Milîsên HBDH’ê otomobîl û mînîbuseke faşîstan dan ber agir
Milîsên Fikrî Baygeldî yên HBDH’ê li Bûrsayê otomobîl û mînîbusek faşîstan dan ber agir.
Milîsên Fikrî Baygeldî yên HBDH’ê li Bûrsayê otomobîl û mînîbusek faşîstan dan ber agir.
Milîsên Fikrî Baygeldî yên Tevgera Şoreşê ya Yekbûyî ya Gelan (HBDH) bi wesîleya Komploya 15’ê Sibatê, di 8 û 10’ê Sibatê de li Bûrsayê otomobîl û mînîbusekÎ faşîstan dan ber agir. Wesayît bi temamî şewitîn.
Milîsên Fikrî Baygeldî yên HBDH’ê wiha got: “Faşîzma AKP-MHP’ê polîtîkayên xwe yên zext, asîmîlasyon û îmhayê yên li Tirkiye û Kurdistanê bêyî navber didomîne. Êrîşên li ser Rojava û Başûr, bombebarana li ser gelê Rojava, tecrîda li ser girtiyên şoreşgerî û bi taybet li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan armanca sereke ya faşîzmê nîşan dide.
Di salvgera Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê de mîrateya ku Fedaîyên Hûn Nikarin Roja me Tarî Bikin ji me re hiştine, di destê gelên Rojava ku li Bendava Tişrînê tevî bombebarana faşîzmê cihê xwe naterikînin, gerîlayên azadiyê ku li çiyayan li ber xwe didin, hevreyên me yên li zindanan li ber xwe didin, milîsên HBDH’ê ya ku bajaran dike kabûsa faşîzmê de ye.
Em hişyarî didin hemû hevkarên faşîzma AKP-MHP’ê! Em ê hesaba komkujiyên li dijî gel bipirsin! Dewleta faşîst ku sûcê şer dike û hemû kes û saziyên ku şer fînanse dikin hedefa me ne! Em ê sermayeyê ji dilê wê, ji bajaran lêdin!
Em çalakiya xwe diyarî Fedaîyên Hûn Nikarin Roja me Tarî Bikin dikin. Em bang li hemû gelê xwe dikin ku li dijî faşîzmê di refên HBDH’ê de birêxistin bibin.”