Endam û aktîvîstên DOKH'ê biboneya 25'e Mijdarê Roja Têkoşina li Hemberî Tundiya li Diji Jinan a Navneteweyî li Sêrt, Şirex, Amed û gelek navendên din jin daketin qadan û çalakî pêk anîn. Jinan di meş û daxuyaniyan de xwestin tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bibe û tundiya li ser jinê şermezar kirin.
ŞIRNEX
Li Şirnexê jinên ku bi boneya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Hemberî Tundiya li Dijî Jinan a Navneteweyî, li ber avahiya BDP'ê ya Şirnexê kom bûn, bi tilîlî û çepikan li gel koma erbanê ya Navenda Çand û Hunerê ya Cudî heta Qada Komarê meş pêk anîn. Jinên ku dest bi meşê kirin ji aliyê TOMA ve rastî astengiyê hatin.
Jinên ku cilên xwe yên neteweyî li xwe kirin bi alên kesk, sor û zer kolan neqiyandin. Jinan di meşê de dowizên "Jin jiyan azadi", "Zilam lê dide dewlet diparêze" vekirin û meşiyan. Jinên ku li hemberî Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê rastî astengiyê hatin daxuyanî dan çapemeniyê. Li ser navê Meclîsa Giştî ya Jinan a BDP'ê Jiyan Demîr daxuyanî xwend û tundiya li ser jinan û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir.
HEZEX
Endamên DOKH'ê li navçeya Hezexê jî bi heman armancê kom bûn û daxuyanî dan. Jinên ku li ber BDP'a Hezexê kom bûn, bi pankarta "Ji qirkirina jinê û tecrîdê re êdî bese" vekir û "Ji komkujiya kurdan re na", "Ji çanda tecawizê re bese" bilind kirin. Koma jinên ku ji ber BDP'ê dest bi meşê kirin. Di meşê de endama Meclîsa BDP'ê Niyazi Çevrim, Şaredarê Hezexê Selahattin Acar û gelek nûnerên saziyên sivîl ên civakî BDP'ê amade bûn.
Jinan di meşê de bê navber slogana "Jin jiyan azadî" qêriyan. li ser navê jinan Hevseroka BDP'ê Nafiye Geçgel daxuyanî da û tundiya li ser jinan û tecrîda liser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir. Jinan piştî daxuyanî dan bi çepik û tilîlî dawî li çalakiyê anîn.
SILOPÎ
Li navçeya Silopiyê jî di pêşengiya DOKH'ê de bi heman armancê jinên ku xwestin ji Taxa Cûdî heta avahiya BDP'ê bimeşin rastî astengiya polîsan hatin. Jinên ku rastî astengiya polîsan hatin bertekên xwe anîn ziman. Cîgira Şaredara Silopiyê Leyla Tokay anî ziman ku, ji bo ew tundiya li ser jinê şermezar bikin meşê pêk tînin, lê vê carê rastî astengî û tundiya polîsan tên. li ser navê jinan endama Meclîsa Şaredariya Silopiyê Fatma Gunduz anî ziman ku, tundiya li ser jinê di serdema hikûmeta AKP'ê de ji sedî 400 zêde bûye. Gunduz da zanîn ku, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di roja 487'an de berdewam dike û tecrîd şermezar kir.
AMED
Platforma Jinan a KESK'ê ya Amedê jî bi heman armancê li Şaxa Egîtîm Senê ya Amedê daxuyanî da çapemeniyê. Berdevka demê ya KESK'ê Sait Baran diyar kir ku, tundiya li ser jinê sûcê mirovahiyê ye.
FARQÎN
Aktîvîstên DOKH'ê li navçeya Farqînê jî bi heman armancê xwestin meşê pêk bînin, lê rastî astengiya polîsan hatin.
Jinên ku li ber avanhiya Şaredariya Farqînê kom bûn, bi pankat û dowîzên ku kuştin û tundiya li ser jinan şermezar dikin vekirin û daxazên xwe anîn ziman. Jinên ku xwestin il ser kolana Amedê meşê pêk bînin ji aliyê maşîneyên zirxî û TOMA ve hatin astengkirin. Li ser navê jinan Koordinatora Navenda Jinan a Meya Refika Akkuş daxuyanî da û helwesta polîsan û tundiya li ser jinan şermezar kir. Jinan di çalakiyê de slogana "Jin jiyan azadî" berz kirin û belav bûn.
SÊRT
Meclîsa Jinan ya BDP'ê ya Sêrtê jî bi heman armancê xwestin meşekê pêk bînin. Lê ji ber ku meşa jinan hate astengkirin meş pêk neanîn. Jinên ku di nav de nûnerên BDP, endamên jin ên meclîsa şaredariyê, meclîsa bajar KESK û înîsiyatîfa Dayîkên Aştiyê jî amade bûn, xwestin heta KESK'ê bimeşin. Jinan bi çepik û tilîlîyan astengiya polîsan şermezar kir. Li ser navê jinan Endama Meclîsa Şaredariyê Yuksel Yilmaz daxuyanî da û helwesta polîsan û dewletê şermezar kir. Piştî daxuyaniyê jinan 5 deqîqe çalakiya rûniştinê pêk anî.