Jin li hemberî dewleta bi Tirkî dipeyive kerr û lal e

Jin li hemberî dewleta bi Tirkî dipeyive kerr û lal e

Çalaka Komeleya Jinan a Wanê (VAKAD) Zozan Ozgokçe diyar kir ku piştî erdhejê li Wanê li ser jinan bi “sohbetên olî” çarenûsperestî li ser jinê tê ferzkirin û hewl tê dayin bîatê ji walîtî û dewletê re bike, li aliyeke din jî saziyên gelemperiyê ji bo kesên alîkariyê ji wan dixwazin dibêje ‘Here bila Şaredariya Kurd alîkariya te bike” û bi vî awayî cûdakariyê dikin. Zozan Ozgokçe got: “Jin travmaya psîkolojîk û fîzîkî ya polîs û leşkeran dijî. Bi tundiya di malbatê de û hejariyê re rû bi rû ye. Jina ku bi kurdî diaxive gava tê beramberê xizmetên gelemperiyê yên Tirkî kerr û lal dimîne.”

Li Wanê jin bi tundî, hejarî, şer, zextên dewlet û malbatê re rû bi rû ye. Çalaka Komeleya Jinan a Wanê (VAKAD) tevlî konferansa “Têgihiştin, aktor û pêvajoya têkildarê çareseriya pirsgirêka Kurd” a ku ji aliyê Enstîtuya Siyasî û Civakî ya Amedê (DÎSA) û Nunertiya Tirkiyeyê ya Komeleya Heinrich Böll Stiftung ve hate lidarxistin bû, pirsgirêkên jinan ên li Wanê ji me re vegot.

Ozgokçe bal kişand ser pirsgirêkên jin piştî erdhejên ku sala 2011’ê li Wanê xistin û got: “Jin piştî erdhejê gelek bi tenê man.” Ozgokçe diyar kir ku piştî erdhejê xizmetên gelemperiyê hatin kirin, lê gava jinên Kurd ji bo alîkariyê çûn walîtiyê ji wan re hat gotin ‘Here bila şaredariya Kurd alîkarî bide te” û wiha domand: “Ev cûdarkî li hemberî jinan çêbûn. Jinên ku li konteynir û malên nû bi cih bûn heman pirsgirêk jiyan. Heman jin bi heman pirsgirêkan jiyan. Piştî erdhejê tişta herî balkêş ew bû ku jinan di bajarên konteyniran de bi cih kirin.”

AKP’Ê KESÊN NE JI WÊ BO QEWIRAND

Ozgokçe da zanîn ku wana dît ku jin bi perspektîfên olî dinêrin û got: “Gava serokwezîr hate bajêr, me dît ku her kesê bi otobusan birin navenda bajêr. Kesên neçûn hatin deqkirin. Piştre ji konan derbasî konteyniran bûn. Ji bo pirsgirêkên jinan ên li Wanê me bi yek bi yek alîkarên Walî re hevdîtin pêk anî. Gotin ku ew ji bilî polîtîkaya giştî nikarin tiştek din bikin. Civak ne hemojen e. Pîr û kal û astengdar hene. Dema konteynir hatin danîn, me xwest ku pîr û kalên nikarin hilbikişin konteynirên bilind, li cihek nêzîkê cihê xwe bi cih bibin. Weke pez nêzî mirovan bûn. Pêkanîneke cûdakar û rastiyan qet nabîne hebû.

Me li wir ev zîhniyet dît. Dewlet tu çima ewqas bi kêrî tiştekê nayê? Tu wan mirovan tune dihesibînî, zimanê wan, çanda wan, sekna wan a polîtîk dixwazî biqewirînî. Sedem ev e. Gava konteynir hatin danîn, cendirmeyan wê derê diparast. Me ewlekariya taybet xwest. Derdorê bi têlan girtin. Weke ku mirov bikeve cihek ê leşkerî. Kesên ku li derve dijiyan nedihiştin bikevin hundir. Wê demê çawişek pispor keçike 15 salî taciz kir. Me nerazîbûnek tund nîşanî vê yekê da. Piştre ewlekariya taybet anîn. Lê ewlekarên taybet ên jin tune bûn. Peywirdarên zilam jinan taciz dikirin. Li vir polîsek hate kuştin. Piştî wê gel ceza kirin. Gotin ‘em nikarin we biparêzin, rêxistina terorê ya ku hûn destekê didinê polîsê me kuşt’.”

BÊBAWERIYA BI EDALETÊ

Ozgokçe destnîşan kir ku sîstema dewletê yekser bandorê li jinan dike û got ku sîstema milîtarîst jinan bandor dike. Her wiha da diyarkirin ku ji ber şerê bi salan e berdewam dike û ji ber operasyonên siyasî yên ku ji sala 2009 ve pêk tên, baweriya jinan bi edaletê nemaye û got: “Ev yek rê li ber gilîkirina tundiya li kolan û di nava malbatê de ya li hemberî jinan digire. Li ber qereqolan polîsên çekdar hene. Gava jinek tê dibêjin tu çima hatî, lê jina ku li rastî tundiyê hatiye an jî hatiye tacizkirin, nikare vê yekê ji wî polîsî re bêje.”

JINÊN KERR Û LAL DIMÎNIN

Ozgokçe bal kişand ser pirsgirêkên jinên li bejahiyan dijîn jî û got; “Me digot di nava civaka Kurd ku civakek a çandiyê ye de jin li gundan tevlî çandiyê dibe û di nava malbatê de xwedî gotinê ne. Lê me piştre li polîtîkayên çandinî û ewlekariyê mezyand ku li gundan hilberandin pir kêm bûye. Berê her xaneyek xwedî ajal bûn, lê niha tune ye. Hilberîn tune ye.” Her wiha diyar kir ku bi vî awayî jin li vir bê fonksiyon dimînin û kesên ji neçariyê koçber dibin, derbarê jiyana bajaran de ne xwedî agahî ne. Zozan Ozgokçe got: “Jin travmaya psîkolojîk û fîzîkî ya polîs û leşkeran dijî. Bi tundiya di malbatê de û hejariyê re rû bi rû ye. Jina ku bi kurdî diaxive gava tê beramberê xizmetên gelemperiyê yên Tirkî kerr û lal dimîne.”

Çalak mafê jinan Zozan Ozgokçe bal kişand ser pirsgirêkên tenduristiyê yên jinan li gundan û diyar kir ku li wir hekîmtiya malbatê derket, lê bijîşk tune ne. Her wiha da zanîn ku ji bo jin bikarin bên bajêr, divê hevser an jî kurên wan destûra vê yekê bidin. Got: “Me li gundan gelek tiştên derbarê pirsgirêkên jinan de dîtin. Mînak nikarin testa ducaniyê bikin. Ji bo nexweşiyên lezgîn û derbûna xwîna jinan abmulans naçin gund. Ev yek zivistanê zortir e. Hekîmê malbatê tê mûane dike, lê derman nade. Divê dermanxaneyên gerok bên çêkirin, gund bi gundan bigerin. Em li 24 gundan geriyan. Piştre gelek gund hene li Wan û navçeyên wê hemû van pirsgirêkan dijîn.”

Ozgokçe ragihand ku wana ji bo van pirsgirêkan nivîs ji Walîtî û midûriyeta tenduristiyê re şandin û got: “Em dinivîsin, li benda bersivê ne. Divê em berê jinan bidin hilberandina çandiyê. Me ji bo vê yekê serlêdan kir.” Destnîşan kir ku ew li gundan man derbarê pirsgirêkan de ji Walîtiyê re nivîsand û got: “Me xebateke cidî meşand. Me xizmetên tenduristiyê kir. Me mekanîzmayên ku di destê me de hebûn pêşkêş kir. Me pirsgirêkên wan guhdar kir û ji rêveberiyên bajêr re ragihand.”

Ozgokçe destnîşan kir ku yek ji îdîayên ku hukûmeta AKP’ê dike ew e ku dibêje şoreşa çandiniyê pêk aniye, lê ev yek tenê bi kêrî dewlemendan tê û got: “Ji gundiyan proje dixwazin, lê dê çawa binivîsin? Prosedur pir cûda ye, agahî û belge dixwazin. Ji bo çandiniyê daîreya baca çandiniyê tune ye. Li derdorê gundên ecem û lazan jî hene. Ev alîkarî çûne wir, lê ji bo gundên Kurdan tiştek tune ye.”

MIRINA JIN Û ZAROKAN ZÊDE BÛ

Ozgokçe da zanîn ku piştî avabûna ‘hekimtiya malbatê’ mirinên zarok û jinan zêde bûne û got: “Divê ji bo vana xebateke cûda bê kirin. Me ji bo vê yekê ji midûriyeta tenduristiyê ya bajêr re nivîs şand. Lê bersiv nehatiye. Em mereq dikin ka dê çi bersivê bidin. Gelo ew çi difikirin?”