Ji Komîsyona Jinan ya KNK’ê peyama 25’ê Mijdarê

Ji Komîsyona Jinan ya KNK’ê peyama 25’ê Mijdarê

Komîsyona Jinan ya KNK’ê bi daxuyaniyekî nivîskî û ragihand ku, ger sala 1960’an li Komara Domînîkê bi tecawizkirin û kuştina trajîk ya sê xuşkan hejiya be, îro li Rojhilata Navîn heman bûyer di qewimîn. Komîsyonê diyarkir ku, AKP bi lihevkirinên qirêj tundiyê dimeşîne.

Komîsyona Jinan ya KNK’ê têkildarî 25’ê Mijdarê Roja Tekoşîna li Dijî Tundiya li Hemberî Jinê daxuyaniyek da û diyarkir ku, bi yeketiya jinên Kurd û bihêzkirina tekoşîna azadiyê ew 25’ê Mijdarê pêşwazî dikin. Komîsyonê di daxuyaniya xwe de balkişande ser tundiyên li her çarperçeyên Kurdistanê.

Daxuyaniya Komîsyona Jinan ya KNK’ê wiha ye:

“Li gelek deverên cihanê yên cûda weke berhema sistema destelatdar ya bavsalarî şer diqewmin. Yek ji navenda van şeran jî Rojhilata Navîne. Di van şeran de di serîde jin û zarok dibin qurbanên herî mezin ya tundiyê. Hem di warên bedenî, abarî, siyasî hem jî di warê civakî u derûnî rojane bi tundiyê re rû bi rû dimînîn.

Gelê Kurd weke netew jî ji ber hatiye parçekirin dibe qurbanyên tundiya dewletan bi giştî jin u bi taybeytî jinên Kurd para herî mezin ji vê tundiyê digrin. Eger sala 1960 li Komara Domînîk bi tecawizkirin û kuştina trajîk ya sê xuşkan hejiya be, îro li Rojhilata Navîn rojane bûyerên weke li Komara Domînîk diqewimin û ev li ber çavên cîhanê pêk tên.

‘TECAWIZ, KUŞTIN, DARVEKIRIN Û TECRÎD PARA KUDANE’

Kuştin, tecawiz, qanûnên cîhekar, darvekirin, tecrîd u zextên li zindan u li kolanan para gelê Kurde u bi taybet tecîrta şidandî ya ser Rêberê Gelê Abdullah Ocalan ji alî hikumeta AKP u dewleta Tirk ve tenê bi bakûrê Kurdistanê ve sînordar nemaye. AKP bi polîtîkayên tundiyê û bi lehevkirinên qirêj bi rêxistnên Selefî û al -Qaîde re şoreşa azadîya gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê tehdîd dike. Li alîyekî din bi bûyerên dawî ya li Kerkûk u navçeyên din ya sînorê herêma Kurdistanê derket holê ku azadîya nîvco ya gelê Kurd tu gerantiya wê nîne u di bin tehdîdê de ye. Di heman demê da asta tundiya nava civakê li Başurê welat roj bi roj zêde dibe.

‘MÎNAKA VÊ BERXWEDANÊ 9 JINÊN LI GIRTÎGEHA AMADÊ NE’

Rewş li Iranê cudatir nîne rejîm hîn jî li hember gelê Kurd u jinên berxwedêr tundiyê di hemû aliyan de bikartîne u qurbaniyên mezin jin û ciwanin. Lê li hember vê tundiya piralî berxwedanêke bêhempa li hemû qadan da hatiye bilind kirin. Di qadên serbazî, siyasî, civakî û sazîbûnê li meydanan bigire heya zindanan kirina qada têkoşîn u berxwedanê. Mînaka herî dawî gireva birçîbûnê ku bi pêşengiya 9 jinan li zîndana Amedê destpêkir û bi berxwedanêke bi heybet hat bi encam kirine. Dîsa têkoşîna jinên kurd li Rojavayê Kurdistanê hemû demsal kirin bihar u bi biryardarî berve azadîyê ve dimeşin.

BANGA TEKOŞÎNÊ BILIND BIKIN

Edî ji her demê zêdetir bi zelalî rastiya ku derketiye holê ewê ku jin bi rêxistinbûyîna xwe dikarin azadiyê bidestbixin. Ji bo vê jî em bangewazî li hemû jinan dikin da ku bi xwe rêxistinkirinê, bihêzkirinê u bilinkirina têkoşînê xwedî li nirxên neteweyî , demokrasî, civaka bi exlaq û polîtîk derkevin û bi xebatên neteweyî re têkoşîna zayendî bilind bikin û weke hêza sereke ya xeta têkoşîna demokrasiya gelan de şoreşa civakî biserbixen. Ji bo serxistna erka demê li meydanan dengê xwe bilind bikin û azadîya Birêz Ocalan û ji bo gelê Kurd statûya siyasî ji hemû demê zêdetir biqîrîn.