'Jin bi ruhê Sêvê, Fatma û Pakîzeyan li ber xwe didin'

Gerîlayên jin têkildarî 8'ê Adarê axivîn û gotin, "Jin bi ruhê Sarayan, Sêvêyan, Pakîzeyan, Ekînan, Kader Ortakkayayan û gelek berxwedêrên din ên jin li qadan têdikoşin."

Gerîlayên jin têkildarî 8'ê Adarê axivîn û gotin, "Jin bi ruhê Sarayan, Sêvêyan, Pakîzeyan, Ekînan, Kader Ortakkayayan û gelek berxwedêrên din ên jin li qadan têdikoşin."

'JIYANA AZAD BI JINÊ RE PÊKAN E'

Berjîn Gever da xuyakirin ku 8'ê Adarê têkoşîna jinên berxwedêr ên neheqiyê qebûl nakin e û got, "8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li cem me xwedî wateyeke gelekî kûr e. Mîna ku Rêber Apo dibêje; jin ne tenê di 8'ê Adarê de divê her roj ji bo jiyana azad têbikoşin. Em jinên PKK'yî bi vî rengî dinirxînin. Û azadî bi şerkirin û bi têkoşînê bi dest dikeve. Pêwîste em jin ji bo azadiya xwe têkoşîneke bê eman bimeşînin."

Gever bal kişand ser temsîliyeta edalet û wekheviyê li cem jinê û destnîşan kir, ku jiyana azad bi jina azad re pêkan e.

'BI RUHÊ SARAYAN Û SÊVÊYAN RE BER BI AZADIYÊ VE DIMEŞIN'

Gever zexta giran a li hemberî jinê bibîr xist û got, "Di şexsê 129 jin ên ji ber berdêla keda xwe xwestin hatin qetilkirin, di şexsê Sara, Leyla û Fîdan ên ji ber pêxistina agirê şoreşê li Parîsê hatin qetilkirin û di şexsê Sêvê, Fatma û Pakîzeyan ên ji ber geşkirina agirê şoreşê hatin qetilkirin, hat xwestin ku jina azad bê kuştin. Jinên li hemberî van komkujiyan bêdeng nînin, bi vî ruhî re her derê vediguherînin qada berxwedanê. Jinên ku bi nasnameya xwe re jiyanê tercîh dikin, ji bo hesabê hezaran aslan bipirsin û jiyana ji wan hatiye stendin bi dest bixin, xwe bi rêxistin dikin û têdikoşin." Gever ji bo jiyaneke azad bang li hemû jinên cîhanê kir, ku tevlî nava refên berxwedanê bibin.

'ŞOREŞA ROJAVA YA BI PÊŞENGIYA JINÊ, LI BAKURÊ KURDISTANÊ DEWAM DIKE'

Gerîla Faraşîn Şivan ku cara yekemîn e 8'ê Adarê li nava refên gerîla pêşwazî dike got, "Ji ber ku milîtana partiya jinê PKK'ê me û rojeke bi vî rengî pîroz li çiyê, bi hevrêyên xwe re pêşwazî dikim, gelekî bi şens im. Ji ber ku di roja îro de yên têkoşîna azadiya jinê di asta herî bilind de dimeşînin PKK û PAJK e."

Gerîla Faraşîn Şivan bibîr xist, ku li Rojavayê Kurdistanê bi pêşengiya jinê şoreş pêk hat û got, "Şoreşa bi pêşengiya jinê li Rojava destpê kir, îro li Bakurê Kurdistanê dewam dike. Berxwedana jinan a li Sûr, Cizîr, Nisêbîn, Silopiya û bajarên din, daxwaz û dilsoziya jinan a bi azadiyê re radixe pêş çavan. Em jinên berxwedêr ên leheng Sêvê, Pakîze, Fatma di vê roja girîng de bibîr tînin û soz didin ku em ê xwedî li bîranînên hemû şehîdên xwe derkevin."

'JIYANA DEMOKRATÎK WÊ BI JINAN RE BI SER BIKEVE'

Gerîla Derya Amargî jî da zanîn, ku ti şoreş bêyî jinê bi ser nakeve û got, "Ez 8'ê Adarê li hemû jinên li çeperan, li qadan ji bo azadiyê li ber xwe didin pîroz dikim û hemû şehîdên me yên hêja bi rêzdarî bibîr tînin. Ez di wê baweriyê de me ku berxwedana bi heybet a jinan wê bi serketinê re tacîdar bibe. Wê zîhniyeta despotîk û qetlîamker bi têkoşîna jinê re hilweşe. Jiyana demokratîk a daxwaza mirovahiyê ye, wê ji aliyê jinên berxwedêr ve bê afirandin."

'ŞERÊ JI BO AZADIYÊ ERKA HEMÛ JINAN E'

Gerîla Stêrk Ejder jî bal kişand ser girîngiya kûr a 8'ê Adarê ji bo gerîlayên YJA Starê û got, "Girîng e jin li cihê lê ne rabin serhildanê. Li hemberî komkujiyên li Bakurê Kurdistanê diqewimin, divê ti jin bêdeng nemîne. Ji ber ku zîhniyeta qetlîamker ne tenê ji aliyê fîzîkî ve dixwaze ji aliyê ruhî û ramanî ve jî jinê di her kêliyê de qetil bike. Lewma şerê li dijî van komkujiyan, şerê ji bo azadiyê erka hemû jinan e. Her jina dixwaze bi awayekî azad bijî, divê tevlî vê berxwedanê bibe."

...