Ji Meclîsa Jinê ya Şengalê peyama 8'ê Adarê

Meclîsa Jinê ya Şengalê bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê daxuyaniyek da û bi gotina "Berxwedana we berxwedana me ye" soz da ew ê jinên di destê çeteyan de esîr hatine girtin, rizgar bikin.

Meclîsa Jinê ya Şengalê, bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li çiyayê Şengalê daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku ew bi felsefeya jiyanê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re xwe ji nû ve birêxistin dikin û hat gotin, "Di serî de Rêber Apo em Tevgera Azadiyê ya Kurd ku civaka Êzidî ji hemû komkujiyan rizgar kir silav dikin û 8'ê Adarê li tevahiya jinên cîhanê pîroz dikin. Em hemû şehîdên xwe yên ji bo jiyana azad li xaka pîroz ji nû ve şîn bibe li ber xwe dan û şehîd ketin, bibîr tînin."

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin, ku jin û zarokên Êzidî yên di dema êrîşên çeteyan ên li hemberî Şengalê de hatin revandin, li bazarên koleyan hatine firotin û hat gotin, "Weke jinên Êzidî em ji niha û pê ve sîstema bi serdestiya mêr û dagirkeran qebûl nakin. Weke jinên Êzidî, di avakirina jiyana azad de em bi biryar in. Li dijî zilm û zordariyê em bang li her kesî dikin ku ji bo xaka Şengalê ji dijminê mirovahiyê çeteyên DAIŞ'ê paqij bikin, tevlî têkoşînê bibin. Werin em jiyana azad diyarî jinên Êzidî bikin."

Meclîsa Jinê ya Şengalê da xuyakirin, ku weke jinên Êzidî ew ê xwedî li kevneşopiya berxwedanê ya Sakîneyan, Bêrîvanan, Sêvêyan û Arînan derkevin û got, "Em careke din soza xwe dubare dikin; em ê bi felsefeya Rêber Apo re jiyana azad bi rêxistin bikin û tola jin û zarokên xwe yên esîr hatine hilînin. Di serî de li Sûr, Cizîr, Silopiya û Nisêbînê gelê Kurd li her derê têkoşîna jiyana xweser dimeşîne. Di serî de şervanên YPJ'yî yên li Rojava li ber xwe didin em hemû jinên berxwedêr silav dikin. Weke jinên Êzidî em dibêjin; berxwedana we berxwedana me ye. Bijî 8'ê Adarê, Bijî Têkoşîna Jinên Êzîdxan, Bijî Têkoşîna Jinên Cîhanê."