Jinan bang li çapemeniya Elman kir

Bi tevlîbûna Kurdistanî û malbatên zindiyan li bajarê Aûrich ya girêdayî Oldenbûrg a Elmanyayê li pêşiya avahiya rojnameya Ostfriesischen Nachricht çalakiyek hate kirin.

Kurdistanî û malbatên zindaniyan ji bo proetestokirina hikûmeta Elman û raya giştî ya Elman li pêşiya avahiya Ostfriesischen Nachricht çalakiyek kirin.

Saet 16:30’î bi pêşengtiya Meclîsa Jinan a Zelal a Aûrichê Kurdistanî û malbatên zindaniyan û yên di grevê de ne li pêşiya rojnameya Ostfriesischen Nachricht a yek ji rojnameya herî zêde xwedî tîraj e çalakî kirin.

Malbatan helwest nîşanî bêdengiya hikûmeta Elman û raya giştî ya Elman kir û diyar kirin ku divê çapemeniya Elman li hember berxwedana çalakiyên grevên birçîbûnê û berxwedana girtiyên li zindanên Kurdistan û Tirkiyeyê bi erka xwe rabin û bikin rojev.

Di axaftinên li vir hatin kirin, hate gotin ku weke jin ew her tim di nava çalakiyan de ne û xwe ji çalakiyan berpirs dibînin. Hate gotin ku wê çalakiyên wan bidomin.

Çalakî bi dirûşmên dilsoziya bi Ocalan û berxwedanên zindanan ve bi dawî bû.