Li Kerboran û Ceyhanê herî kêm 5 kes hatin binçavkirin
Li navçeya Ceyhan a Edeneyê herî kêm 4 kes, li navçeya Kerboran a Mêrdînê jî kesek di encama serdegirtina malan de hatin binçavkirin.
Li navçeya Ceyhan a Edeneyê herî kêm 4 kes, li navçeya Kerboran a Mêrdînê jî kesek di encama serdegirtina malan de hatin binçavkirin.
Li Kerboranê polîsên tevgera taybet avêtin ser malekê.
Li gorî agahiyan serdegirtin di çarçoveya lêpirsîna têkildarî beşdarên çalakiya şermezarkirinê ya li dijî qeyûm hatiye kirin.
Di encama serdegirtinê de kesê bi navê Abdûrrahman Gezer hate binçavkirin û ferdên malbatê jî rastî tundiyê hatin. Gezer birin Midûriyeta Emniyetê ya Bajêr.
EDENE
Li navçeya Ceyhan a Edeneyê di çarçoveya lêpirsîna têkildarî parvekirinên li medya dîjîtal herî kêm 4 kes hatin binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin bi vî rengî ne: Nedîm Taş, Ferhat Kayran, Dogan Batûr, Necat Eşîm.