Berdana Karataş ê 31 sal girtî ye dîsa hat taloqkirin
Ramazan Karataş ê ku 31 sal in girtî ye û li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Eregliyê tê girtin, cara 4’emîn e berdana wî tê taloqkirin.
Ramazan Karataş ê ku 31 sal in girtî ye û li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Eregliyê tê girtin, cara 4’emîn e berdana wî tê taloqkirin.
Girtiyê siyasî Ramazan Karataş ê ku 31 sal berê hat girtin û li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Ereglî ya Konyayê di hucreya yek kesî de tê girtin, berdana wî ji aliyê Lijneya Îdare û Çavdêriyê ve cara 4’emîn hat taloqkirin. Karataş di sala 1993'an de hat girtin û cezayê muebetê lê hat birîn. Karataş bi dorê li girtîgehên Erzirom, Trabzon, Mûşê, Stenbol û Balikesîrê ma. Karataş ev 3 sal in li Girtîgeha Girtî ya Ewlekariya Bilind a Eregliyê tê girtin.
Di biryara ku ji Karataş re hat şandin de hat gotin ku ji ber "ne poşman e" û “girêdayî rêxistinê ye” berdana wî 9 mehan hat taloqkirin.
Lijneya Îdare û Çavdêriyê beriya niha bi heman hincetê 2 caran 6 meh û carekê jî 3 meh taloq kiribû.