Jinan ji Amedê bang kirin: Em ê dawî li tecrîdê bînin

Jinan ji mîtînga 8'ê Adarê ya li Amedê li dijî tecrîda li Îmraliyê peyam dan: Em ê ji desthilatdariya dijminê Kurdan rizgar bibin."

Mîtînga 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê ya li Amedê bi pêşengiya Platforma Jinê ya Dîcle Amedê (DAKP) bi dirûşma "Em li dijî qirkirina jinê, jiyanê diparêzin, li dijî tecrîdê jî azadiyê diparêzin" li qada Stasyonê dest pê kir.

Nûnerên pêkhateyên DAKP'ê, Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclîsa Jinên Ciwan a HDP'ê, Meclîsa Jinên Pêşverû, Komeleya Jinê ya Rosa, Akademiya Jinê û gelek rêxistinên jinan tevlî bûn.

Parlamenterên HDP'ê yên Amedê Remziye Tosûn, Semra Guzel, Dersîm Dag û endamên Konfederasyona Sendîkayên Karker ên Şoreşger (DÎSK), Yekîtiya Odeyên Mîmar û Endezyaran a Tirk (TMMOB), Komeleya Hiqûqnasan ji bo Azadiyê (OHD) û Partiya Karker a Tirkiyeyê tevlî çalakiyê bûn.

'EM DI RÊYA JIYANA AZAD DE DIMEŞIN'

Bi navê Komîteya Amadekar Songul Kapanci axivî û diyar kir ku ew bi hev re xurt in û got, "Em li vir in, bi hev re ne, li ser rêya jiyana azad dimeşin. Em ê îro tilîiliyên xwe ji vê qadê bişînin ji rojê re. Em careke din bi hev re dibêjin ku li dijî şer û koletiyê em jiyanê û azadiyê diparêzin."

Piştî axaftina Kapanci koma Govendê ya Sûrê derkete ser dikê.

PEYAMA MEŞA JINÊ YA CÎHANÊ

Piştre jî peyama Meşa Jinê ya Cîhanê hat xwendin. Di peyamê de hate ragihandin ku hilweşandina sîstema heyî pêwîstiyeke lezgîn e û hate gotin, "Têkoşîna me têkoşîneke enternasyonalîst e... Em bi hev re dimeşin û çîroka xwe ji nû ve dinivîsînin."

Salîha Aydenîz jî anî ziman ku li dijî komkujiuyên ku di asta qirkirinê de li jinan tê kirin, ew ji têkoşîna xwe venegeriyane û bal kişand ser qadên 8'ê Adarê. Aydenîz silav ji siyasetmedarên girtî yên jin re şand û got, "Hûn çiqasî jinan tune bihesibînin jî jin li qadan li dijî tecrîdê daxwaza azadiyê dikin."

'EM Ê JI DESTHILATDARIYA KU DIJMINÊ KURDAN E, RIZGAR BIBIN'

Aydenîz destnîşan kir ku serhildana wan a hevpar li dijî desthilatdariyên faşîst e û got, "Em ê dest ji Peymana Stenbolê bernedin. Em ê dest ji temsîliyeta wekhev bernedin. Ji ber vê yekê li meclîsê, li nava zeviyan, li febrîqeyan em ê vê yekê bînin ziman û têkoşîna xwe dewam bikin."

Aydenîz ragihand ku desthilatdariya heyî xwe ji şer xwedî dike û got, "Ev desthilatdarî ji bo paşeroja xwe hikum dike. Lê em zanin ku di asta herî bilind a vê zilmê de ne. Jin wê cîhanê biguherînin. Cîhan tev li enerjiya jinê temaşe dike, bala wan li ser Wan, Amed, Stenbolê ye. Em ê ji desthilatdariya dijminê Kurdan, dijminê jinan xilas bibin. Dixwazim bêjim ku em ê raperîna xwe ya ji bo azadiyê ya li dijî faşîzmê ji nû ve bilind bikin. Li dijî destavêtinê, li dijî qirkirinê, li dijî tunehesibandinê em ê têkoşîna xwe dewam bikin. Têkoşîna jinê wê bibe bidawîbûna we."

'JIN WÊ LI DIJÎ TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ BIBIN ÇEPER'

Salîha Aydenîz bal kişand ser greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li Îmraliyê û destnîşan kir ku jin wê li dijî tecrîdê bibin çeper. Aydenîz got, "Li dijî polîtîkaya we ya tecrîdê, li dijî polîtîkaya we ya şer, em ê ti carî dest ji têkoşîna xwe bernedin. Greva birçîbûnê îro di roja 102'an de ye, em silavan ji berxwedêran re dişînin. Ji ber ku ew vê kiryara li dijî mirovahiyê dibînin. Em dibînin ku tecrîda li Îmraliyê niha li ser tevahiya civakê ferz dikin. Herî zêde li dijî jinan ferz dikin. Yên ku qala plana çalakiyê ya ji bo mafên mirovan dikin, dikarin bi rakirina tecrîda li Îmraliyê dest pê bikin. Heta ku tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe em ê dest ji daxwaza xwe bernedin. Çawa ku li dijî DAÎŞ'ê jinan bedena xwe kirin çeper wê li dijî tecrîda li Îmraliyê jî bedena xwe bikin çeper."