Jinan ji bo çalakiyên 8’ê Adarê bang kirin

Jin çalakiyên ji bo 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê didomînin. Banga tevlêbûna çalakiyan hate kirin.

Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi rêxistinên jinan ên civaka sivîl re, amadekariyên xwe yên 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê dewam dikin. Jin li gelek bajaran hatin gel hev, bi çalakî û bernameyên cuda 8'ê Adarê pîroz kirin û jin vexwendin mîtîngên 8'ê Adarê.

DÊRSIM

Tevgera Jinên Azad û Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Dêrsimê, bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê, esnafên jin ên navenda bajêr ziyaret kirin û qerenfîl li wan belav kirin. Esnafên jin, ji bo vê yekê keyfxweşiya xwe bi jinên HDP'î re parve kirin. Jinên HDP'î jî, jinên esnaf vexwendin çalakiya Platforma Jinan a Dêrsimê ya di roja 8'ê Adarê de, saet 12.00'an li dar bixe. 

MÊRDÎN 

Girtiyên jin ên li Girtîgeha Tîpa T a Tarsûsê ya Jinan dimînin, bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên cîhanê peyam şandin. Jinan di hevdîtina telefonê yên bi malbatan re de, peyama xwe şandin. Ji jinên girtî Nûrcan Aslan di hevdîtina telefonê ya bi malbata xwe re de wiha got: “Ez, Ziynet Saglam û Parlamantera berê ya HDP’ê ya Mêrdînê Gulser Yildirim sibe dikevin greva birçîbûnê. Em dixwazin sedsala 21’emîn bibe sedsala jinê. Îro di pêşengtiya jinên Kurd de, têkoşîna azadiya jinan, li Rojhilata Navîn digihêje armanca xwe. Em jinên Kurd, bi biryar in ku bi paradîgmaya jinê vê têkoşînê li zindanan mezin bikin. Bi vê boneyê, em 8’ê Adara hemû jinan pîroz dikin. Roj roja azadiyê ye.”

ŞIRNEX 

Xebatên 8'ê Adarê yên bi pêşengtiya Tevgera Jinên Azad (TJA) li herêma Botanê hatine destpêkirin bênavber didomin. Li navçeya Elkê û Cizîrê aktîvîstên TJA û Meclîsa Jinên HDP'ê li navendan ji jinan re qurnafîl belav kirin û ew vexwendin pîrozbahiya 8'ê Adarê ya ku li navçeya Elkê bê lidarxistin. 

HATAY 

Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Îskenderûnê, di çarçoveya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de, bi jinan re li ser taştê li hev civiyan. Endama Meclîsa HDP’ê Parêzer Mehtaş Sert, jinên SYKP, ÎHD û EMEP’ê jî di nav de gelek jin beşdarî bernameyê bûn. Hevseroka HDP’ê ya Îskenderûnê Hulya Ateş, di bernameya taştê de axivî û bal kişand ser têkoşîna jinan. Ateş, hemû jin vexwendin pîrozbahiya roja 8’ê Adarê ya, di saet 15.30’an de li bazara berê bê lidarxistin. 

Endama Meclîsa Partiyê Parêzer Mehtap Sert jî, di bernameyê de axivî û wiha  got: “Em ê li dijî serdestiya zilam, polîtîkayên tundiya dewletê yên li ser jinan û nêzîkatiyên tundiyê yên li ser zarok û LGBT’iyan, di 8’ê Adarê de bi deng û rengên xwe li qadan bin.” 

EDENE

Platforma Jinan a Edeneyê û Piştevaniya +LGBTÎ ya Edeneyê, li Şaxa Egîtîm Sena Edenê civîna çapemeniyê li dar xistin. Di daxuyaniyê de, zext û êrîşên li dijî jinan hatin nirxandin. Polîtîkayên dewlet û desthilatdariyê yên li dijî jinan hatin rexne kirin û banga tevlîbûna pîrozbahiyên 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê hat kirin.