Ji KJB’ê bo jinên Îranê banga têkoşîna hevpar

Ji KJB’ê bo jinên Îranê banga têkoşîna hevpar

Endama Koordînasyona rêxistina sîwan a jinan KJB’ê ku xwe li Kurdistan, Rojhilata Navîn û gelek deverên din bi rêxistin dike Besê Şîmal li hemberî zextên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê li hemberî jinan pêk tê, banga têkoşîna hevpar li jinan kir. Şîmal got: “Her wiha bi tevgera azadiya jinên Kurdistanê re jî di nava diyalogê de bin. Li Îranê di bin sêwanekî de eniyeke hevbeş ya jinan divê saz bikin. Enceq wexta di nava bihevşêwirîn û piştgiriyê de bin wê xwekuştinên jinan li Îran û Rojhilatê Kurdistanê kêm bibin.”

Endama Koordînasyona Koma Jinên Bilind (KJB) Besê Şîmal di beşa duwemîn a hevpeyvîna xwe ya li gel ANF’ê de bal kişand ser pirsgirêkên civakî yên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê û bi taybet rewşa jinan. Şîmal li hemberî zextên rejîma Îranê yên li ser jinan bang têkoşîna hevpar li jinan kir.

ÎŞARETA VÊ QIYAMETÊ Û KAPÎTALÎZM

Li gorî daneyên fermî yên Rêxistina Tendûristiyê ya Cîhanê her sal herî kêm bi sedhezaran kes xwe dikujin? Ev xeteriyek an jî felaket nade nîşandan?

- Niha bi taybet karekterê vê sedsala 21. cûdaye. Ya rastîn desthilatî û dewlet bi serdema kapîtalîzmê re dema xwe ya herî sazîbûyî, kûrbûyî û berfirehbûyî heye. Weke Rêbertiya me jî destnîşan dike, êdî desthilat xwe bişêweyeke bîo-desthilat di mirovan de dide jiyandin. Heta di her çavikeke civakê de xwe dihilberîne. Hema hema bû diyardeyeke zindî ya her timî xwe diafirîne û berbelav dike. Dikare were gotin ku desthilatî berbelavê nava tevahî civakê bû. Desthilatî bi pêşketina kapîtalîzmê re kareketereke wiha girt.

Mirov dikare vê serdemê weke serdema herî zêde şer zêde bûye, mirov têne kûştin, gel û netew hem têne qirkirin hem jî di komkujiyan re derbas dibin, qirkina jinan di radeyeke herî jor de tê jiyan kirin û cinsiyetparêzî dema xwe ya lûtkeyê dijî, îfade bike. Ji ber, di vê pêvajoyê de pergal herî zêde xwe binijadperestiyê, neteweperestî, dînparêzî, cinsiyetparêzî û zanistperestiyê bisazî kir û kûr kir. Ev bi awayeke berbiçav jî xwe wisa da der; zextên civakî pirr û pirr zêdebû, newekhevî pirr zêde kûr bû. Ne naskirina mafê azadiyê ji takekes heta jinan ji jinan heta gelan û baweriyan di her mijarek de pêşket. Ev rewşa heyî dibe sedem ku civak bikeve nava qeyraneke kûr. Mêtînkarî zehf kûr dibe. Her ku mêtînkarî kûr dibe hemû nirxên aborî di destê wan qismên desthilatdar de kom dibe û ti tiştek di destê civakê de namîne. Çi ji civakê dikin? civakê mehkûmê birçîbûnê dikin. Hemû maf û azadiyên civakê ji dest civakê digire, li ser esasê berjewendiyên xwe kiraseke hiqûqî lê dike ango bi qeyd û bendên hiqûqîve girê dide. Civak, ji azadiyê, ji heq û hiqûqê, ji adaletê û ji wekheviyê bêpar tê hiştin. Ma gelo civak dikare wisa bijî û xwe bidomîne? Helbet ne gengaz e! Wexta behsa rabûna qiyametê tê kirin tam jî behsa vê felaketa civakî dike. Yan ne weke têgotin wê di filan rojê û filan salê de dunya weke fizîkî serûbinê hev bibe. Jixwe qiyamet di sedsala 21. de rabû. Yan teoriyên din valane. Di vê em felaketê di vê çarçovê de fêhm bikin. Di rastiyê de îşareta vê qiyametê, bi destpêka derketina kapîtalîzmê re hatiye dayîn lê, di vê sedsalê de ev her ku çû kûr û berfireh bû.

-Salnameya Mayayan jî dîrokek felaketê îşaret dike.

-Eleqeya xwe nîne. Niha vê mijarê nîqaş dikin lê, jixwe qiyamet têra xwe rabûye. Jixwe jiyana niha heyî, jiyaneke cehennemiye. Yanî li ciheke însan lê nemaye tu dikarî li wir behsa hebûna jiyanê bikî? Ji ber vê yekê eger perspektîfeke cidî ya jiyaneke watedar, tekoşînek, rêxistinek, plan û projeyeke xwe nebe, her wiha eger rêxistinên xweser yên jinan, gelan, baweriyan û qismên cûda cûda nebe, ciheke tu pişta xwe bidiyê nebe wê ev, wana bibe xwekuştinan yanî mirinê. Yek ji sedema esasî ya zêdebûna xwekuştinan jî ev e.

Xwekuştin yek ji wan rêyane ku mirovên ji perspektîfên tekoşînê bêpar û bêaga, hilbijêrkeke xwe ya cûda eger nebe, serî lê têdayîn. Ji ber ku mirov êdî nikarin bijîn. Ne tenê kapîtalîzm, di herêma me de jî rejîmên destpotîk yên statûkoparêz hene. Di jêdera pirsgirêkê de sîstema desthilatdariyê heye. Kapîtalîzm îfadeya herî kûrbûyî ya sîstema dewletê ye. Sîstema kapîtalîst û ya desthilatî-dewletê sîstemeke qirkirinê, ya komkujiyê ye, sîstemeke nijadperest û faşîst e. Êdî hatiye wê asteyê ku mirov nikarin vê sîstemê rakin û di bin banê vê sîstemê de jiyan bikin. Yanî sînorên tehemûlê derbas dike.

Zêdetir ev meylên xwekuştinê û xwekuştinan bi nexweşiyên derûnî, depresyonî û ruhî ve girêdidin.

- Jixwe ma, yê van nexweşiyan diafirînin û berpirsyarên van nexweşiyên psîkolojîk û depresyonîk jî ev sîstem bixwe nîne?

Lê kes vê mijarê naxe ber lêpirsînê û berpirsyarên van nexweşiyan jî sîstemê nadin nîşan.

- Rast e lêpirsîn nakin. Beriya ev sîstema desthilatiyê saz bibe milyona salan mirov bi awayeke kom bihevre di nava aşitiyê de jiyan kirine. Her wiha di 6-7 hezarên dawiyê de jî mirov weke kom û civat bihevre jiyan kirine. Wexta tu digihijî heqîqeta vê sîstemê û fêhm dikî sîstemeke çawaye, wê demê dikare bi awayeke hêsan were dîtin ku ev sîstem çi xirabî kiriye. Beriya sîstema desthilatiyê ev felaket nîne. Ji ber ku qeyraneke bi vê şêweyê nîne. Qeyraneke exlaqî, zihnî û ruhî ya bi vê şêwazê nîne. Cûdakarî di navbera mirovan de nîne. Di wê demê de rêzgirtin, hezkirin, xweşbînî, bihev şêwirîn heye. Her wisa beriya her tiştî exlaq û wijdan, jiyana komînî, manewiyat pirr bihêz e û heye.

Niha ev sîstema desthilatdar û kapîtalîst manewiya civakê nehiştiye. Civak, bi manewiyata xwe civak e mirov, bi manewiyeta xwe mirov e. Mirov bi exlaqê xwe, hestên xwe, wijdana xwe, baweriya xwe, ziman, çand, huner û wêjaya xwe ve însane. Ne wisa?

-Rast e. Dîsa mirov, bi xwe bixwe birêvebirinê, bi îradeya xwe her tiştê xwe dayîna diyarkirin û polîtîkaya xwe ve mirov e. Yanî mirov di kombûna pêkanîna van hemû prensîban de dibe mirov. Wexta te van tiştên me rêzkirin tev ji destê mirov derxist û jê bêpar hişt, helbet mirov wê krîz û travma jiyan bikin.

Bi hindek tedbîrên hiqûqî û qanûnî, her wiha stargehan re ev pirsgirêk ji kokê de dikare çareser bibe?

- Eger ev li dijî sîstemê venegûhere tekoşîneke civakî ya birêxistî tu nikarî pêşî li xwekuştinan bigirî. Eger tekoşîneke bihêz ya civakî neyê dayîn dibe ku ji vê reqema heyî hîn jordetir û bi awayeke dijwartir, lezgîntir wê pirsgirêkên civakî yên di vê çarçoveyê de rû bidin û wê rojeva mirovahiyê dagir bike. Wê di salên pêş de ev mijarane tev, zêdetir rojeva me dagir bikin. Bifikire her tiştekî girêdayî te, nirxên girêdayî mirovbûn û mirovahiyê her timî tê dizînin, tê şêlandin û talankirin, tê mêtîngeh kirin, ji vê jî zêdetir tu bixwe her kêlî di bin mêtîngehiyeki de, ma tu yê bikarî bijî, ne gengaze ku mirov li roxmê vêya tev bijîn.

Herhal eger em jî tevlî vê tekoşînê nebûban mîsogere ku wê dawiya me jî xwekuştinba. Eger em jî bê alternatîfban, her wiha hilbijêrekeke me ya wek rêxistinê neba wê dawiya me jî cûdatir neba. Mirov li cihê ku wê jiyanê jiyan bikin û eger hilbijêrk ango alternatîfa xwe nebe mirinê li dewsa wê jiyana bêwate hatiye kirin dihilbijêrin.

Lê, di roja me ya îro de bêhêjmar rêxistinên mafê mirovan, rêxistinên şoreşger, rêxistinên sivîl û tekoşîneke rêxistinên femînîst didin meşandin hene. Yanî di her asteyekî de tekoşîn têne meşandin. Bes li roxmê van tekoşînan tev jî her ku diçe tund û tûjî û bi taybet jî xwekuştina mirovan zêdetir dibe. Gelo, di rêk û rêbazên tekoşînên van rêxistinan de ti kêmahî yanjî xeletiyek nîne?

-We anî ziman gelo, di tekoşîna wan de şaşitî hene. Lê, wer difikirim ku ji şaşitî zêdetir sedemên xwe yên cûdatir hene. Tê zanîn gellek rêxistinên mûxelefet yên dijberiya sîstemê dikin hene. Em ji saziyên civakî bigirin, heta asta şexsiyetan û qismên rewşenbîr, rêxistinên cûr be cûr hene. Di paradîgma, têgihiştin û bernameyên wan de dibe ku di rêk û rêbazên tekoşîna wan de ne bihûrtina parasdîgmaya desthilatiyê û sîstema heyî hebe. Beriya em paradîgma biguherin paradîgmaya me jî li gorî paradîgmaya desthilat û dewletê bû. Me li piştî demekî şûnde xetimandineke cidî di şêwazê tekoşîna xwede jiyan kir. Rêbertiya me îfade dike, birastî jî pirr û pirr di cihê xwedeye. Dibêje eger tu di heman rêkê re biçî tuyê di heman gûndî re derbikevî. Yanî eger rêyek diçe gundekî tu jî rabî heman rêyê bikarbînî helbet tû jî dê biçî heman gundî. Maneya vêya jî ev e; eger tu her timî heman rêbazan bikarbînî cihên tu bigihijiyê jî wê heman be. Eger rêbazên te li gorî paradîgmaya dewlet û desthilatiyê be û tû bêjî ezê desthilatî û dewleta heyî hilweşînim li dewsa wê jî dewlet û desthilatiya xwe saz bikim, her wiha di kêlekê de jî ezê azadî ji mirovan re nas bikim û sîstemek demokratîk saz bikim, nabe. Di xwezaya desthilatiyê de azadî nîne û nikare sîstemeke azadane jî ava bike. Dema tu bû desthilat jixwe nav li sere desthilatî yanî yê hikûm dike û bi darê zorê birêve dibe. Jixwe bi awayeke xwezayî tûyê li ser mirovan hikûm bikî û zextê bimeşînî da ku ew desthilatî jiyan bike, yan ne gengaze ku bidome. Dema te bi heman amûran şer kir tuyê bişibî yê dijberê xwe. Ew hêz û sîstema ku te li dijî wî şer dikir vê carê tu wî ji holê radikî xwe li cihê wî dikî desthilatdar. Ev jî tê wê maneyê ku di esas de ti ferqek di navbera te û wê de nîne. Yanî armanca te çi be amûrên te jî li gorî armanca te ye. Bihev ve girêdayî ye. Eger armanca te avakirina desthilatî û dewletek be tu navî wê sîstema xwe weke alternatîf jî bi nav bikî, tu bêjî sosyalîst jî, demoratîk û azadîxwaz jî armanc girîng e.

Hun dibêjin nav girîng nîne?

-Nav birastî jî ne girîng e. Ya girîng îdeolojî û paradîgmaya te ye. Lê, eger tu wê hedef dikî divê tu li gorî wê rêk-rêbaz û amûrên wê çêbikî. Amûrên te yên tekoşînê amûrên ku ji armanca te qût nîne. Ev bi awayeke xwezayî pêşî li pirsgirêkan vedike û piştre xetimandinê çêdike. Ev rêxistin û şexsiyetên mûxalifê sîstemê eger xwe li gorî paradîgmaya dewletê saz kiribin piştî demekî şûnde mîsogere ku cihê ku bigihijiyê xetimandine, şibîna dijberê xwe ye û dûbare ye. Encam çiye? Encam hilweşîn û jihevketine, marjînal bûne. Ji loma li hember van rêxistin û saziyan, di civakê de bêbaweriyek dibe ku pêşketibe. Her wiha dibe ku civak yanjî mirov wer difikirin ku nikarin xwe di wan sazî û rêxistinan de îfade bikin. Ji ber vê yekê jî dibe ku xwe ji vana dûr digirin jî. Wexta xwe ji van rêxistinan dûr dixe, bi temamî qut dibin û rasterast bi sîstemê re rû be rû dimîne. Bi tiştên ku sîstem li ser ferz dike re dijîn hê rasttir mehkumê wê jiyana sîstemê dibe, di encam de jî bêçare dimîne, hilbijêrk û alternatîfeke wê namîne têk diçe, belav dibe û dikeve nava buhraneke kûr. Ev bûhrana kûr wî yan jî wê berbi çi ve dibe? Yan xwedikûje yan jî dest jixwe ber dide û bi temamî radestê wê sîstema kujer dibe. Radestbûna wê sîstemê jî wî kesî dixe nava jiyaneke rezîl ya heta heta. Lê, eger berovajiyê vêya bibin xwediyê rêxistinek, tekoşînek û paradîgmayeke alternatîf ya serbixwe, pêşengên xwe baş ava bikin, wê bikarin bibin çareseriyeke cidî ji bo pirsgirêkên civakî. Yanî divê ew pirsa we ya “gelo di rêbazên wan de şaşitî hene” wiha bê fêhmkirin.

Lê, çi dibe bila bibe ev girîng e; divê were zanîn ku eger civak û bi taybet jî jin di asteke herî jor de qeyranê dijî û serî li rêyên cûda û bi taybet jî xwekuştinan dide, ji ber xwe bê hilbijêrk, bêçare û bêalternatîf dibîne ye. Asoya wê teng dibe, ruhê wê teng dibe û di mijara fikir de bê çare dimîne. Ji derveyî cihê ku lê dijîn, cihên ku dizane û dikare xwe bigihiniyê ti ciheke din êdî nikare bibîne. Dema li ya heyî temaşe dike ku biqasî dibîne jî jixwe felakete, tiştê dijîn felakete nikare ji vêya wêdetir bibîne û bifikire. Ev felaket jî wê dixe nava tirseke mezin, bêçaretiyê û bêmanebû. Ev jî dibe sedem ku ev mirov biçe xwe bikuje.

Divê çi were kirin? Divê, ev rêxistin û saziyên mûxalîf û her wiha şexsiyet li ser esasê çareser kirina pirsgirêkên civakî paradîgmaya xwe ji nûve berçavan re derbas bikin û li ser esasê pêwîstiyên mirovahiyê şiklek bidine xwe. Her wiha divê bikarin xwe bigihînin hemû qismên civakê. Eger ev rêxistin û şexsiyetên tekoşer danekevin asta her qismeke civakê wê nikaribin bibin bersiveke bihêz û çareseriyê jî biafirînin. Têxwastin ku herkesê bikşînin nava qadên xwe yên tekoşînê. Ti cih û kesek divê bêtekoşîn, bêperspektîf û bêrêxistin nehêlin. Ji qeyran, deprasyon û pirsgirêkên cûr be cûr yên civak dijîn re divê bikarin di her mijarek de çareserî û proje biafirînin û bi pirsgirêkên wan re eleqeder bibin. Bi meşandina xebateke wiha re wê mîsoger tekoşîneke civakî bikarin di her mijarekî de pêşbixînin. Çareserî tenê li dijî sîstemê tekoşîn e. Çareserî, yek kirina hêza xwe ye. Çareserî, xwe rêxistin kirine. Sîstemeke dêwane li hember te heye û ev pênc hezar sale xwe bisazî kiriye, rewa kiriye û qanûnî kiriye. Di encam de çandek û zêhniyetek avakiriye. Weke Rêbertiya me jî gotiye “mîna ahtapotekî destê xwe dirêjê her deverekî kiriye“. Sîstemeke ku hema hema her tiştê di daqûrtîne. Eger tu li hember sîstemeke wer tirsnak belave, bêrêxistin, bêdisîplîn û bê bihevşêwirîn û piştgirî bisekinî, wê helbet ev sîstem te daqurtîne wê civakê daqurtîne. Wê di encam de qirkirina jinê, qirkirina civakê, qirkirina gelan çêbibe û jixwe ev niha çêdibe jî. Em niha vêya dijîn û di vê sedsala dawiyê de em vê rastiyê di asta felaketê de dijîn.

Her çiqasî di gelemperiya Kurdistanê de îstatîskên berbiçav nebin jî lê, biqasî agahiyên ku di Medya de têne belavkirin li Kurdistanê jî xwekuştin di asteke zêde de ye. Li Kurdistanê bûyera xwekuştinê ferqeke xwe ji gelên din û welatên din heye?

- Helbet ferqa xwe û hindek tiştên taybet girêdayî gelê Kurd û civaka Kurd hene. Çiye? Helbet pirsgirêka Kurd e, pirsgirêka neteweyî ye.

Zêde naxwazim biçim ta dîroka kevin ya Kurdan. Lê beriya dewlet-netewe pêşbikeve, di dema Osmaniyan de û heta beriya wê jî pirr kêm jî be Kurd bi temamî mafên xwe yên ji Kurdbûnê tên ji dest nedabû. Qismî jî be otonomiyeke xwe hebûn. Hindek azadiyên wan hebû. Her wiha îradeya xwe ya xwe birêve birinê kêm jî be di destê xwede digirtin. Lê, piştî pêşketina sîstema dewlet-netewê li herêmê ku Îngilîstan pêşengiya vê sîstemê dikir û şûnde, her wiha bi hatina dewlet-neteweyê re piştî ku ew împeretorî li heremê hilweşîn û ji hêz ketin, Kurdistanê jî parçekirin. Li Kurdistanê ne tenê Kurd gelên cihêreng dijiyan û Kurdistan welatê van gelan jî bû. xaknîgariya ku li ser dijiyan birastî jî xaknîgariyeke pirr dewlemend bû. Hema hema di her mijarêkî de gelê Kurd û gelên din yên li Kurdistanê bêyku pêwîstiya wan bi welateke din çêbibe pirr bihêsanî dikarîn li ser vê xakê bi aramî jiyan bikin. Ev di mijara ekonomiyê de jî wisa bû, di gellek mijaran de jî wisa bû. Piştî ku Kurdistan bi hevpeymana Lozanê re hate parvekirin û parçekirin şûnde pirsgirêka Kurd pêşket, înkar û tunekirina Kurd kete rojevê. Vêya xistin destûrên bingehîn, qilifên hiqûqî lêkirin, sînor hatin xîzkirin û Kurdistan bi temamî hate parçekirin. Kurdistan hate parvekirin û her parçeyekî wî jî xistin bin mêtîngehiya dewleteke herêmê. Di destpêkê de îngilîstan, piştî şerê cîhanê yê duyemîn jî Emerîka li ser Kurdistanê re di herêmê de dest bi siyasetê kirin. Li ser pirsgirêka Kurd re hewldan siyaset bikin. Ji bo welatên herêmê di bin kontrolo xwede bigire, bixweve girê bide û li ser esasê berjewendiyên xwe bikarbîne pirsgirêka Kurd her timî bikar anî. Li hember van dewletan hem pirsgirêka Kurd bikaranî hem jî Kurdan bixwe bikaranî. Heta dema li gorî berjewendiyên wî ba wek ku alîgirê Kurdane xwe da nîşandan, dema ne li gorî berjewendiyên wî jî bû, hemû cûre alîkarî û piştgirî da dewletên dagirker û mêtînger da ku êriş bikin ser Kurdan. Bi vî awayî bi her du şêweyan jî her timî hewlda van dewletan di bin kontrol û xizmeta xwede bigire.

Ev jî bixwere her timî şer, mêtîngehî, dagirkirin û qirkirinê anî Kurdistanê. Bi taybet di vê sedsala dawiyê de Kurd dibin jenosîdeke mezin, asîmîlasyoneke bêsînor, zexteke giran û zilmê de dijîn. Ji ber ku nirxên welatek, gelek, civakeke hatiye dagirkirin û mêtîngehkirin heye. Wexta ev civak nerazîbûneke herî biçûk dide nîşandan bi dijwariyeke mezin çûyîna serde heye û diçewisîne. Hem tuyê hemû mafên wê civakê ji destê wê bigirî, hem jî wexta ev civak li dijî vê neheqiyê nerazîbûneke herî biçûk jî da nîşandan, serî hilda tuyê tevahî hêza xwe sefer bikî da ku tu wê civakê tune bikî û biperçiqînî. Niha ev rewş dibe sedem ku Kurd ji civak û gelên din du heta sê qatê din zêdetir qeyran û pirsgirêk jiyan bikin. Ji ber ku Kurdistan her timî dibin şerekî de ye. Yanî welateke hatiye dagirkirine. Niha ev hem di maneya siyasî de, di maneya çandî de, di maneya civakî de, di maneya nasnameyî de, di maneya ekonomiyê de qeyraneke pirr mezin îfade dike. Her wisa wexta tu vê rastiyê dadixîne ser asta pirsgirêkên mirovan li gel xwe nexweşiyên cidî yên ruhî, derûnî û travmatîk tîne. Yanî pirsgirêkên civakî zêdetir kûrtir dike. Li gellek deverên Kurdistane xwekuştin pirr in. Cînayet zehf in. Tund û tujî jixwe li herderê heye lê, li hindek deverên Kurdistanê pirr pirr kûr e. Bi taybet li deverên ku tekoşîna azadiya Kurdistanê pirr zêde di nav de bicîh nebûye, berbelav nebûye, nayê naskirin yanjî ne nêzîkê Têkoşîna Azadiyê Kurdistanê ne, xwe jê dûr digirin, her wiha ew ronakbîrî û nirxên welatparêziyê ya bi tekoşîna azadiyê re çêbûne li gel ev qismên ku ji vêya bêpar mane asta xwekuştinan pirr pirr zêdetir e. Ji ber ku ew xwe pirr zêdetir bêçare û bêalternatîf dibînin. Hilbijêrka wan ya xwe ji wê zilmê, ji wê êşkenceyê rizgar bikin nîne, ji loma xwe mehkûmê wê jiyanê dibînin, ev jî dibe sedem ku qeyraneke civakî ya kûr çêbibin û kaosek rû bide.

REWŞA JINAN LI ÎRANÊ

Dixwazim zêdetir di mijara Îranê die bipirsim. We anî ziman ku hîn we xwe tam negihandiye hemû deverên ku Kurd lê dijîn. Çima hun nikarin xwe bigihînin tevahî civaka Kurd, astengî hene?

- raste. Raste rast aliyên xwe yên bi polîtîkayên dewletê ve girêdayî hene. Bi taybet di vê sedsala dawiyê de em ji dîroka Îranê jî dizanin ku qet mûxalefetê qebûl nake. Yanî tehemûla xwe ji mûxalefetê re nîne. Ti carî tehemûla Îranê, ji fikir û hilbijêrkên cihê re çênebûye. Em serî rakirina ferdek deynin aliyekî tehemûl ji rexneyeke herî biçûk ya ferdek re jî nade nîşandan. Ew ferd piştî rexneya xwe kir û şûnde êdî dibe hedefeke pirr xeter ji dewletê re. Dikeve nava şêwazeke pirr dijwar ya tuneker. Di vê sedsala dawiyê de Îran jî bi taybet li hemberî Kurdan polîtîkayeke qirkirinê esas digire. Li Îranê gellek îsyan jî çêbûne. Helbet Kurd, vê rewşa xwe ya heyî û vê statûyê hîn rasttir bêstatûbûnê qebûl nekiriye. Kurd, bêheqiyê, zilm û zordariyê qebûl nekiriye û serî hildaye. Mînak îsyana Simko ya di salên 1920-21’an de heye. îsyanên tên naskirin û zanîn hene. Îsyana Simko, ya Qasimlo, her wiha di 1946’an de di bin rêbertiya Qazî Mihemed de ezmûna Mahabad heye. Berxwedaneke civakî ya hevgirtî heye. Mûxelefet, tekoşîn û berxwedana Kurdan ya li Îranê, hinek jî di van serhildanan de xwe dide pêş û îfadeya xwe dibîne. Lê, di rastiyê de Rojhilatê Kurdistanê her timî di nava îsyanekî de bûye. Her timî rabûye ser piya. Ti carî ew zilm û zordariya sîstemê, neheqiya lê tê kirin qebûl nekiriye. Lê, ji ber ku ev berxwedan û serhildanên me behsa wan kir, pirr zêde herêmî ango lokal ma, berbelavê her deverekî nebû ji bo dewletê her timî bûye pariyeke rehet. Dewlet jî bi awayeke tund li ser van serhildanên herêmî de çûye, sansûr û qedexeyeke mezin li ser ferz kiriye, ne hiştiye ne behsa wê bêkirin û were naskirin ne jî belavê herêmên din bibe. Ji loma her timî hewldaye vê mûxalefetê tune bike û gel biçewisîne. Bi taybet ev rastiya sîstema dewleta Îranê ya sansûrker û qedexekar her timî hewldaye di gaveke herî biçûk de jî serî Kurdan biperçiqîne û hem ji derve de hem jî di hindir de ne hiştiye ku baş bêzanîn. Ev polîtîkayên dewleta Îranê, bûye sedem ku hem di gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê de hêrs û kîneke mezin li hember dewletê çêbibe û rûyê sîstemê baştir bibîne hem jî di aliyê din de jî çavtirsandineke cidî di gel de daye çêkirin. Yanî ev polîtîkayên tuneker pêşî li çewisîn û çavtirsandineke cidî ya civaka Kurd vekiriye. Niha dikare were gotin ku gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê du tiştan di nav hev de dijî. Di rastiyê de wexta te wê perdeya tirsê ser rakir tuyê bibînî ku ka hêrs û nerazîbûneke çiqase kûr heye. Zilmeke mezin dîtiye, hatiye qetilkirin, wî nasnekiriye û îradeya wî ji nedîtîve hatiye. Lê, weke me got hem hêrseke mezin heye li dijî dewletê hem jî ji ber wan zext û zilma dewletê tirseke mezin avakiriye, jixwe têzanîn di encama tirsê de jî çewisandinê çêdike. Rewşeke wiha di holêde heye. Ev siyaseta tirsê, siyaseta çewisandin û asîmîlasyonê belkî , di yasayên xwede gotine zimanê Kurdî serbest e. Lê, pirsgirêk tenê ev nîne. Ya girîng ewe ku tu çiqasî derfetên azadiyê nas dikî? Heta tu çiqasî destûr didî Kurd nasnameya xwe, çanda xwe, zimanê xwe heta baweriyên xwe bi awayeke azad jiyan bike û bide jiyankirin, pêşbixîne. Çiqasî derfeteke wiha jêre nas dike? Tiştek wiha nîne. Bi qedexekirinan tam dorpêç dike. Lê, di aliyê din de jî dibêje tu dikarî zimanê xwe bikarbînî. Lê te, her tiştî min ji dest min girtiye. Ez bi awayeke azad nikarim xwe îfade bikim, ez nikarim bi awayeke azad xwe birêxistin bikim, ez bi awayeke azad nikarim bijîm, nejî dikarim bi çanda xwe jiyan bikim. Ya girîng ne tenê bikaranîna zimanê xwe yê dayikê ye divê were pêşxistin ku ji bo tu bikarî bikar jî bînî. Gelo Kurd li wir dikarin perwerdehiya bi zimanê dayîkî bibînin? Ji bo Kurdan mafê perwerdeya bi zimanê dayîkê heye? Dikarin dibistanên xwe bi xwe çêbikin? Dikarin zarokên xwe bi zimanê xwe perwerde bikin? Helbet nîne. Zimanê dayîkê bi perwerdê tê pêşxistin, bi perwerdê dikarî bidî jiyandin. Ziman û çand xwe bi perwerdê dikare berbelav bike, dewlemend bike û mayînde bike. Niha tuyê hemû astengiyan ji pêşxistina ziman, dîrok, çand, wêje, huner re deynî piştre jî bêjî tu dikarî zimanê xwe bikarbînî. Ev xapandine. Ev jî şiklekî mêtıngehiyê ye. Di rastiyê de cûreyeke asîmîlasyonê ye. Bi zimanê te, te asîmîle dike, bi zimanê te nirxên te xesp dike û tune dike, naveroka wê vale dike û ji cehwerê wê derdixe.

Hindek tawîz an jî gavên biçûk diavêje da ku gavên mezin neavêje?

- Raste wisa ye. Te bi zimanê te ji nirxên te yên esasî qut dike. Pirr siyaseteke qûrnaz û komplowarî dişopîne. Bi dek û dolaban tê ser te. Ev jî şêweyeke asîmîlasyonê ye. Li Tirkiyê jî Kurdên AKP’yî hene tev jî Kurdî dizanin heta malbatên wan Kurdên AKP’yî tev bi Kurdî qise dikin. Lê, ma qet pêwendiyeke wan bi Kurdîtî yanjî Kurdbûnê re heye? Birastî jî ti pêwendiyeke wan bi nirxên Kurdan re, dîrok û çanda Kurdan re heye? Nexêr.

Em tevgerekin ku tekoşîna azadiya Kurdistanê û tekoşîna azadiya jinên Kurdistanê didin. Li çar parçeyên Kurdistanê û li her devereke Kurd lê dijîn em hem tekoşîna azadiya jinê ango tekoşîna cinsî didin hem jî weke jinên Kurd pirsgirêkên me yên netewî hene em neçarin ku du alî têbikoşin. Yanî barê me tevgera azadiya jinên Kurd girane. Hem em neçarin ku li dijî desthilatiya mêr ya pênc hezar salan têbikoşin hem jî ji ber hemû mafên me yên netewî weke gelek ji dest me hatiye girtin neçarin ku tekoşîna netewî bidin meşandin. Yanî em tevgerekin ku li ser du lingan tekoşînê dikin. Ji ber vê yekê zor û zehmetiyên vê tekoşînê pirr zêdeye. Bi salaye civaka Kurd û bi taybet jî jinên Kurd ji ber nasnameya xwe ya Kurdbûnê duqat sêqat çewisandin û mêtîngehiyeke kûr dijî. Jixwe cinsiyetparêziyeke giştî heye. Lê, di encama zexteke netewî de cinsiyetparêzî û şîdeteke hatiye kûrkirin jî heye. Rewşeke tunebûnê û ji holê rabûnê heye.

Li beramberê vê tekoşîna me ya du alî ti tehemûleke sîstemê ji tevgerên ku tekoşîna azadiyê didin re nîne. Li hember avêtina gaveke biçûk şîdeteke pirr mezin tê bikaranîn. Helbet nêzîkatiyeke me ya em xwe mehkumê vêya bikin nîne. Ji ber ku em sîstemên destpotîk nas dikin. Li roxmê vê rastiya sîstemê ev bi salaye em tekoşîna rizgariya netewî ya Kurdistanê û bi taybet jî tekoşîna azadiya jinan didin. Em li beramberê vê sîstema despotîk hewl didin rêk û rêbazên xwe yên tekoşînê yên alternatîf biafirînin. Bêguman êrişkariya dijwar ya sîstemê, qedexekirinên wê, li hember gaveke pirr biçûk dayîna cezayên mezin û çavtirsandina di gel de dide çêkirin bixwazî nexwazî nahêle li gorî ku tu dixwazî encam bidest bixî. Astengiyeke cidî li pêşiya xwe gihandina her devereke Kurd lê dijîn û hemû qismên civakê çêdike. Astengiyên cidî li pêşiya tu xwe weke rêxistin li her derê bidî naskirin û rêxistin bikî, çêdike. Divê mijarê de pirsgirêkeke cidî çêdike.

REWŞA RÊXISTINÊN JINAN LI ÎRANÊ

Dewleta Îranê pêşî li tekoşîna civakî û bi taybet pêşî li tekoşîna jinan jî digire. Hun weke rêxistineke civakî nikarin niha li Îranê tekoşîna azadiya jinan bidin?

- ev tiştên ku hun destnîşan dikin ji siyaseta tê meşandin ne qût e. Jixwe polîtîkayeke taybet ya dewleta Îranê li hember Rojhilatê Kurdistanê dide meşandin heye. Her dewleteke herêmê li gorî Kurdên dibin mêtîngehiya xwede digire, bi plangeriyeke taybet biserde diçe. Bi zext û zorê her hewl dide wê civakê di bin kontrolo xwede bigire. Konsept ev e. Kurdistan niha dibin mêtîngehiya wan de ye. Ev mêtîngehî di nava wê civakê de rê li ber qeyraneke mezin ya civakî vedike. Ev mêtîngehî dibe sedem ku şîdeta nava malê, pirsgirêkên civakî, xîzaniyê, hilweşîna exlaqî pirr zêde kûr bike. Ji ber bi gen, pêkhate û xwezaya civakê dilîze. Mînak Şîrîn Elemhuyî aktîvîsta YJRK (Yekîtiya Jinên Rojhilatê Kurdistanê) bû. Şîrîn Elemhuyî şîdetê bikar ne dianî û çek di destê wê de nebû. Li wir ji bo mafê jinan têdikoşî û xebat dikir. Lê, dewleta Îranê çi kir? Cezayê darvekirinê lê birî û piştî êşkence û heqaretên mezin jî di 6 Gulanê de darvekir. Dîsa gellek aktîvîstên jin hene li Îranê. Niha ji ber tekoşîna mafê jinan didin, îro di zîndanan de têne rizandin.

Her wiha sazî, rêxistin û komeleyên parastina mafên jinan jî hene.

- Raste komeleyên jinan hene. Weke şexs jî kesayetên ku mûxalefeta sîstemê dikin hene. Yanî gellek jinên aktîvîst ku ne girêdayî ti sazî û rêxistinanin tekoşîna mafê mirov û yê jinan didin hene. Rêxistinên Femînîstan hene. Yên di saziyên mafê mirovan de dixebitin hene. Ji bo wan jî ti tehemûleke dewleta Îranê nîne. Mesela Şîrîn Ebadî tê zanîn ev bi sala ye bi birîna cezayên ji bo wê xwastin wê biçewisînin. Wê dibin zexteke pirr mezin de girtin. Welatê wê ji wê ya re qedexe kirin. Em zêde dûr neçin îro jî jineke wekîl ya bi navê Nesrîn Sûtatî ji ber hindek mûxelefeta rejîmê kiriye pênc sal cezayê girtinê lê hatiye birîn. Ev saleke wê, di zîndanê de temam bû. Di çarçoveya qanûnên Îranê de jî pêwîst nake bikeve nava tekoşîneke pirr mezin, eger rexne û îtîrazeke biçûk, yanjî dengeke kêmek cûda jî derbikeve bi ti awayî qebûl nake û hingî ji destê wî tê siyaseteke bêdengkirinê dide meşandin. Ev çi dike ew dewlemendî û dînamîzma di civakê de ji holê radike, dikuje.

Birastî jî Îran mozaîkekî çanda ye. Baxçê gelan û çandane. Coxrafyayeke pirr dewlemende. Di her aliyekî de rengîne. Hem coxrafya xwe muhteşeme hem renginiya xwe ya civakî muhteşeme. Lê, sîstemeke wisaye ku hewl dide hemû rengên li wir têne jiyankirin veguherîne yek rengî. Dixwaze hemûyan bişibîne xwe û bixe bin xizmeta xwede.

SANSUREKE CIDÎ LI ÎRANÊ HEYE

Di hindek welatên Rojhilata Navîn de û bi taybet jî di Îranê de îstatîstîkên di derbarê pirsgirêkên civakî û bi taybet pirsgirêkên jinan de nayên girtin, eger werin girtin jî nadin derve. Li gorî nêrîna we Îran, çima van îstatîstîkan eşkere nake û bûyerên li Rojhilat û Îranê diqewimin sansûr dike. Tirsa dewleta Îranê ji çiye?

- Rast e sansûreke cidî li Îranê heye. Me got Îran welateke di her mijarekî de dewlemend e. Di rastiyê de mûxelefeteke cidî li Îranê heye lê, Îran ser wî digire. Nade derve. Hemû gel û heta baweriyên li Îranê jî ji dewleta Îranê ne razîne. Jin neraziye, ciwan neraziye û hemû qismên din yên civakê jî nerazîne. Mesela ne Kurd, ne Belûc, ne Ereb, ne Ecem, ne Cihû, ne Sunî, ne Yêzîdî, ne Yaresanî, ne Xiristiyan heta qismeke Şîiyan jî ji dewletê razî nîne û bişeklên cûda cûdabin jî di her fersendekî de mûxelefetê dikin. Lê, zext û sansûreke wisa dijwar pêk tîne ku ev nerazîbûn, mûxelefet û dijberiya li hember dewleta despotîk ji raya giştî ya herêmê û ya cîhanê vedişêre. Kêm jî be em dizanin ku li wir bûhraneke kûr ya civakî tê jiyankirin. Bikaranîna madeyên hişbir, sîxurkirin, fihûş û pêkanîna Sîxe ku birastî jî pêkanîneke derveyî mirovahiyê ye li wir heye.

Di vê pêvajoyê de pêkanîna evqase darvekirinên hemwelatiyên xwe jî her hal ji bo çavtirsandina mûxelefeta hindir e?

- Helbet. Ji bo her cûre mûxelefeta li welat biçewisîne û çavtirsandî bike, hemwelatiyên xwe darve dike. Her çiqasî sedemên cûr be cûr ji bo darvekirinan bêjin jî lê, heqîqetê îfade nake. Ya herî girîng jî bi van zext û çewisandinan dawiya xwe jî tîne. Mîna marê bi kûriya xwe ve dide. Her zexteke li ser gelê xwe pêk tîne temenê wê kûrttir dike û li wî dizivire. Em baş dizanin ku di dîrokê de Îran gellek caran li hember êrişên derve mil daye milê gelê Kurd û gelên din yên Îranî. Ev Îranê bihêzkiriye. Dem dirêj gelên Îranê bi awayeke konfederal jiyankirine û xwediyê sîstemeke siyasîbûne. Mînak bi salan rêxistineke konfederayî ya Pers û Medan di dîrokê de çêbûye. Bihevre welat birêvebirine. Bi awayeke wekhev û bêyku zext li ser hevudu bikin vêya dane meşandin. Di dema Medan de jî dîsa tfaqeke siyasî ya Med û Persan hebû. Di demên ku Med serwerbûne de pêvajoyeke biserê xwe ya Med bêy Persan daye meşandin nîne û Pers jî di dema xwede bêy Med yek alî nemeşiyaye. Her timî bihevre bûye. Hêzên desthilat yên du gelan, bihevre van gelan û vê xaknîgariyê birêvebirine. Birastî jî di dîroka Îran û Kurdistanê de tfaqên siyasî yên pirr xweş ku dispêrin biratiyê hebûye. Jixwe ticarî pirsgirêka gelan jî bihevre çênebûye. Li hember gelên din jî her timî bixweşbînî nêzîkatî çêbûye. Di dîroka Îranê ya berê de xweşbînî li hember çandên din hebûye. Serî li ti rêk û rêbazên zilm û zordariyê nedaye. Siyaseteke hîn nermtir xweşbîn hebûye.

Li Îranê jî piştî ku dewlet-netewe pêşket şûnde her tişt berovajî bû. Neteweperestiyeke Fars ya xwe dispêre Şîa hê rasttir jî neteweperestiyeke xwe dispêre Şîa ya mezhebên din diperçiqîne, diavêje dervey xwe pêşket. Siyaseteke dînperest, neteweperest, nijadperest, cinsiyetparêz esas girt. Ev siyaset siyaseta sîstema Îranê jî berbi kaoseke cidî ve dibe.

Weke tê zanîn herêm difûre. Hesabên hêzên emperyalîst li ser herêmê hene. Her wiha ji derveyî hesabên hêzên emperyalîst êdî konjektûr jî guhertin veguhertinê ferz dike. Mûxelefeteke cidî ya gelan heye. Bi dîtina we bêyku mûdexeleyeke derve ya hêzên emperyalîst ji Îranê re çêbibe, Îran dikare xwe biguhere û şoreşeke nûjen li dar bixe?

- Sedsala 21. sîstema hişk ya dewlet-netewê ku xwe dispêre neteweperestiyê, nijadperestiyê, cinsiyetparêziyê, dînperestiyê ranake û qebûl nake. Berovajiyê rastî û karektera sedsala 21. ne. Wexta em di çarçoveya sîstema fînans ya kûrewî û global de jî lê temaşe bikin, berovajiyê xwezaya wê ye. Ji loma li dijî van sîstemên wiha di nava êrişeke cidî de ye. Wexta em di eniya gelan de jî li pirgirêkê temaşe dikin jî gelên Rojhilata Navîn jî êdî ne ew gelên beriya niha çend sed salane. Asta wê ya zanabûnê pêşketiye, îradeya wê xûrt bûye, êdî rastiya dewletê, civakê û heta rastiya xwe ji hevderdixîne, fêhm dike. Ne tenê dizane bi pêşketina asta têgihiştinê re jî êdî sîstema heyî dixe ber lêpirsînê. Ji bo bi awayeke wekhev û azad jiyan bikin, lêgerînên xwe bihêztir dike. Êdî ev gelên herêmê siyaseta zilmê, statûya heyî, hêzên destpotîk qebûl nakin. Gelê Kurd jî vêya qebûl nake. Me di herêmê de jî mînakên vêya dît. Gelên ku rabûn ser piya bi dînamîkên xwe yên esasî rabûn serxwe. Rewşa Sûriye û Lîbya belkî hindek cûdatir e lê, di giştiyê herêmê de mûxelefeteke cidî ya hindir heye.

ÎRAN NEÇAR E KU DESR JI HERÊMÊ BIGIRE

Îran jî neçare ku ji van pêşketinên li herêmê diqewimin ders derxîne. Neçare ku sîstema xwe bixe ber lêpirsînê û xwe jinûve ava bike. Pêwîste polîtîkayên xwe yên li hember gel û baweriyên li Îranê, li hember çandan, li hember jinan, li hember hemû qismên civakê biguherîne. Eger xwe neguherîne eşkereye ku wê têk biçe ango tune bibe. Yan wê Îran, rû be rûyê êrişên derve yên hêzên emperyalîst bimîne. Ku jixwe di dema şerê cîhanê yê 2. de bû di aliyekî de Rûsya Îran dagir dike, di aliyê din de Îngilîstan dargir dike. Piştre Ýngilîz yekî girêdayî xwe yanî Şah danîn ser textê. Îran di gellek demên xwe yên cûda de rû be rûyê mûdexeleyên derve maye. Yan wê Îran mûdexeleyên dirûv jiyan bike ku, jixwe nepêkane ku her tişt wekhev be ji ber serdem jî cûdane. Mînak, Misirli ber çavaye û rastiya Sûriyê jî heye.

Yanî hûn mûdexeleyên derve ango yên hêzên emperyalîst rast nabînin?

- Em ji bo ti welateke Rojhilata Navîn mûdexeleya hêzên emperyalîst, ya hêzên destpotîk ya modernîteya demokratîk rast nabînin. Jixwe em weke tevger li dijî sîstema kapîtalîst ya desthilatdar têdikoşin. Esasê tekoşîna me û bernameya me li ser wê bingehê ye. Em, êşên ku jin, gel û hemû qismên civakê îro dikşînin bi sîstema desthilatdar ya kapîtalîst ve girê didin. Ji loma em li dijî mûdexeleyên dervene. Ji ber mûdexeleyên derve ji herêmê re demokrasî-wekhevî, azadî, heq û hiqûq nayêne. Mûdexeleyên hêzên emperyalîst hîn zêdetir mirinê tîne herêmê. Ji bo hemû nirxên vê coxrafyayê mêtîngeh bike, mûdexeleyê pêş dixe. Ji bo berjewendiyên xweye ne ji bo berjewendiyê gelan e. Em vê rastiyê pirr baş dizanin. Lê, em vêya jî baş dizanin ku eger hêzên despotîk û statûkoparêz yên herêmê ji bo çareserkirina pirsgirêkên civakê, pirsgirêkên gelan xwe neguhere û veneguhere, şoreşek di hindirê xwede çêneke, wê ji tunebûnê nikare xwe rizgar bike. Ji loma yan wê têk biçe û radestê hêzên modernîteya kapîtalîst bibin yanjî birastî jî wê guh bidin daxwazên civak û gelên xwe û wê şoreşeke zîhniyetê saz bike da ku bikare bijî. Em li dijî sîstemên statûkoparêz û dewlet-neteweyêne. Em li dijî sîstemên ku mafê jinan, yê tevahî qismên civakê, yê gelan, baweriyan mêtîngeh dikene jî tekoşîneke dijwar didin û emê bidin jî.

ŞOREŞA 79’AN BI JINAN ÇÊBÛ

Lê, weke ji dîrokê jî tê zanîn hema hema pêşengiya hemû şoreşên li Îranê jin kirine û piştgiriyeke mezin ya jinan ji rejîmên nû re çêbûye. Bes, li roxmê ku jin her timî pêşengiya şoreşan kirine jî dema em îro li dîmenê jinên Îranî temaşe dikin tam trajediyeke?

- Jixwe şoreşa 1979’an dibin pêşengiya jinê de çêbû. Herî zêde jin piştgiriyê dan vê şoreşê. Lê, piştre çi bû? Berovajiyê berjewendiyên jinan pêşket. Mafê jinan zêdetir hate binpêkirin. Ji ber ku tevgerên demokratîk û azadîxwaz nebû hêz û îrade. Her wiha sîstemeke siyasî saznekirin. Ji loma însiyatîf kete destê Xumeyniyê dînperest de. Dînperestbûn desthilat. Tê zanîn Xumeynî bi gotina emê azadiya herkesê, ya jinan, ciwanan, gelan, hemû meylên civakî nas bikin û wê herkes bikare bi awayeke demokratîk jiyan bike, hêvî da. Li ser vê esasê şoreşek çêkir. Lê şoreş, çibû?

Herhal ji bo jinan û gelan û qismên civakê tam bû şoreşeke dijber.

- Raste tam şoreşeke dijber çêbû. Weke me got şoreşê ne ew kirin jinan vê şoreşê kir, ciwanan kir, giştiyê civakê kir. Heta gel vê şoreşê kirin. Piştre li ser van nirxên şoreşê rûnişt û pêkhateyeke siyasî ava kir.

Niha ji bo dewleta Îranê xwe ji vê sîstema siyasî ya heyî ya dijberê jinan, civak û gelan rizgar bike, neçare ku guhertin û veguhertineke cidî çêbike. Eger naxwaze mûdexeleyeke derve ya hêzên emperyalîst jêre çêbibe, her wiha eger di heman demê de naxwaze mûdexeleya jinan, civakê, ciwanan û gelan jêre çêbibe divê mîsoger bikeve nava hewldana şoreşeke demokratîk ya alîgirê civakê û gelan. Divê maf û azadiya jinan, yê gelan bi temamî bêyku ti astengiyan çêbike nas bike. Wê ev, Îranê bihêz bike. Eger Îran li gorî xwezaya xwe tevbigere birastî jî wê veguhere bihûştekî ser rûyê erdê. Wê bibe baxçê gelan. Wê vegere heqîqeta xwe. Birastî jî ev bê mûbalaxa wê bibe welateke bihûştê. Wê di nava herêmê de jî bibe welateke mînak ya hem di her mijareke de dewlemend. Di aliyê ekonomîk de jî wê bibe mînak. Pêkhateya Îranê ya çandî, dîrokî û coxrafî ji vêya re amadeye û guncave. Lê, eger li gorî rastiya xwe tevbigere.

JI BO RÊXISTINÊN ROJHILATÊ KURDISTAN Û ÎRANÊ BANGA TÊKOŞÎNA HEVPAR

Weke Tevgera Azadiya Jinên Kurdistanê daxwazek yan jî bangeke we ji dewleta Îranê re û rêxistinên civakî û yên jinên Îranî re heye?

- Weke têzanîn gellek rêxistin, sazî û şexsiyetên jin yên bi mafê jinan re eleqeder dibin, li Îranê hene. Dibêjim divê ev sazî û şexsiyetên eleqeder yên jin li hember pirsgirêkên jinên Rojhilatê Kurdistanê jî hişyar tevbigerin. Bêyi ku ti cûdakariyê bixin nav de heman hişyariyê li hember jinên Kurd jî bidin nîşandan. Her wiha bi tevgera azadiya jinên Kurdistanê re jî di nava diyalogê de bin. Li Îranê di bin sêwanekî de eniyeke hevbeş ya jinan divê saz bikin. Enceq wexta di nava bihevşêwirîn û piştgiriyê de bin wê xwekuştinên jinan li Îran û Rojhilatê Kurdistanê kêm bibin. Ew bixwe dizanin jin li Îranê li rastê kîjan pêkanînên hovane tên. Cinsiyetparêziya civakî ya li Îranê tenê û tenê bi yekbûna sazî û rêxistin û şexsiyetên jin yên li Îranê re dikare bê şikandin. Jin, ji kîjan gelîbin bila bibin di bin heman zêhniyet û pêkanînên cinsiyetparêz de dijîn. Ji loma avakirina sîstema konfederal ya jinên Îranî pirr girîng dibînim. Dizanin ku jinên Kurd jî li wir xwe birêxistin kiriye. Lê, ji ber astengiyên cidî yên dewleta Îranê di gaveke herî biçûk de hewl didin biçewisînin. Ji loma eger hemû jin li îranê bibin yek, ti hêz nikare bend ji hêza wan re çêbike û wê di vê demê de mîna lehiyekî bi herikin. Parçebûna rêxistin û kesayetên jinan li Îranê tê maneya zêdetir xwekuştin, tund û tujî, fihûş, besîc, Sîxe û hwd. yê jinan.

Ev tenê daxwaz û pêşniyareke me ye. Dîsa jî dibêjim divê em bi çavê sîstemê, bi pêşdaraziyên ku sîstem avakirine nêzîkê hev nebin. Divê nêzîkatiyeke hîn zêdetir fêhmkirin û naskirina hev pêşbikeve. Her wiha weke sazî û şexsiyetên jinên Îranî divê zêdetir li hember êş û azarên gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê dijî, bi taybet jî li hember pirsgirêk û êşên jinên Kurd dijîn empatî çêbikin û tekoşîna xwe bilind bikin.