Jinan banga 'aştiyê' li Meclîs û Medyayê kirin
Rêxistinên jinan banga aştiyê kirin û got, "Di rewşeke ku Meclîsek ji hemû cihêrengiyên Tirkiyeyê heye de, tezkereyên şer nekin çareseriya pirsgirêkan."
Rêxistinên jinan banga aştiyê kirin û got, "Di rewşeke ku Meclîsek ji hemû cihêrengiyên Tirkiyeyê heye de, tezkereyên şer nekin çareseriya pirsgirêkan."
Rêxistinên jinan banga aştiyê kirin û got, "Di rewşeke ku Meclîsek ji hemû cihêrengiyên Tirkiyeyê heye de, tezkereyên şer nekin çareseriya pirsgirêkan."
Di daxuyaniya rêxistinên jinan ên mora xwe danîn binê metna bi serenavê "Ji aştiyê em israr dikin" de hat gotin, "Em jin, ji bo aştî û aramî bê xaka Tirkiyeyê bi salan di nava rêxistinbûyînên cihêreng de xebitîn, ketin nava hewldanan. Rojên ku hêvî didan me ku keda me belasebep naçe, mixabin bi lez û bez diqedin. Di êrîşa hovane ya 25'ê Hezîranê ya li hemberî Kobanê de hejmara mirovên jiyana xwe ji dest dan 230 derbas kir û em hemû careke din di nava êş û hêrsê de fetisîn. Hejandina baweriya me ya ji aştiyê li aliyekî, daxwaza me ya têkoşîna ji bo aştiyê, xurttir kir."
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku êrîşa 25'ê Hezîranê nîşan daye pêvajoyeke nû ya şer tê afirandin û aht gotin, "Di rewşeke ku li derve şer hebe de, pêkanîna aştiyê li nava xwe, zehmet e. Ji xwe pêvajoya aştiyê ev sê meh in hema bêjin sekiniye. Di kêliyeke ku me digot ji bo demokratîkbûyîna Tirkiyeyê û pêkhatina aştiya civakî em gihaştine lihevkirinekê de, kîn, nefret û hêrs careke din jiyana me ya rojane tarî kir. Di ser re, di hilbijartinên dawî de bi awayekî zelal aşkera bû ku yên dixwazin bal li ser aştiyê be beşeke mezin a Tirkiyeyê ye."
'HÛN NIKARIN LI SER NAVÊ BI MÎLYONAN MIROVAN BIRYARA ŞER WERBIGIRIN'
Jinan ji derdorên siyasetê dikin re ev xal destnîşan kirin: "Di rewşeke ku Meclîsek ji hemû cihêrengiyên Tirkiyeyê heye de, tezkereyên şer nekin çareseriya pirsgirêkan. Di halê hazir de ji xwe hikûmeteke rasteqîn nîne. Hikûmeteke demkî nikare li ser navê mîlyonan mirovan biryara şer bide. Ji bîr nekin ku Tirkiyeyê di hilbijartinê de gotiye aştî, ji we hatiye xwestin ku bibin meclîsa aştiyê."
'EM DI AŞTIYÊ DE ISRAR BIKIN'
Jinan ji medyayê jî xwestin ku rojnamevaniya aştiyê û zimanê aştiyê bike û bikar bîne û ev bang kirin: "Êdî me hemûyan baş fêm kirine ku şer tê çi wateyê. Ji ber vê yekê ji bo aştiyê em bi hev re israr bikin. Em aliyên xwe yên aştiyê li her deverê belav bikin. Em bi hev re bêjin ku ji bo aştiyê em biryardar in!"
Rêxistinên mora xwe danîne binê metnê:
"Ji bo Aştiyê Hewldana Jinê, jinên Anarşîst, Kolektîfa Femînîst a Enqereyê, Jinên Weqfa Adalar, Platforma Jinan a Enqereyê, Navenda Piştevanî û Şêwirmendiyê ya Jinan a Antalyayê, Ji bo Aştiya Tiriyeyê Lobiya Jinê ya Ewropayê, Akademîsyen, Komeleya Têkoşîna li hemberî şîdeta zayendî ya li dijî jinê, Komeleya Piştgirî û Alîkariya Jinê ya Kîbele Dîdîm, Meclîsa Jinê ya DÎSK Emeklî-Sen, Komvara Jinê ya Ekmek ve Gul, Pêkhateya Jinê ya Erzîncan Katre, Koma Jinê ya Şopandina Em wekhev in-wekheviyê, Koma Xebata Jinên Karker ên li dora malê, Kovara Çand, Huner û Wêjeyê ya Nêrîna Femînîst a F, Platforma Jinê ya Fethiye, Komeleya Jinê ya Keskesor, Hadîglî (Komeleya Jîndarkirin û Lêkolînkirina Çanda Hemşîn), Jinên Mala Gel, Jinên Pêşverû, Sendîkaya Karkerên Malê Îmece, Komeleya Piştevaniya Jinê Îmece, Komîsyona Mafên Jinê ya Komeleya Mafên Mirovan Şaxê Stenbolê, Koma Jinê ya Tevgera Dermanfiroşên Stenbolê, Kolektîfa Femînîst a Stenbolê, Amargî Îzmîr, Însiyatîfa Jinên Serbixwe Îzmîr, Kolektîfa Femînîst a Îzmîrê, Komeleya Piştevaniya Jinê ya Îzmîrê, Meclîsa Jinê ya KESK Îzmîrê, Platforma em ê kuştina jinê bisekinînin, Ka-Der, Weqfa Piştevaniay Jinê ya Komeleya Xebata Jinê ya Enqereyê, Kolektîfa Keda Jinê, Komeleya Mala Ciwanan û Jinê ya Partiya Jinan, Komeleya Nivîskarên jin, Komeleya Însiyatîfa Misilmanên li dijî şîdeta li hemberî jinê, Weqfa Pitşevaniya Jinê, Mafên Mİorvan a Jinê-Komeley Piştevaniya Jinê ya Derya Reş a Çareseriyên Nû, Weqfa KAMER, Platforma KEÎG, Kongreya Jinên Azad-KJA, MecLîsa Jinên KESK'ê, Komeleya Jİnê ya Mavî Gol, Komeleya Piştevaniya Jinê ya Mor Salkim, Koma Piştevaniya Jinê ya Mûgla, Komeleya Sîwanî ya Jinê ya Mûşê (MUADDER), Jinên Ciwan ên Azad, Kovara Jinê ya Petrol-Îş, Komeleya Mafên Mirovan a Sakarya, Jinên Sînornenas a Komîsyona Jinê - Koma Piştevaniya Jİnên Koçber, Kolektîfa Femînîst a Sosyalîst, Meclîsên Jinên Sosyalîst, TMMOB Komîsyona Jinên ÎKK Stenbol, jinên ji Sendîkaay Tumtîs, Hekîmên Jin ên TTB û Yekîtiya Jinên Tirk a baskê Tenduristiya Jinê, Ûçan Supurge, Komeleya Lêkolîn û ragihandina Jinê, Jinên Redkarên Wijdanî, Jinên Demokrat ên Nû, Jinên Çep û Kesk, Forûma Jinên Yogûrtçû, jinên Federasyona 78'an."