Jin wê di 1'ê Tebaxê de dengê xwe bilind bikin!
Hewldana Jinê ya ji bo Aştiyê, wê di 1'ê Tebaxê de li gelek bajaran çalakiyên 'li dijî şer em dengê xwe bilind dikin' lidar bixin.
Hewldana Jinê ya ji bo Aştiyê, wê di 1'ê Tebaxê de li gelek bajaran çalakiyên 'li dijî şer em dengê xwe bilind dikin' lidar bixin.
Di dawiya li ser mijarê de hat gotin, "Di 1'ê Tebaxê roja Şemiyê de li gelek bajaran wê jin, bi zingil, def, qûşxane, pîzpîzk û daholan, li dijî şer, ji bo çek bêdeng bibin û aştî biaxive, dengê xwe bilind bikin. Li Stenbol, Eskîşehîr, Mersîn, Samsûn, Çanakkale, Erzîngan, Enqere, Îzmîr, Kocaelî, Edene, Antalya, Bodrûm, Mûgla û Antakyayê, bê dirûşme, bê al, bê flama, bi tenê bi panrtekeê û bi dengê jinan em ê li dijî şer derkevin."
Di daxuyaniyê de bang li hemû jinên tevlî dibin-tevlî nabin hat kirin ku bi etîketa "BarışaİhtiyaçVar gotin, wêne û dîmenên xwe di meya civakî de parve bikin û bişînin ji navnîşana [email protected]
CIH Û DEMA ÇALAKIYAN
Cih û dema çalakiyan bi vî rengî ye:
"Çanakkale 17.00 Parka Morabbin
Îzmîr 19.00 Pêşiya OSYM Alsancak
Edene 17.00 Parka Ataturk
Enqere 17.00 Kolana Yuksel
Bûrsa 17.00 Meydana Fomara
Samsun 18.30 Çiftlik Akbank Önü
Erzîngan 18.00 Meydana Cûmhûriyet
Eskîşehîr 17.00 Pêşiya Adalar Mîgros
Stenbol 17.00 Meydana Galatasaray
Stenbol 17.00 Kartal
Kocaelî 18.30 Pêşiya Kargeha Şaredariyê
Mersîn 18.00 Forûm Havûzbaşi
Mûgla 19.00 Meydana Sinirsizlik
Antakya
Antalya
Bodrûm."