Bi dehan jin li dijî êrîşên dagirkeriyê li herêma Bradostê bûn

Komeke jinên ji Başûrê Kurdistanê li herêma Bradostê bi meşekê êrîşên dewleta Tirk a dagirker protesto kirin.

Li Başûrê Kurdistanê hêrsa dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê zêde dibin. Piştî çalakiya mertalên zindî ya ciwanan ku ev 3 rojin li Binarê Qendîlê dîdome, îro jî komek jinan berê xwe dan herêma Bradostê.

Jinên ku di bin navê “Koma Jinan a Dijî dagirkeriyê” de Silêmanî, Germiyan, Şarezor, Kerkuk û Raperîn hatin cem hev, berê xwe dan herêma Bradost ku êrîşên dewlet Tirk li ser zêde bûne.Koma jinan ku di nava wan de dayîkên şehîdan, akademîsyen, aktivîst jî hene, di saetên piştî nîvro de çûn gundên Mêrge Reş û Geliyê Şêx Zade.

Şandeya jinan li herdu gundan destpêkê serdana malbatên ku di êrîşên dewleta Tirk de endamên wan birîndar bûne. Her wiha jinan serdana gundiyan kirin û têkildarî êrîşên dewleta Tirk agahî wergirtin.

Piştî serdanan koma jinan çû gundê Geliyê Şêx Zade yê girêdayî navçeya Sidekan û meşek lidarxist. Di meşa ku bi dirûşmeya “Li Bradost berxwedan, li Kerkuk têkoşîn, bişkînin dagirkeran” hat lidarxistin de, dijî dagirkeriyê banga têkoşînê hat kirin.

Jin piştre jî derbasî gundê Mêrgereş bûn û daxuyaniyek da çapemeniyê. Li ser navê koma jinan Mamoste Wijdan Nuredîn daxuyanî xwend.

Wijdan Nuredîn destpêkê tevahî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê, êrîşên ser Kerkûk û Xûrmatû bi tûndî şerezar kirin û sersaxiyê ji tevahî malbatên şehîdan, ji bo birîndaran jî şifa xwest.

Wijdan Nuredîn destnîşan kir ku dewleta Tirk ev zêdetîrî 100 sal in dijminahiya gelê Kurd dike, dixwaze dagirkieriya xwe li ser Kurdistanê bide qebûlkirin û wiha dom kir; “Deweleta Tirk herdem xwestiye Başûr, Rojava û Rojhilatê Kurdistanê jî dagir bike. Niha jî êrîşên dagirkeriyê li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê berdewam dike. Bi dagirkirina Efrîn û Celablûsê re, dewleta Tirk bi hevkariya çeteyên DAIŞ’ê sûcên mirovahiyê pêk anîn. Li Şengalê komkujî pêk anî, çiyayên Rojhilatê Kurdistanê bombebaran kirin. Ji sala 1992’yan heya niha dewleta Tirk herdem artêş û dezgehên xwe yên sixûriyê derbasî Başûrê Kurdistanê kirine. Dagirkeriya wê ya leşkerî, aborî û çandî li ser Başûrê Kurdistan di astek metirsîdar de ye. 20 baregehên leşkerî yên dewleta Tikr li Başûrê Kurdistanê hene. Ev salek û 3 meh e jî, êrîşî herêmên Xakûrkê, Xinêre, Lêlikan û Şêxzade yên herêma Biradost dike. Ji derveyî ziyanên canî, gelek ziyana madî jî çêbûye. Di 15’ê Tebaxa 2000’an de dewleta Tirk gundê Kendekolê bi balefirên şer bombabaran kir û piraniya wan zarok 54 sivîl şehît kirin. Her wiha di encama bombabaranên li ser Binarê Qendîl de bi dehan kes bûne qûrbanî. Her zêde jî xelkê sîvîl ê li herêmên Zergelê, Lêwjê, Kortek, Bolê, Enzê, Xobyan û Balekayetî ziyan dîtiye. Di encama bombabarên li ser herêmên  Şêledîzê, Amêdiyê, Akrê, Zaxo û Dihokê de jî bi dehan xelkê sivîl hatine qetilkirin. Armanca serke ya dewleta Tirk valakirina gundên herêma Biradostê ye û çêkirin navendên leşkerîne. Salan 2018’an dewleta Tik bi vekirî kete gundê Bermîzê û bi awayek fîl gund dagir kir.”

Wijdan Nuredîn destnîşan kir ku hêzên Hikûmeta Herêma Kurdistanê yên li wan herêman jî alikariya dewleta Tirk kirine.

Wijdan Nuredîn anî ziman ku wan wekî koma jinan dijî dagirkeriyê bi dirûşmeya “Na ji dagirkeriyê, na ji bo destwerdan Kerkûkê, bijî berxwedan’ pêngava berxwadanê daye destpêkirin û wiha pê de çû: “Em bi tu awayî dagirkeriyê qebûl nakin. Herkes dizan gelê Kurd di serdema rejîma Baas de gelek qûrbanî dane û niha jî nabe vê dagirkeriyê qebûl bike. Em piştgiriya gel, gêrîla û şoreşgeran dikîn.”

Wijdan Nuredîn got pêwîste di demek herî nêz de artêşa Tirk ji Başûrê Kurdistanê derkeve û bang li Parlamantoya Herêma Kurdistanê kir ku biryara derxistina artêşa Tirk li ji Başûrê Kurdistanê bide.

Wijdan Nuredîn bang li tevahiya pêşmergeyan û pêşmergeyên dêrîn kir, her wiha bang li gel kir û got: “Pêwîste cihê xwe di nava vê berxwedanê de bigirin. Çawa me bi hevre dawî li hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê anî, pêwîste niha jî em bi hewre piştgiriya gêrîlayên ku dijî dagikeriya Tirk xaka Başûrê Kurdistanê diparêzin bikin.”

Wijdan Nuredîn her wiha bang li Hikûmeta Iraqê û Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî ya Iraq û Herêma Kurdistanê kir dijî dagirkeriyê helwesta xwe diyar bike daxwaz ji Tirkiye bikin ku hêzên xwe vekişîne.

Di dawiya daxuyaniyê de Wijdan Nuredîn daxwaz ji tevahî jinên Başûrê Kurdistanê, bi taybet jinên parlanenter, jinên siyasetmedar, xelkê Herêma Biradost, kesayetên niştimanperwer kir ku bi çalakiyê medenî û demokratîk nerazîbûna xwe dijî van êrîşan nîşan bidin û got: “Bêdengî, zulm û kuştinê qebûl nekin, weke gelê Şêledizê serî hildin. Çawa ku dijî dagirkeriya li ser Efrîn, Şengal, Koban, Duzxûrmatu û Kerkûkê helwest nîşan dan, niha jî hemû pêkahte, rojanmeger, rewşembîr û rêxistinên sivîl bi hevre werin em li dijî dagirkeriyê dakevin qadan û hersa xwe nîşan bidin.”