdtir bûye û wiha got: "Jinên ku li derve û li hundir li mafê xwe digerin rastî astengî, tundî û zextan tên. Rastî lêdana hevser, bav û malbatê tên."
Cengîz, destnîşan kir ku de sibê saet di 12.30'an de li ber avahiya Kevir (Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrsinê) bi tevlêbûna Parlementera BDP'ê ya Amedê Nursel Aydogan daxuyaniyek bi girseyî bidin.
Berdevkê Hewldana Meclisa Aştiyê ya Mêrsînê ya Tirkiyeyê Ayşe Aydogan, anî ziman ku dem dem kovarên jinê dişîne girtîgehan û ev kovarên jinan tên desteserkirin. Aydoðan, destnîşan kir ku ew tundiya li ser xwendina jinan şermezar dikin û vê yekê dijzagoni dinirxînin.
Jinan piştî daxuyaniyê ji jinên girtî re kart û name şandin.
Li Navçeya Erxenî ya Amedê ji bi heman armancê şahiyek hate lidarxistin. Jinan piştî bernameya Navenda Jinan ya SELÎS'ê îro jî li avahiya BDP'ê ya Erxeniyê panelek pêk anîn. Cîgira Hevseroka BDP'a Erxeniyê Semra Yucel, Alîgira Şaredarê Erxeniyê Birsen Azak jî di navde gelek jin amade bûn. Di panelê de li ser tundiya li ser jinê hate niqaşkirin. Di panelê de hem li Tirkiyeyê û hem li herêmê sedema tundiyê û encama wê hate nihaşkirin û di encamê de xwestin ku êdî tundî bi dawî bibe. Berpirsiyarê Komeleya Jinan a SELÎS'ê Civaknas Nuran Arslan, dîroka têkoşîna 25'ê Mijdarê vegot. Piştî axaftinan sînevîzyona li ser tundiyê hatiye amadekirin hate pêşandan. Pişt re fîlmê bi navê "Soraya'yı Taşlamak" hate pêşandan.
Meclîsa Jinan a BDP'ê jî bi heman armancê civîna çapemeniyê pêk anî.
Berdevka Jinan a BDP'ê Ayşe Ayaş, tunndiya li ser jinên kurd şermezar kir û diyar kir ku dê di roja 25'ê Mijdarê saet di 13.00'an de li ber avhiya BDP'ê ya Îzmirê kom bibin û heta Konak Pierê bimeşin. Ayaş, anî ziman ku dê parlementera BDP'ê ya Îdire Pervin Buldan jî tev li meşê bibe. Ayaş bang li hemû jinên Îzmirê kir û xwest tev li meşê bibin.
Baroya Îzmirê jî bi heman armancê li avahiya Baroyê daxuyaniyek da. Endama Komîsyona Jinan a Baroya Îzmirê Aygul Altinbaş, li ser dîroka têkoşîna jinan axivî û diyar kir ku tundiya li ser jinê bi pergala dewletê pêş dikeve. Altinbaş, da zanîn ku Navneda Şopandin û Astengiya li pêş Tundiyê (ŞONÝM) bi kadroya 300 kesan dest pê kiriye û li 15 bajaran bi awayekî çalak xebatê dimeşîne. Altınbaş, destnîşan kir ku li gorî lêkolînê jibo 4 hezar û 634 jinên rastî tundiyê hatine karê hiqûqî hatiye kirin û 29 hezar û 624 kesên ku tundî pêk anîye bê encam mane. .
Rêxistina BDP'ê ya Stenbolê jî der barê bernameya têkildarî 25'ê Mijdarê de li avahiya BDP'ê civîna çapemeniyê pêk anî. Di civînêde Hevseroka BDP'ê ya STenbolê Asiye Kolçak, diyar kir ku dê sibê (24 Mijdar) li ber Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê di 25'ê Mijdarê de di pêşengiya DOKH'ê de ji Tunela Taksimê heta Qada Galatasarayê meşekê pêk bînin û xwest hemû jin tev li meşê bibin.