Ji KJB û PAJK’ê daxuyaniya 25’ê mijdarê

Ji KJB û PAJK’ê daxuyaniya 25’ê mijdarê

KJB û PJAK’ê biboneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Hemberî Tundiya Jinê daxuyanî dan. KJB’ê diyar kir ku, yekane jiyana bê jiyan kirin jiyana azade. PJAK’ê jî da zanîn ku, divê jinên Kurd û tirk li dijî polîtîkayên tecawîz, kuştin, tundî û bê exlaqiya AKP’ê berxwedana xwe bilind bike.

KJB’ê di daxuyaniya xwe de wiha got: “Em di 25’ê mijdarê de hemû jinên ku bûne qurbana tundiyê û jinên ku li hemberî tundiyê di têkoşiyane û jiyana xwe ji dest dane bibîr tînin.

Ev 5 hezar sale li hemberî jin, gelan û bindestan tundî bi awayekî sîstematîk tê meşandin. Pêkanînên dewlet, artêş, tore, şerê mêr yê serdest, lêdanê di her qada jiyanê de serdeste. Mînaka dawî de jî li Rojhilata Navîn ji ber berjwendiyên hegomonîk gelan dikişînin nava şer. Bê gûman fatureyan herî giran ya şer li jinan tê birîn. Tundî wekê rêbaza biçûkxistin, tunekirin û biyanîkirinê tê bikaranîn.

Di roja me ya îro de jinên Kurd û gelê Kurd bi her cureyê tundiyê dewleta faşîst-tirk re rû bi rû ye. di navber çavsorên faşîzma-dîktatoral ya Komara Domînîk ku bi armanca muxalefetê biperçiqîne 3 xwişkên hev û bi hezaran kes tunekirin û AKP’ê de tu ferq nîne. Faşîzma AKP’ê jî herî zêde jinan dike hedef û bi operasyonên êrîşên hiqûqî, îşkence û êrîşa zayendî hewl dide vîna jinên Kurd bişikîne. Di şexsê jinên Kurd de dixwaze gelê Kurd dîl bigire.”

KJB’ê bang li hemû jinan kir ku, divê li dijî her cureyê tundiyê xwe bi rêxistin bikin û wiha got: “Şerên cîhanê yên bi serdestiya mêr tên meşandin dixwaze jinê ji derveyê jiyanê bihêle, ji derveyê pergalê bihêle. Ji ber vê jî ger li dijî vê jin bê deng bimînin, tê vê wateyê ku careke din mafên xwe teslîmê kesên ku cîhanê heq nakin. Ji ber vê jî divê hemû jin tevlî têkoşînê bibin û eniya azadiyê bi hêz bikin, ji tundiyê re bêjin êdî bese.

Li ser vî bingehî em hebû hevalên xwe yên jin di vê rê de jiyana xwe ji dest dane bibîr tînin û hemû hêzên serdest û dewltê şermezar dikin. Em têkoşîna xw eya bi wan re dîsa nû dikin û em dibêjin ku jiyana ku yekan bê jiyîn, jiyana azade.”

PAJK: TÊKOŞÎN DIVÊ BILINDTIR BE

Koordînasyona PAJK’ê jî da zanîn ku divê di vê rojê de jin li dijî tundiya li ser jinê têkoşîna xwe bilind bikin û li dijî tundî, tecawîz, înfaz û bê exlaqiya AKP’ê bibin xwedî helwest.

PAJK’ê di peyama xwe de wiha got: “Di bûyera xwişkên Mîrabel yên Domînikê ya 25’ê Mijdara 1960’an de 52 sal derbaz bû. Ev dîrok wekê bi dawîkirina tundiya li hemberî jinê ya cîhanê hat qebûl kirin. Em jinên Kurd jî hemû cureyên tundiyê yên li ser jinê şermezar dikin û ji bo tundiya li ser jinê bidawî be banga bilindkirina têkoşînê dikin.

Hikûmeta AKP’ê li dijî hemberî jinê tacîz, tecawîz û tundiyê rewa dike. Ji bo jin li hemberî mêr serî bitewîne qanûnan derdixîne û prîmê dide tecawîzê. Di dema faşîzma AKP’ê de taciz, tecawîz û tundî zêde bûye û wiha ji bo tecawîzê jî kilifê qanûnê di cih de ditiye. Li ser vî bingehî kevneşopiya dewlet û desthilatdariyê li civakê aşî kirine.

Em bang li hemû jinan dikin ku divê li dijî polîtîkayên qirêj yên AKP’ê di çarçoveya berxwedana topyekun de berxwedana xwe bilind bikin û li djî tundî, tecawîz, înfaz û bê exlaqiya AKP’ê têkoşîna xwe bikin û bibin xwedî helwest. Em soza xweya ji bo bilindkirina têkoşîna li hemberî tundiya li ser jinê nû dikin û ji tundiya li ser jinê re dibêjin BES!