Jin li Parîsê li qadan bûn

Li paytexta Fransa Parîsê 8’ê Adarê Roja Jinên Kekdar a Cîhanê bi meşekê hate pîrozkirin.

Tevgerên Jinan û sendîka li Fransayê bi gotina ‘grev’ daketin qadan.

Tevgera Jinên Kurd a Parîs (TJK-F) jî di nav de gelek tevgerên jinan û sendîka li Parîsê li qada Repûblîqûe ya Plac Roylê kom bûn û dest bi meşê kirin, carekî din li djî patrîarkayayê banga wekhevî û azadiyê kirin.

Di meşê de jinên TJK-F bi rengê xwe cihê xwe girtin, dirûşmên ‘Jin, Jiyan, Azadî’ qîr kirin. Di meşê de flamayên Sara, Rojbîn û Ronahî yên di Qetlîama Parîsê de şehîd bûbûn hildan.

Di axaftinên li vir hate kirin bal kişandin ser kampanya darezandina dîktator û banga têkoşîna hevpar û yekbûyî kirin.

Piştî axaftinan û şûnde çalakî bi gerandina govend û dirûşman bi dawî bû.