Jina ciwan ya 23 salî ku li Hindistanê rastî tecawiza komî hat û jiyana xwe ji dest da, bi merasîmeke ku Serokwezîr, parlamneter û malbata wê tevlî bûn hat definkirin.
Jina ciwan ya ku rastî tecawîza komî hat û navê wê nehat aşkera kirin, cenazeya wê ji Sîngapûrê ji aliyê hikûmetê ve anîn paytexta New Delhî. Cenaze li balefirgehê ji aliyê Serokwezîr Manmohan Sîgh, Sonîa Gandî ya partiya Kongre û komeke qelebalix ve hate pêşwazî kirin. Piştî pêşwazî kirin cenaze li gorî wecîbeyên kevneşopî hate şewitandin û piştre bermahiya wê li herêma Janakpûrî ji aliyê malbata wê ve hat definkirin. Di merasîma cenazeyê de ji bilî malbat û xizmên wê kes tevlî nebû.
Ji bo şermezarkirina bûyerê di serî de li New Delhî û gelek bajarên din yên welat bi hezaran jin hatin cem hev û bûyer protesto kirin. Mûm ji bo mexdura tecawîzê pêxistin û bi meşên bê deng bang li hikûmetê kirin ku bila dijî vê bê deng nemînin.
Di 16 kanûnê de li New Delhî jina ciwan dema bi hevalên xwe re çibû sînemayê û ji sînemayê vedigeriya di otobusê de arstî tecawîza 6 kesî hatibû. Di otobusê de bi hesîn bi giranî birîndar kiribûn û ji otobusê avêtibûn derve. Jina ciwan ya tib dixwend roja berê li Sîngapurê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da. Tecawîzkar û ajokarê otobusê hatin binçavkirin.
Ev bûyer li welat bû sedema hêrsa jinan. Jinên Hindistanê ji 17’ê kanûnê ve her roj li kolananin û xwestin hikûmet pêşî li vê bigire.
Hindistan welatekî cîhanê yê ku herî zêde jin rastî tundiyê tê ne. Li gorî hejmarên fermî li Hindistanê sala borî 256 hezar û 329 bûyerên tundiyê qewimîne. Ji vana 229 hezar tundiya li ser jinan bû.