Jin wê bibin şopdarê qanûna ‘Jinê Got Na, Na Ye’

SKB diyar kir ku qanûna ‘Jinê Got Na, Na Ye’ ya têkîldarî cezakirina tundî û destavêtina li dijî jinê ji hêla Meclîsa Federal a Elmanya hatiye qebûlkirin, ji niha û şûn de jî ew ê bi aktîvîteyên cuda vê qanûnê bi tevahî jinan bidin fêmkirin.

Yekgirtina Jinên Sosyalîst (SKB), têkîldarî qanûna bi navê ‘Jinê Got Na, Na Ye’ ku der heqê cezakirina tundî û destavêtina li dijî jinê ye, daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ji bo vê qanûnê ji jinên penaber re ragihînin û bi bîr bixin wê belavokan belav bikin. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku wê mafên jinê yên xweparastinê û ji qanûnê çavkaniya digire bidin fêmkirin û got; “Li bajarê Koln ê Elmanyayê bi sedan jinan ragihandin ku êvara sersalê bi destdirêjî û destavêtinê hevrû bûne, lê ji ber qanûnên heyî gelek kesên ku destdirêjî kirine nehatibûn cezakirin.

Piştî êrîşên cinsî yên li Kolnê pêk hatin, wek rêxistinên jinan me bi navê ‘Jinê Got Na, Na Ye’ kampanyayek da destpêkirin û li dijî tundiya cinsiyetparêz a li hember jinê destkeftiyek çêbû. Piştî qanûna ‘Jinê Got Na, Na Ye’ ji Meclîsa Federal derbas bû, me mafek bi dest xist.”

 ‘DIXWAZIN QANÛNÊ TENÊ JI BO MÊRÊN PENABER BIXIN MERIYETÊ’

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku di her qadên civak de li dijî jinê tundî bi awayekî bêperwa tê domandin û wiha dewam kir; “Bi qanûna nû re beşên rastgirên tund kampanyayek dane meşandin ku tu dibêjî qey ên vî sûcî dikin tenê mêrên penaber in. Destdirêjî, destavêtin sûc e û divê bê cezakirin. Lê, bi rengê ku tenê sûcdar mêrên biyanî ne tê xwestin ku li ser bedena jinê nîjadperestî bê kirin. Heta bi rêka ku biyanî failê êrîşa cinsî ne jî rêya dersînorkirinê vedikin. Em li etnîsîteya tundî û sûcên li dijî jinê nanêrin. Ziman, ol û mezheb çi dibe bila bibe, em dixwazin ku tevahî mêrên destdirêj, destavêj bêne cezakirin.”

Di dawiya daxuyaniyê de hate ragihandin ku li Ewropayê tundiya li dijî jinê qat bi qat zêde dibe, hate destnîşankirin ku divê di her qadên jiyanê de jin têkoşînek hevpar bimeşînin.