Jin diçin Gimgimê

Meclîsa Azadiyê ya Jinan ragihand ku wê biçin navçeya Gimgim a Mûşê ya gerîla Kevser Erturk (Ekîn Wan) piştî hat qetilkirin cenazeyê wê bi awayekî tazî li erdê hat kaşkirin û banga “Em biçin Gimgim” li jinan kir.

Meclîsa Azadiyê ya Jinan (MAJ), ragihand ku wê biçin navçeya Gimgim a Mûşê ya gerîla Kevser Erturk (Ekîn Wan) piştî hat qetilkirin cenazeyê wê bi awayekî tazî li erdê hat kaşkirin.

MAJ a daxuyaniyeke nivîskî weşand got: "Em pir baş dizanin bê çima gerîlaya jin Kevser Erturk (Ekîn Van) hat tazîkirin. Ji ber ev şer bi qasî li hember Kurdan, li hember civak û jinan jî hatiye pêşxistin.

MAJ ji bo jinên Kurd bi tenê neyên hiştin bang li jinan kir ku werin Gimgimê û wiha dewam kir: "Em li Gimgimê piştevaniya xwe ya jin, mirovatiya xwe, hezkirin û hurmeta xwe nîşan bidin. Ji bo em careke din venegerin salên 90’an. Li welatê me li ser navê me komkujî neyên kirin em ji Gimgimê destpê bikin. Ji bo pêşxistina piştevaniya jinan a li Gimgimê, em bi tevayî jinên ku dixwazin piştevaniyê bi jinên li Gimgimê şahidî ji şîdet û tehdîda dewletê re kirin, 19’ê Tebaxê saet 13.00’an li Gimgimê tên gel hev.”