Çalakiya Meşa Dirêj a bi wesîleya 26’emîn salvegera Komploya Navneteweyî li bajarê Lorient ê Fransayê ji aliyê 26 çalakvanan ve hatî destpêkirin, berdewam dike. Çalakvanên meşê îro gihîstin bajarê Strasbourgê û ji aliyê gelê Kurd ve hatin pêşwazîkirin. Her wiha ji Qada Kleber heta Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Strasbourgê meşek hate lidarxistin.
Beriya meşê ji bo şehîdên şoreşa Kurdistanê merasîma rêzgirtinê hate lidarxistin. Di çalakiyê de gelek caran dirûşmeyên “Bijî Rêber Apo” , “Bê Serok jîyan nabe” , “Ji bo pirsgirêka Kurd çareseriya siyasî’’ û “Jin, jîyan, azadî” hatin berzkirin û êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava hatin protestokirin.
Meş li pêşiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Strasbourgê bi dawî bû û piştre mitîngek hate lidarxistin. Di mitîngê de Parlamenterê PE’yê Emmanuel Fernantes jî axivî. Emmanuel Fernantes diyar kir ku muxatabê pirsgirêka Kurd Rêber Apo ye got ku divê tavilê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo were dabînkirin.
Emmanuel Fernantes di dewama axaftina xwe de bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava jî û destnîşan kir ku divê paradîgmaya Rojava ya wekhev, ekolojîk û azadiya jinan esas digire were parastin. Fernantes piştre anî ziman ku ev paradîgma ji bo Sûriyeyê jî çareserî ye û got ku em ê hevgirtina xwe ya li gel gelê Kurd mezintir bikin. Emmanuel Fernantes di dawiya axaftina xwe de jî ji bo tevlîbûna mitîng û meşa dîrokî ya ku dê 15’ê Sibatê li bajarê Strasbourgê were lidarxistin, bang kir.