‘Jin wê azadiyê pêk bînin’

Jinên ku li gelek qadan daketin kolanan peyama ‘Jin wê azadiyê pêk bîne’ dan, tecrîda li Îmralî protesto kirin. Jinan destnîşan kirin ku wê jin dawiya desthilata mêr-dewletê bînin.

Bi hezaran jinên li gelek bajarên Kurdistan û Tirkiye daketin kolanan 8’ê Adarê Roja Jinên Kedakar a Cîhanê bi coş pîroz kirin.

ŞIRNEX

Li avahiya rêxistina HDP'ê ya navçeya Elkê ya Şirnexê, jinan bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a HDP'ê, 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê bi şahiyeke pîroz kirin. Dayikên Aşitiyê, dayikên Roboskî, rêxistinên HDP'ê yên navend û navçeyên Şirnexê û bi dehanan jin bi kincên xwe yên herêmî tevlî pîrozbahiyê bûn. Di pîrozbahiyê de pankarta "Em li dijî qirkirina jinê jiyanê û li dijî tecrîdê azadiyê diparêzin" hat daliqandin. Pîrozbahî bi deqîqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Pişt re Hevseroka HDP'ê ya Elkê Beybûn Aslan axivî. Aslan, bal kişand li ser girîngiya 8'ê Adarê û got ku ew ê ne tenê îro li her roj li qadan bin.

Piştî Aslan re aktîvîsta TJA'yê Emîne Înan axivî û ev tişt anîn ziman: “Bi salane em dibêjin ku em jin ji aliyê azadî û aşitiyê ne. Em jin ji bo parastina nirxên azadiyê hene. Em li kolan, mal, tax û gundan hatin qetilkirin. Lê me bi sekna xwe ya şoreşgerî û helwesta xwe ya têkoşerî, her cûre êrîşê têk bir. Her roj bi dehan jin ji hêla bav, bira û hevjînê xwe ve tên kuştin. Li dijî van kuştinan zimanê îktîdara AKP'ê vê zilmê meşru dike û pêşiya wê vedike. Îro çima jin tên qetilkirin? Ji ber ku jiyan bi destê jinan hatiye avakirin û afirandin. Em weke Tevgera Azad dubare dikin û dibêjin ku me têkoşîna xwe bi Rosayan û Sarayan dest pê kir û em ê bi azadiyê bixemilînin. Em ê li her derê cihê xwe bigirin. Em ê li kolanan, taxan,bajaran û gundan têkoşîna xwe mezintir bikin."

Di dawiya axaftina xwe de Înan bal kişand ser tecrîda li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha got:" Li ser birêz Ocalan 22 sal in tecrîdeke giran didome. Birêz Ocalan bi fikrê xwe û felsefeye xwe pêşiya azadiya têkoşîna jinan vekir. Bi perspektîfa xwe têkoşîna jinan xurtir kir. Em jin wê vê tecrîdê bişikînin. Peyama me ya vê 8'ê Adarê ew e û em dibêjin em ê tecrîdê bişikînin û em ê birêz Ocalan azad bikin. Îro ji Botanê û heta Stenbolê jin li qadan azadiya birêz Ocalan diqîrin. Em ji Botanê ji birêz Ocalan re slavên xwe dişînin. Di şexsê birêz Ocalan de jin û civak tê tecrîdkirin. Di şexsê birêz Ocalan de êrîş li bedena jinan dikin. Em weke Tevgera jin dibêjin em ê vê tecrîdê bişkînin û azadiyê pêk bînin."

Piştî axaftinan li jinan qurnafîl hatin belavkirin.

Şahî bi girtina govendê û dirûşmeyên "Jin jiyan azadî, Bijî têkoşîna jinan" bi dawî bû.

 ÇEWLÎG 

Rêxistina HDP'ê ya Çewlîgê, li avahiya xwe şahiyek li dar xist û piştre li nava bajar qurnefil li jinan belav kir û 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê pîroz kir. Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Çewligê, bi minasebeta 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li avahiya partiya xwe şahiyek li dar xist. Jinan di şahiyê de bê navber dirûşmeya "Jin jiyan azadî" berz kirin. Di şahiyê de endama Meclîsa Jinan Îlknur Bîrol, diyar kir ku HDP partiya jinan e û azadî û heviya azadiyê pêş dixe. Jinan piştî şahiyê li navenda bajar li jinan qurnefil belav kirin. 

HATAY

Platforma Jinan a Samandagê, bi minasebeta 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, li Qada Abdullah Comert daxuyanî dan çapemeniyê. Gelek jin tev li daxuyaniyê bûn. Li ser navê platformê Selver Buyukkeleş, anî ziman ku gelek destkeftiyên jinan bi deste qeyûm tê xezpkirin û wiha got: "Gelek komele û saziyên jinan bi destê qeyum dikin qahwexane. Eger neheqî û bê hiqûqî hebe jinên li dijî vê yekê têdikoşin hene. Em jinên Samandagî tu carî dest ji mafê xwe bernadin. Em bang li hemû jinan dikin ku têkoşînê mezin bikin. Bijî piştevaniya jinê." 

OSMANIYE

Meclîsa Jinan a Rêxistina HDP'ê ya Osmaniyê û TJA jî bi hevre bi heman armancê li avahiya Navçeya Navendî ya HDP'ê şahiyek li dar xist. Di şahiyê de gelek jin bi cil û bergên xwe yên gelêrî amade bûn û govend gerandin. 

RIHA 

Meclîsa Jinan a Rêxistina HDP'ê ya Rihayê û TJA'yê li Rihayê jî bi heman armancê şahiyek li dar xistin. Jinan li Salonek Dawetê ya Navçeya Haliliyê şahî li dar xist. Parlamentera HDP'ê ya Rihayê Ayşe Surucu, Dayikên Aştiyê û gelek jin amade bûn. Jinan li salonê pankartên "Ji bo aştiyek bi rûmet tu jî rabe ser piyan", "Gulistan Doku li ku ye?, "Jin teminata jiyana azad e" û "Cînayetên Jinan polîtîk in" vekirin. Jinan cilên neteweyî li xwe kirin û bê navber dirûşmeyên "Jin jiyan azadi" berz kirin. Piştre nameyên ku jinan ji girtîgehê şandibûn hatin xwendin. 

HERÎ ZÊDE DI DEMA AKP'Ê DE JIN HATIN KUŞTIN

Parlamentera HDP'ê Ayşe Surucu anî ziman ku jina Kurd bi salan e têdikoşe û wiha got: "Jinên Kurd li gel hemû zext û tundiyê serî natewîne. Li her qadê jin ten kuştin. Em ê li dijî van hemû êrîşan tekoşîna xwe mezin bikin. "Herî zêde di serdema AKP'ê de jin hatin qetilkirin. AKP'ê êrîşî pergala Hevserokatiyê kir. Ji ber ku ditirsin jin bibin hêz." 

Şahiya jinan bi muzîk û govendê bi dawî bû. 

Platforma Jinan a Demokratîk jî bi heman armancê li Şaxa Egîtim Sen'ê daxuyanî da û 8'ê Adarê pîroz kir. 

SEMSÛR 

Platforma Jinan a Amedê jî li avahiya KESK'ê daxuyanî da çpaemeniyê. Li ser navê platformê Eylem Yildirim, daxuyanî da û anî ziman ku ji ber polîtîkayên bê cezakirinê tundî zêde bûye. 

MÊRDÎN

TJA, Meclîsa Jinan a Rêxistina HDP'ê ya Mêrdînê û Platforma Jinan a Şahmaranê jî bi heman armancê 8'ê Adare pîroz kirin. Jin li pêş avahiya HDP'ê ya Mêrdînê kom bûn û 8'ê Adarê pîroz kirin. Jinan di şahiyê de dirûşmeyên "Jin jiyan azadî", "Bijî 8'ê Adarê", "Tekoşina azadîya jinê darizandin" berz kirin û dowîzên "TJA nayê bêdeng kirin", "Tecrîd sûcê mirovahiyê ye", "Jin Jiyan Azadi" vekirin. Jinan li ber erbaneyan govend gerandin. 

Di şahiyê de Parlamentera HDP'ê Pero Dundar, anî ziman ku 8'ê Adarê roja têkoşîna jinên cîhanê ye û wiha got: "Em li dijî tundî û cînayeta jinan têdikoşin. Em ê her roj wekî 8'ê Adarê têbikoşin. Jin cîhan e, jin welat e, jin xwe zanîn e. Jin li ser vê axê stran e." 

Bernameya jinan bi tilîlî û govendê bi dawî bû.