Jin dadikevin qadan

Jin dadikevin qadan

Li Bakûrê Kurdistan û Tirkiyeya ku yek ji welatên herî zêde jin li rastî tundiyê tên, dê jin Roja 25ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinê dabikevin qadan û dê ji tundiya li ser jinan re bêjin “Êdî bes e.”

Meşên bi pêşengiya Platforma Em ê Cinayetên Jinan Rawestînin, dê ji aliyê gelek rêxistinên jinan ve were li gelek navendên Bakûrê Kurdistan û Tirkiyeyê bên lidarxistin.

Tê payin ku yek ji xwepêşandanên herî mezin roja 25ê Mijdarê li Stenbolê pêk bê. Ev meş weke “Meşa Mezin a Jinan” tê binavkirin û tê payin ku tevî malbatên jinên bûn qûrbanên cinayetan, bi dehezaran jin beşdar bibin.

Li Amedêjî bi hezaran jin dê li hemberî tundiya li hemberî xwe dabikevin qadan û dê ji Deriyê Rihayê heta Deriyê Çiyê bimeşin. Meşa bi navê “Ji Qirkirina Jinan û Tecrîdê re Na” ji aliyê Tevgera Jinên Demokratîk û Azad ve tê lidarxistin.

Li bajarê Bakûrê Kurdistanê Êlihê ku demek bi xwekuştinên jinan dihat bîra mirov, jî dê bi hezaran jin 25ê mijarê meşek li dar bixin. Meş ji aliyê rêxistinên jinan, sendîka û BDPê ve tê destekkirin.

Li gel Amed û Êlihê, dê hema bêje li her bajar û navçeyên Kurdistanê roja 25ê mijdarê jin dabikevin qadan. Di serî de li Colemêrg , Wan û Botanê dê li her derê jin çalakî li dar bixin.