BI DÎMEN

Ji Qibrisê heta bi Efrînê heman stratejî: Mêtingerî

Aktîvîstê siyasî yê ji Qibrisê Oz Karahan got, "Tirkiye çawa ku li Qibrisê kir, li Sûriyeyê jî hewl dide bi rêya hevkarên xwe yên xwecihî xwe mafdar nîşan bide. Lê belê yê ku sûcê şer û sûcê li dijî mirovahiyê dike Tirkiye bi xwe ye."

OZ KARAHAN

Li Dadgeha Gelan a Rojava ku ji aliyê Dadgeha Gelan a Daîmî (PPT) ve di 5-6'ê Sibatê de li paytexta Belçîka Brukselê hate lidarxistin, sûcên dewleta Tirk ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin nirxandin û dewleta Tirk hate darizandin. Yek ji raporên pisporan ên herî girîng ku pêşkêşî dadgehê hate kirin, ji aliyê aktîvîstê siyasî yê ji Qibrisê Oz Karahan ve hate amadekirin. Di raporê de sûcên li Efrînê yên di navbera salên 2018-2024'an hatin belgekirin. Karahan li ser dagirkeriya Tirkiyeyê ya sala 1974'an a li Qibrisê û dagirkirina Efrînê axivî ku dişibin hev.

Oz Karahan anî ziman ku li Dadgeha Gelan a Rojava mêtingeriya bi bicihkirina mirovan a li Efrînê, guhertina nifûsê û polîtîkayên koçberiyê yên ji neçarî hatin nirxandin û got, "Di rapora pisporî de ya ku me ji bo vê dadgehê amade kir, me nîşan da ku pêvajoya dagirkeriyê ya ku sala 2018'an destpê kir û polîtîkayên mêtingeriya bi rêya bicihkirina mirovan a li Qibrisê ya piştî dagirkeriya sala 1974'an dişibin hev. Tirkiye ji bo demografiya herêmên dagirkirî biguherîne endezyariya nifûsê dike. Li Efrînê gelê xwecihî bi zorê koçber dike û li şûna wan jî malbatên ji komên etnîkî yên cuda, Tirkmen û Ereb ên dilsozê Tirkiyeyê ne, bi cih dike. Rê û rêbazên mêtingeriya bi rêya bicihkirina mirovan ên bi rengê jêbirina nasnameya çandî, guhertina mufredata perwedeyê, talankirina çavkaniyên aboriyê û mayindekirina hebûna leşkerî li vê derê xistin dewrê."

Karahan destnîşan kir ku dewleta Tirk li Efrînê û herêmên din ên dagir kiriye sûcên şer û sûcên li dijî mirovahiyê dike û diyar kir ku ev sûc li gorî hiqûqa navneteweyî divê bêne darizandin.

'DADGEHÊN GELAN JI BO TÊKOŞÎNA HIQÛQÊ YA NAVNETEWEYÎ GIRÎNG E'

Di dewama axaftina xwe de Karahan anî ziman ku binpêkirina mafên mirovan a li herêmên dagirkirî divê di çaroveya sûcên li dijî mirovahiyê û sûcên şer bêne nirxandin û têkoşîna hiqûqî û siyasî jî li ser esasê zanekirinê bi rengekî pêngavî bê meşandin. Karahan got, "Divê raya giştî ya navneteweyî piştgiriyê bide têkoşîna siyasî û hiqûqî. Lewma Dadgeha Gelan a Rojava xwedî girîngiyeke mezin e. Dadgehên gel ji bo gelên ku nikarin xwe bigihînin pêvajoyên darizandinê yên fermî, ji salên 1970'î û vir ve bûye mekanîzmayeke girîng ku tê bikaranîn Delîlên li vê derê têne pêşkêşkirin, şahid û raporên têne amadekirin ji bo dozên navneteweyî yên paşerojê wê zemîneke hiqûqî ava bikin."

'TIRKIYE HEWL DIDE BI RÊYA HEVKARÊN XWE YÊN XWECIHÎ XWE MAFDAR NÎŞAN BIDE'

Karahan got, dewleta Tirk hewl dide sûcên xwe yên li herêmên dagirkirî bi rêya komên hevkarên xwe yên herêmî binixumîne û bi bîr xist ku ev stratejî di dema dagirkirina Qibrisê de jî hate bicihanîn. Karahan got, "Tirkiye mîna ku li Qibrisê kir li herêmên dagir kiriye rêveberiyên sexte ava dike û hewl dide ji hiqûqa navneteweyî bireve. Piştî sala 1974'an li Qibrisê rêxistiniyek bi navê 'Komara Tirk a Bakurê Qibrisê' ava kir û hewl da berpirsyariya sûcên xwe bixe stuyê vê rêxistiniyê.

Em heman taktîkê li Efrînê jî dibînin. Rêveberiya ku bi destê hevkarên xwe yên li Efrînê ava kiriye dide pêş, îdîa dike ku di sûcên têne kirin de berpirsyariya xwe nîne. Lê belê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) di dozên Qibrisê de biryarên girîng da ku ev argumana Tirkiyeyê rizand.

Di sala 2018'an de dozên ku Efrîniyan li DMME'yê dan destpêkirin bi hinceta ku rêyên hiqûqî yên navxweyî bi temamî nehatine bikaranîn hatibû redkirin. Lê belê biryarên mînak ên li Qibrisê dikarin bêne şopandin û dozên nû bêne destpêkirin. Ji ber ku rêveberiya sexte ya ku Tirkiyeyê li Efrînê ava kir, bi temamî bi Tirkiyeyê ve girêdayî ye mekanîzmayeke ku sûc dike."