Jin hem 'mexdûr' hem jî lehengên dema şewbê ne

Di nava saleke vîrûsa koronayê de yên herî zêde mexdûr bûn, jin e. Her wiha yên ku barê herî giran ê sektora tenduristî û dikandariyê hildan ser milê xwe jî jin bûn.

Şewba vîrûsa koronayê ku bandor li tevahiya cîhanê kir, li Ewropayê salek li pey xwe hişt. Şewba ku jiyana civakî û kar tevlîhev kir, bandora herî giran li jinan kir. Bi taybetî, ji ber ku dibistan û kreş girtî bûn, jinên ku zarokên wan hene li derve di karên herî xetere de xebitîn, li malê jî zarokên xwe xwedî kirin. Jinên ku neçar man ji malê bixebitin jî ji ber ku ji partnerê xwe yê mêr piştgiriyeke têrker wernegirt, li gel karê malê neçar ma ku zarokan jî xwedî bikin.

Saziya Statîstîkan a Federal a Elmanyayê bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê statîstîk weşand. Li gorî daneyên saziyê, jin hem mexdûrê herî mezin hem jî lehengên herî mezin ên dema şewbê ne. Bi taybetî li welatên rojavayî ku jin lê dixebitin, sektorên tenduristiyê, lênihêrîna li nexweşan û firoşkariya li dikanan ku weke 'pîşeyê jinan' tê naskirin, ew sektorin ku metirsiya vîrûsê herî zêde li ser wan heye.

Li gel sektorên tenduristiyê û dikandariyê, jinan her wiha di sektorên arkujî, polîs, servîsa lezgîn, xurek û çandiniyê de jî karekî girîng kirin ku karê li van sektoran ji yê beriya şewbê girantir bûye. Rêjeya jinên li van sektoran dixebitin ji sedî 70 ye. Ji aliyê din ve ji ber krîza aboriyê ya ji ber şewbê, jinan li gorî mêran bi rêjeya ji sedî 1.8 zêdetir bêkar man.

LI SEKTORÊN HATIN GIRTIN JIN BÊKAR MAN

Li gorî statîstîkan, li Elmanyayê ji sedî 80 ê xebatkarên li sektora firoşkariya dikanan, ji sedî 84 ê xebatkarên sektora lênihêrîna li extiyaran û ji sedî 83 ê xebatkarên sektora perwerde û civakî jin in. Li van sektoran ji ber ku têkiliya bi mirovan re divê bê kirin, pîşeyên herî bi rîsk in ku vîrûs lê belav bibe. Wekî din li sektorên ku biryara girtina wan hate dayin ji ber ku xebatkarên wan bi giranî jin bûn, mexdûrên herî mezin ên karantînayê jî jin bûn.

Li gorî heman statîstîkan li sektora otel û gastronomiyê ku nêzî saleke girtî ne ji sedî 64 ê xebatkarên wan, li berber, kûafor û salonên bedewiyê jî ji sedî 86 ê xebatkarên wan jin bûn. Hate ragihandin, jinên ku li van sektoran bêkar man ji aliyê aborî ve gelekî tengav bûn.