Koleja Netewî ya Pispor a Zayinê û Jînekologa Frensî ( CNGOF), ji bo ku jin di temenê xw e yên pêşveçûyî de bibe xwedî zarok dixwaze jin di temenê xwe yê zû de hêkên xwe bi parêze. Ger ku parazvanên qanûnan jî vê pêşniyarê erê bikin li Franseyê di mijara dayikbûnê de li gorî hin nêrînan demeke nû ya ku wekê ‘şoreşê’ tê bi navkirin dê dest pê bike.
Ev pêşniyar niha tenê di asta nîqaşan de ye. GNGOF diyar dike ku bi teknîka cemidandina hucreyên zêdebûnê ya bi herî lezgîn ku weke ‘vitrification ovocytaire’ tê binavkirin re hêkan biparêzin. Teknîka mijara gotinê ye di tîrmeha 2011’an de bi qanûna bio-etîk li Franseyê hat qebûlkirin.
LI GORÎ LÊKOLÎNAN JI DI TEMENÊ DERENG DE JÎ DIBE DAYIK
Di hemû lêkolînan de tê xuyakirin ku li Franseyê hemû jin dereng dibin dayik. Enstîtuya Lêkolînê ya Demografîk a Netewî lêkolînek weşand û hat diyarkirin ku temenê zayina jinê Fransayê li gorî sala 1974’an 4 sal pêşde çûye û ji 24’an gihişt 28’an. Lê di mijara zayinê de temeneke ku nayê guhertin: temenê 35’an. Ji vî temenê şûnde bi jinan re di warê hucreyan de paşvçûnek dertê holê.”
Serokê CNGOF’ê pispor Bernard Hedon wiha got: “Jinên ku rastî tedawiya stewrkirinê tên dikarin serî li vê rêbazê bidin. Jinên ku zû naxwazin bibin dayik û dixwazin di temenê pêş de bibin dayik divê hucreyên zêdebûnê biparêzin.”