Jinan êrîş protesto kirin
Li bajarê Elmanya Mannheimê, komkujiya li Pirsûsê, êrîşa balafirên şer ên Tirk li hemberî qadên gerîla û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin protestokirin.

Di çalakiya ji aliyê endamên Yekîtiya Jinên Sosyalîst (SKB) ve hat organîzekirin de, polîtîkayên şer ên dewleta Tirk hatin protestokirin. Jinên endamên SKB, Jinên Nû û Komîsyona Jinan a Navenda Civaka Demokratîk a Kurd daxuyaniyeke hevpar dan.
Ji bo şehîdên Pirsûsê 31 deqeyan çalakiya rûniştinê hat lidarxistin. Jinan di çalakiyê de dirûşmên "Kujer Erdogan", "Şehîd Namirin", "Bijî Serok Apo" qîriyan.