Jin li pêşiya PE’yê ji bo azadiya Ocalan di nava çalakiyan de ne
Jinên Kurd, ji bo li dijî tecrîda girankiriya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pêkanînê qirkirinê protesto bikin, daketin qadan.
Jinên Kurd, ji bo li dijî tecrîda girankiriya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pêkanînê qirkirinê protesto bikin, daketin qadan.
Li paytext Brûksel a Belçîkayê di pêşengtiya Tegera Jinên Kurd ên Ewropayê de li pêşiya Parlementoya Ewropayê çalakî hate lidarxistin.
Di çalakiya ku bi şiyara “Jin ji bo Rêbertîya xwe û azadiya xwe di nava çalakiyan de ne” bi sedan jin li pêşiya avahiya PE’yê kom bûn, daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin.
Di çalakiyê de destpêkê Hevberdevka TJK-E’yê Dişah Osman axivî. Osman bal kişan herî zêde Ocalan ji bo jinan û azadiya jinê ked daye, ji bo vê divê jinên Kurd û hemû jinên cîhanê di nava çalakiyan de be.
Diyar kirin ku weke TJK-E wê her tim çalakiyên xwe dewam bikin.
Li ser navên HDK-Ewropa Sakîne Çelîk û li ser navê Pêkhateya Jinên Sosyalîst jî nûnerê wan axaftin kirin.