Jin li dijî tundiya mêr-dewletê daketin qadan

Jin bi wesîleya 8'ê Adarê daketin qadan û li ber tundiya mêr û dewletê rabûn.

Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclîsa Jinê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) tevî rêxistinên ked û pîşeyî bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinê ya Cîhanê li gelek bajaran çalakî li dar xistin.

ENQERE

Şaxên Enqereyê yên sendîkayên SES, Dev Saglik-Îşê li Nexweşxaneya Îbn-î Sîna ya Zanîngeha Enqereyê bi jinan re civiyan. Di çalakiyê de pirsgirêkên jinan ên li qada tenduristiya civakî û tenduristiyê dixebitin hatin vegotin û daxwazên wan hatin bilêvkirin.

ŞIRNEX

Li Şirnexê bi pêşengiya TJA û Meclîsa Jinê ya HDP'ê jin li hev civiyan û li navçeya Silopiyayê serdana gora Sêvê Demîr, Fatma Ûyar û Pakîze Nayir kirin ku di dema êrişên qirkirinê de şehîd hatin xistin. Aktîvîsta TJA'yê Emîne Înan di dema serdanê de axivî û got, "Têkoşîneke mezin meşandin. Di nava têkoşîn û rêyeke bi rûmet de şehîd bûn. Çi dibe bila bibe em ê xwedî li têkoşîna wan derkevin. Têkoşîna Rozayan, Sêvêyan dewam dike. Em ê xwedî li vê têkoşînê derkevin. Em ê ala têkoşînê li ba bidin."

Piştre jî jinan serdana esnafan kirin. Li gel astengiya polîsan jî serdana xwe dewam kirin û qurnefîl belav kirin.

EDENE

Li Navenda Çandê ya Yaşar Kemal a Şaredariya Seyhanê ya Edeneyê, kombûnek pêk hat. Jinan pankarta bi nivîsa "Li dijî qirkirina jinê, jiyanê; li dijî tecrîdê jî em azadiyê diparêzin" li salona pîrozbahiyê daliqandin. Parlamentera HDP'ê ya Edeneyê Tulay Hatîmogûllari li qada çalakiyê axivî û diyar kir ku wê têkoşîna xwe ya li dijî zext û êrişan mezin bikin. Piştî nîşandana sînevîzyona li ser têkoşîna 8'ê Adarê, Koma Ş. Azadî stranên xwe pêşkêş kirin.


MERSÎN

Li Mersînê li avahiya Rêxistina Navçeya Tarsûsê dengbêjan strandin. Di bernameyê de endama Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Seher Kadîroglu axivî û got,''Me jinên Kurd li nav malan, li kargegan, kuçeyan, li qada siyasetê têkoşîna da û deskeftiyên me li Rojava bû şoreşa jinan. Me serê xwe li ber komkujiyên ser jinan, tecawizan, tacîzan û zexta dewletê netewand û em ê netewînin.''

ANTALYA

Li Antalyayê jî endamên Platforma Jinan a Antalyayê qert ji girtên jin re şandin. Jin hatin ber ber avahiya PTT'ê ya Gullukê û li vir daxuyaniyeke kurt dan. Endama Platformê Gulçîn Akça bal kişande ser giringiya 8'ê Adarê û got, ''Heta ku em jiyaneke wehev, azad û bêyî ku kedxwarî lê hebe ava bikin em ê ti carî dev ji têkoşînê neqerin. Em jin, ji bo ku em gotina xwe bibêjin, ji bo avakirina siberojeke bihêvî û ewle 8'ê Adarê saet 18:15'an werin ber Peykerê Attalosê.''

Piştî daxuyaniyê jin çûne postexanê, ji bo girtiyên jin qert şandin.