Jinan ji bo Zeynep Celaliyan çalakî pêk anîn

Jinên li Ewropayê di Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li hember Îşkenceyê de ji bo azadiya Zeynep Celaliyan çalakî pêk anîn.

Jinên li Ewropayê di Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li hember Îşkenceyê de ji bo azadiya Zeynep Celaliyan çalakî pêk anîn.

Jinên li Elmanyayê dijîn di navbera 20-26’ê Hezîranê de li gelek navendan ji bo azadiya Zeynep Celaliyan çalakî pêk anîn. Di çalakiyan de têkildarî şert û mercên Zeynep Celaliyan di nav de agahdarî hatin kirin. Di çalakiyan de li ser navê KJAR û CENÎ daxuyanî hatin xwendin. Di tevahiya çalakiyan de nêzî hezar îmze hatin komkirin.

Jinan 24’ê Hezîranê li Berlîn, 25’ê Hezîranê li Munîh û 26’ê Hezîranê li Frankfurt li ber Konsolosxaneya Îranê mîtîng li dar xistin. Rayedarên konsolosxaneyê yên mîtîng kirin hincet diyar kirin ku wê hefteya pêşiya me hevdîtînê qebûl bikin.

Di çalakiyan de bi Kurdî, Farisî û Elmanî axaftin hatin kirin. Dirûşmên, “Girtiyên siyasî serbest berdin”, “Pêwîst e Zeynep Celaliyan bê berdan”, “Jin jiyan azadî” hatin gotin.

Li derveyî Elmanyayê jî wê çalakî bên lidarxistin.