Jin xwe ji bo Festîvala 6'emîn a Sara amade dikin

Jinên li Swîsreyê xwe amade dikin ku bi dirûşma "Jin rê li ber azadiyê vedikin" li Festîvala 6'emîn a Sakîne Cansiz a Jinan li hev bicivin.

Festîvala 6'emîn a Jinan a Sakîne Cansiz 16'ê Hezîranê li bajarê Zurich ê Swîsreyê pêk tê.

Festîval bi pêşengiya Yekîtiya Jinên Kurd a Swîsreyê bi dirûşma "Jin rê li ber azadiyê vedikin" pêk tê û gelek rêxistinên jinan ên Tirkiyeyî, Swîsreyî û koçber tevlî amadekariyê dibin.

Ji ber ku 14'ê Hezîranê wê li Swîsreyê Greva Jinan a Neteweyî pêk bê, festîvala îsal li gorî salên derbasbûyî girîngtir tê dîtin. Yek ji armancên bingehîn ên amadekarên festîvalê ew e ku berxwedana bi rengê jinê ya li dinyayê bi taybetî ya li Swîsreyê di festîvalê de nîşan bidin.

Festîval wê 16'ê Hezîranê saet 11'an li Kasernenareal a Zurichê dest pê bike. Bernameya festîvalê ji niha ve amade ye. Di serî de mijara jineolojiyê wê der barê gelek mijarên jinan de panel û semîner pêk werin, her wiha çalakiyên çandî û hunerî bidomin. Li binê konê otantîk ê Kurdan wê hem çanda Kurd bê nasandin, hem jî dengbêj bistirên. Yek ji bernameyên girîng ên festîvalê jî ji bo zarokan e. Wekî din wê projeya JINWAR a li Rojava ava bûye di festîvalê de bê nasandin. Hunermend Pinar Aydinlar, Nûarîn, Zhala Shar, Kimbo Sasa wê derkevin pêşberî beşdaran, komên govendê û dansê yên ji çandên cuda jî wê hunera xwe pêşkêş bikin.

MEDYA BOTAN: BERXWEDANA JINAN WÊ DI FESTÎVALÊ DE BÊ NÎŞANDAN

Ji Nûnerên Tevgera Jinên Kurd Medya Botan li ser wate û girîngiya festîvala îsal axivî û got, "Festîvala Sakîne Cansiz di heman demê de qadeke hevparbûna ked, têkoşîn û berxwedana jinê ye."

Botan diyar kir, festîvala îsal ji bo wan girîng e û got, "Greva birçîbûnê hebû ku bi pêşengiya hevala me Leyla Guven pêk hat. Berxwedan li çar aliyên dinyayê belav bû û di encamê de faşîzm neçar ma paşve gavê biavêje. Mirov dikarin bêjin jin timî di nava berxwedanê de bûn. Tevî berxwedana exlaqî û polîtîk berxwedana jinê ya îsal fikrî, ruhî û fîzîkî jî bû. Berxwedana jinên Kurd a bi vî ruhî civakî û gerdûnî bû.  Lewma ruhê vê berxwedanê wê mohra xwe li festîvalê bixe."

Botan bi bîr xist ku 14'ê Hezîranê li Swîsreyê greva jinan a neteweyî heye û got, "Armanca bingehîn a vê grevê îsyana li dijî newekheviyê ye. Têokşîneke li dijî nekweiheviya di nava civakê de ye ku li dijî jinê tê ferzkirin. Em jinên Kurd jî di amadekariya vê grevê de hene. Gelek saziyên jinan ên di nava amadekariya vê grevê de ne, di heman demê de di amadekariya Festîvala Sakîne Cansiz de jî hene. Lewma em dikarin bêjin ku daxwaza hevpar a jinan hemûyan daxwazeke yekpare ye." Botan destnîşan kir ku ev ruhê piştgiriyê wê bandorê li festîvala wan bike û got, "Em jin baş zanin û dibêjin; berxwedana jinê rê li ber azadiyê vedike. Berxwedana jinê bingeha guhertina civakî ye."