Jin pêşwaziyê li 8’ê Adarê dike, peyamên berxwedanê didin

Jin li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê ber bi 8’ê Adarê ve çalakî û aktivîteyên xwe zêde kirin, Di çalakiyan de qala têkoşîna jinê tê kirin, jinên ku ji aliyê mêr û dewletê ve hatin qetilkirin jî bibîr tînin.

Meclisa Jinan a HDP'ê, Tevgera Jinên Azad (TJA) û rêxistinên jinan, li her çar aliyên welat daketin qadan û amadekariyên 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê dikin. Li gelek bajaran jinan şahî û çalakî li dar xistin û banga mîtingê ku wê roja 8'ê Adarê li dar bixin kirin. jinan di şahî û çalakiyan de ev peyam dan: "Tu hêz nikare berxwedana jinan bişikîne." 

DÎLOK  

Meclîsa Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Tevgera Jinên Azad (TJA), di çarçoveya pîrozbahiyên 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de, şahiyek li darxistin. Parlamentera HDP’ê, Endama MYK’ê Sûltan Ozcan, Dayikên Aştiyê, nûnerên saziyên jinan ên li bajêr û gelek jin beşdarî şahiya li avahiya partiyê pêk hat bûn. Di şahiyê de pankartên “Raberîna me ji bo azadiya me ye” û “Ji tundiyê re bêje êdî bese, Peymana Stenbolê û qanûna hejmara 6284 bi cih bîne” hatin vekirin.

Endama MYK’ê Sûltan Ozcan, di şahiyê de aixî û diyar kir ku partiya wan partiya jinane. Ozcan, bal kişand ser destkeftiyên jinan û wiha got: “Jin herî zêde di nava partiya me de siyasêtê dikin. Desthilatdarî hewl dide partiya me sûcdar nîşan bide. Dixwazin pêşiya partiya me bigirin. Ji polîtîkayên jinan ên HDP’î ditirsin. Lê wê jin destûrê nedin vê yekê. Em her tim kelemê di çavên wan de bin. Dawiya wan wê bi destê jinan pêk were.”  

Dûre parlamenter Tulay Hatîmogûllarî, axivî û jinên ku hatine qetilkirin bi bîr anîn. Hatîmogûlllari, diyar kir ku jin di hemû qadan de rastî tundiyê tên û wiha got: “Desthilatdarî ji bo ku bi ser krîza aborî bigire, êrîşî HDP’ê dike. Yên ku herî zêde ji vê krîzê bi bandor dibin jinin. Emê ji bo karê xwe, nanê xwe û hebûna xwe têkoşîna xwe mezin bikin.”

Hatîmogûllari, operasyona TSK’ê ya li dijî herêma Garê jî bibîr xist û wiha pê de çû: “Ger hêza wan têra Garê bikira, wê Şengal jî dagir bikiran. Lê hêza wan tê rê nekir. Yên ku li Efrînê, jinên Kurd ji malên wan koçber kirin û jinên Şengalî revandin heman kesin. Jinên Kurd weke xenîmetên şer dîtin û di bazaran de zewicandin. Zarokên wan firotin. Hewl didin navê jinan ji holê rakin. Lê emê bi têkoşîna xwe her tim wan paşve bixin. Tirsa ku me kiriye dilê wan de, em ê dewam bikin.”

Şahiya jinan, di dawiyê de bi berzkirina dirûşmeya “jin jiyan azadî” bi dawî bû.

COLEMÊRG 

Meclîsa Jinan a HDP’ê ya Colemêrgê, bi boneya 8’ê Adarê jinên esnaf ziyar kir û qerenfîl li wan belav kir. Parlamentera HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucu jî di nav de, gelek jinên partiyî, 8’ê Adarê li jinên dikandar pîroz kirin. Jinan di serdana esnafan de, her tim dirûşmeya “Jin jiyan, azadî” berz kirin û kêliyên bi coş û rengîn di bernameya jinan de hatin jiyîn. 

AGIRÎ

Meclîsa Rêxistina HDP’ê ya Agiriyê, di çarçoveya çalakiyên 8’ê Adarê de, li avahiya partiyê şahiyek li dar xist. Parlametera HDP’ê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr û gelek jin beşdarî şahiyê bûn. Di şahiyê de, dowîzên “Ne jinan, zilamên tundiyê dikin asteng bikin”, “Ne li jinan, li dijî tundiyê destê xwe rakin” û “Em bêdeng nabin, em natirsin û emê koletiyê nekin” hatin hilgirtin û sînevîzyona têkoşîna jinan vedibêje hat temaşekirin. 

Taşdemîr a HDP’î di şahiyê de axivî û bal kişand ser têkoşîna jinan a birêve dibin. Taşdemîr, da zanîn ku tu hêz nikare berxwedana jinan bişkîne û wiha got: “Îro roja jinane. Roja ku jinan bi berxwedana xwe keda xwe derxistina holê ye. Jinan ji dîrokê ve li dijî rejîma serdest a zilam têkoşiyane. Jinên Kurd ên ev têkoşîn dewr girtine, her ku diçe têkoşîna xwe mezin dikin. Heya ku jin azad nebin, wê tu carî civak azad nebe. Em hemû roja jinan bi vê wesîleyê pîroz dikin.” 

Piştî axaftina Taşdemîr, ji hunermendên Navend Çanda Mezopotamyayê (NÇM) Nûrcan Degîrmencî stran gotin. Jinan dûre, li ber erbanê guvend gerandin.

EDENE  

Meclîsa Jinan a HDP’ê ya Edeneyê û aktîvîstên TJA’yê, bi heman armancê, belavokên mîtînga 8’ê Adarê ya roja Dûşemê li Qada Ûgûr Mûmcû bê lidarxistin, belav kirin. Jinan li taxên Gulbahçe, Şakirpaşa û Hurriyetê yên girêdayî navçeya Seyhanê, li bazar û malan belavok belav kirin. Jinan, ji bo tevlîbûna Mîtînga 8’ê Adarê bang  li jinan kirin û girîngiya 8’ê Adarê ji jinan re vegotin.

ANTALYA 

Rêxistina Partiya Çel a Antalyayê jî, di çarçoveya pîrozbahiyên 8’ê Adarê de, li avahiya xwe ya bajêr civîna çapemeniyê li dar xist. Seroka Partiya Çep a Antalyayê Aysel Aydin di civînê de axivî û wiha got: “Em ê dest ji jiyan û pêşeroja xwe bernedin. Peymana Stenbolê û qanûna hejmara 6284’an ji bo jinan, di asta jiyanî de ne. Ji bo  ku cînayetên jinan bên rawestandin, divê bergirî bên girtin û bersûc bên cezakirin. Roj roja me ye, raperîn raperîna me. Em pevren. Hêza guhertinê, wê hêza me be.”

ÎZMÎR 

Meclîsa Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Tevgera Jinên Azad (TJA) berî 8'ê Adarê Roja Jinê ya Cîhanê di çarçoveya kampanyaya "Ji bo jinan edalet" bi jinan re li avahiya HDP'ê ya Bûcayê hatin gel hev. Hevseroka HDP'ê ya Bûcayê Nûrşen Ataman bang li jinan kir ku beşdarî çalakiyên 8'ê Adarê bibin. 

Nûrşen da zanîn ku ew jiyaneke jin lê nayên qetilkirin dixwazin û bang li jinan kir ku beşdarî daxuyaniya çapemeniyê ya ew ê ji aliyê Platforma Jinê ya Bûcayê li têketina  Şirinyer Forbes  bê dayin, bibin. Her wiha ew ê ji aliyê Jin bi hev re bi hêz in a Îzmîrê  roja şemiyê û ji aliyê Platforma Jinê ya Îzmîrê roja 8'ê Adarê çalakiyan li dar bixin. Nûrşenê ji bo van çalakiyan jî bang kir ku jin beşdar bibin. 

Piştî daxuyaniyê bi armanca banga ji bo çalakiyên 8'ê Adarê jinan li kuçeyên Bûcayê qurnefîl belav kirin. 

AMED 

Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), li Taxa Alîbey a girêdayî navçeya Farqînê ya Amedê, bi jinan re civiya. Parlamentera HDP’ê Semra Guzel û gelek jin beşdarî civînê bûn. Li navçeya Hênê jî, jin li hev kom bûn û 8’ê Adarê pîroz kirin. Li navçeya Sûrê jî jinan belavokên pîrozbahiya 8’ê Adarê belav kirin û hemû jin vexwendin mîtînga li Qada Îstasyonê bê lidarxistin.

ÊLIH 

Li Êlihê jî, bi tevlîbûna Parlamentera HDP’ê ya êlihê Feleknas Ûca, Şevşaredara Bajêr Songul Korkmaz a qeyûm tayînî cihê wê hatibû kirin, Berdeveka TJA’yê ya Êlihê Gulîstan Sonuk, aktîvîstên TJA’yê û endamên Meclîsa Jinan a HDP’ê, şahiyek li avahiya HDP’ê hat lidarxistin. Jinan di şahiyê de, kincên gelêrî li xwe kirin û li ber stranên hûnermendên Navenda Çanda Biharê guvend gerandin. Parlamentera HDP’ê Feleknas Ûca, di şahiyê de axivî û bal kişand ser têkoşîna jinan a hişmendiya serdest paş xisttiye.  

Dûre Hevşaredar Songul Korkmaz axivî û diyar kir ku pergala hevserokatiyê, ji bo tevahiya cîhanê bûye rol û nimûneyek mezin. Korkmaz, dest nîşan kir ku ewê xwedî li destkeftiyên pergala hevserokatiyê derkevin. 

Piştî axaftinê şahiya jinan bi gerandina guvendê, lêxistina çepikan û berzkirina tilîliyan bi dawî bû.