Jin wê ji bo cenazeyan biçin ser sînor

Hevserokên jin ên HDP, HDK, DBP, KCD, parlamenterên jin û endamên Meclîsa Azadiyê ya Jinan, ji bo cenazeyên bi rojane li Deriyê Sînor ê Xabûrê tên sekinandin radestî malbatan werin kirin, wê di 6'ê Tebaxê de li ser sînor bin.

Hevserokên jin ên HDP, HDK, DBP, KCD, parlamenterên jin û endamên Meclîsa Azadiyê ya Jinan, ji bo cenazeyên bi rojane li Deriyê Sînor ê Xabûrê tên sekinandin radestî malbatan werin kirin, biryar dan di 6'ê Tebaxê de biçin Silopiyayê.

Hevberdevka HDK'ê Sebahat Tûncel got, "Weke hevserokên jin me îro civînek lidar xistin. Me biryar dan biçin ser sînor. Di 6'ê Tebaxê de wê ji Meclîsa Azadiyê ya Jinê jî hevalên me bi me re bin."

Tûncel da xuyakirin ku hemû hewldanên wan ên ji bo teslîmkirina cenazeyan ji hikûmeta AKP'ê û Serokatiya Karên Diyanetê bersiva xwe nedîtine û got, "Ji bo ku em êdî helwestekê li hemberî vê nîşan bidin, me biryar dan biçin Silopiyayê."

Tûncel axaftina xwe wiha dewam kir: "Hikûmeta AKP'ê ku di her firsendê de behsa ol dike, ya ku niha dike bê wijdanî ye. Bi rojane îşkence li dayikan, li cenazeyan tê kirin. Em dixwazin dawî li vê bînin. Em li cem dayikan, li cem jinan e. Ji ber vê yekê em ê di 6'ê Teabxê de biçin ser sînor û cenazeyên xwe werbigirin."