Jin ên ciwan ên HDP'î li Mêrdînê li hev kom bûn

Koordînasyona Jin ên Ciwan ên HDP'ê, bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li Mêrdînê civînek li dar xist.

Koordînasyona Jin ên Ciwan ên HDP'ê bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li Mêrdînê kombûnek li dar xist. Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay, Berdevka Meclîsa Jinê ya HDP'ê Ayşe Acar Başaran û Parlamentera HDP'ê ya Mêrdînê Dersim Dag li civînê bûn qiseker.

Ebrû Gunay diyar kir ku ciwan her tim çavkaniya hêz û moralê ne û got, "Li her derê êrişî ciwanan bi taybetî jin ên ciwan dikin û dixwazin wan têk bibin. Lê belê me îro li Mêrdînê jî dît, hûn şopdarên wê tevgerê ne ku dibêje 'me bi ciwantî dest pê kir, em ê bi ciwantî bi ser bikevin'. Bi vê coş û moralê li dijî desthilatdariyê, ciwanên rêxistinbûyî, ciwanên HDP'î wê li her cihî têkoşîna xwe dewam bikin."

'LI KURDISTANÊ MIROV WINDA NABE, MIROV TÊ WINDAKIRIN'

Ayşe Acar Başaran jî diyar kir ku sala dawî bi dehan, bi sedan jin ji ber tundiya mêr jiyana xwe ji dest dan û got, "Desthilatdariyê ji nedîtî ve hat. Gulistan Dokû zêdeyî saleke nehatiye dîtin. Ji ber ku em zanin li Kurdistanê mirov winda nabin, mirov tên windakirin. Hîn jî desthilatdariyê li ser aqûbeta Gulistan Dokû bersivê nedaye. Çawişekî pispor dest avêt Îpek Er, bi rojan dîl hate girtin, ber bi xwekuştinê ve hate dehfdan û kiryar Mûsa Orhan ji aliyê kesên herî payebilind ên desthilatdariyê ve hate parastin, li derve bi hêsanî digere. Jinên ku li dijî vê yekê têdikoşin, bi her awayî dibin hedefa desthilatdariyê."

'ME SOZ DANE JINÊN HATIN QETILKIRIN'

Dersim Dag jî bi Kurdî axivî û anî ziman ku jin bi sedan sal in tên qetilkirin, destdirêjî li wan tê kirin, yan jî tên windakirin, lê li dijî vê yekê ew her tim li ber xwe didin. Dag got, "Em ê li hemberî vê zîhniyeta bi serweriya mêr serê xwe netewînin. Ji bo jinên Kurd ên hatine kuştin, me îsal dest bi kampanyayekê kirin: 'Em niha rabin ser piyan, seferber bibin'. Bi saya vê kampanyayê me xwe gihand bi sedan jin ên ciwan, me zîhniyeta mêr ê serdest teşhîr kir. Pinar Gultekîn, Gulistan Dokû, Îpek Er û jinên mîna wan bûn hedefa êrişê, hatin kuştin sedema me ya raperînê ye. Em careke din sozê didin wan jinan, heta azadiyê em ê têkoşîna xwe dewam bikin."