Jin wê li Wanê dakevin qadan
Rêvebera Komeleya Jinê ya Star a Wanê Rojbîn Bor diyar kir, li Wanê tenê di nava mehekê de 7 jin hatin kuştin û got, "Li dijî vê yekê em ê di 8'ê Adarê de li qadan bin."
Rêvebera Komeleya Jinê ya Star a Wanê Rojbîn Bor diyar kir, li Wanê tenê di nava mehekê de 7 jin hatin kuştin û got, "Li dijî vê yekê em ê di 8'ê Adarê de li qadan bin."
Bi nêzîkbûna 8'ê Adarê Roja Jinê ya Cîhanê, li Wanê amadekariyên ji bo pîrozbahiyan dewam dike. Amadekarî ji aliyê TJA, Meclîsa Jinê ya HDP'ê û Komeleya Jinê ya Star ve tên meşandin. Ji bo pîrozbahiya 8'ê Adarê ya li derve, bersiv hîn jî ji serlêdanê re nehatiye dayin. Rêvebera Komeleya Jinê ya Star Rojbîn Bor li ser mijarê ji ANF'ê re axivî û diyar kir ku li Wanê polîtîkayê bêcezahiştinê giran bûye. Bor got, "Sala 2020'î 300 jin hatin kuştin. Sedema qetilkirina 182 jinan hîn nayê zanîn. Meha dawî li Wanê 7 jin bi rengekî bi guman mirin. Li gorî me ev bûyerên kuştinê polîtîk e. Lewma ya tê kirin qirkirina zayendî ye. Welat veguheriye goristaneke mezin a jinan."
KUJER JI DADGERIYÊ NATIRSIN
Bor anî ziman, kujerên jinan dema plana kuştinê dikin dibêjin 'Ez ê biçim çend mehan girtî bimînim û derkevim' û anî ziman ku ev yek li Kurdistanê parçeyek ji polîtîkaya şerê taybet e. Bor got, "Bûyera Mûsa Orhan bi vî rengî ye. Ji xwe di axaftinên xwe de yên bi rêya telefonê kir û di peyamên xwe de digot 'Tiştek bi min nayê'."
'DEWLET ASTENGA HERÎ MEZIN E'
Bor destnîşan kir ku bi hêza ji kevneşopiya berxwedana jinê wergirtî ew li dijî tundî û kuştina jinan têdikoşin û got, "Ji bo me gelekî hêja ye ku jin li hev kom bibin, bi hev re tiştekî bikin û bi rengekî hevkarî tevbigerin. Astengiya herî mezin a li pêşiya me dewlet e, hêzên ewlekariyê ye. Di dema şewbê de tundiya li dijî jinê zêdetir bû. Bi destê qeyûman komeleyên jinan hatin girtin, hatin dagirkirin û desteserkirin. Malên jiyanê yên jinan hatin girtin. Tundiya fîzîkî û psîkolojîk li jinan tê kirin. Komeleya Jinan a Star ji bo destwerdana li vê rewşê heye."
'EM Ê 8'Ê ADARÊ PÎROZ BIKIN'
Rêveberiya Komeleya Jinan a Star a Wanê Rojbîn Bor destnîşan kir ku wê îsal li Wanê 8'ê Adarê pîroz bikin û got, "Şert û mercên giran ên şewbê dibe ku tehdeyê bikin. Di demekê de ku şewb weke hincetê tê bikaranîn, desthilatdarî salonan tijî dike û pîrozbahiyê dike. Em tevî TJA û Meclîsa Jinê ya HDP'ê karên xwe dewam dikin. Di 8'ê Adarê de em ê li qadan bin. Me heta niha ji serlêdana xwe ya fermî encamek wernegirtine."