ROJEVA 13'Ê SIBATA 2025'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Bûyerên piştî hevdîtinên bi Rêber Apo re diqewimin wê bêne şopandin.

Endama Komîteya Navendî ya PKK'ê Hêlîn Umît destnîşan kir ku sîstema qirkirinê ya Îmraliyê êdî nikare dewam bike û got, "Eger tiştek ji Rêber Apo tê xwestin, eger bang jê tê xwestin, ji bo karibe vê bike divê azad be û xwedî derfetên karkirinê be."

Koordînasyona KJK'ê têkildarî salvegera komploya navneteweyî daxuyaniyek weşand û got, "Êdî em nikarin tehemûl bikin ku Rêberê me 15'ê Sibateke din li nava sîstema qirkirinê ya Îmraliyê derbas bike."

Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê, ji bo têkbirina komployê bang li gelê Kurd û dostên wan ên li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat kir ku dakevin qadan.

Komîteya Zindanan a PKK-PAJK'ê komploya navneteweyî şermezar kir û berxwedana dîrokî ya li Îmraliyê silav kir.

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Herêmên Parastinê yên Medyayê û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

Aktîvîstê siyasî yê ji Qibrisê Oz Karahan got, "Tirkiye çawa ku li Qibrisê kir, li Sûriyeyê jî hewl dide bi rêya hevkarên xwe yên xwecihî xwe mafdar nîşan bide. Lê belê yê ku sûcê şer û sûcê li dijî mirovahiyê dike Tirkiye bi xwe ye."

Li Wanê desteserkirina îradeyê û berxwedana li dijî vê yekê wê bê şopandin.

Şêniyên Wanê nerazîbûn nîşanî cezakirina hevşaredar Abdullah Zeydan dan û anîn ziman ku wê rê nedin qeyûman, wê îradeya xwe teslîm nekin û berxwedana xwe dewam bikin.