Ji KJA banga 'çareseriya demokratîk û aştiyê'
KJA nearzîbûn nîşanî polîtîkaya şer a AKP'ê da û bang li jinan kir, ku ji bo çareseriya demokratîk û aştiyê têbikoşin.
KJA nearzîbûn nîşanî polîtîkaya şer a AKP'ê da û bang li jinan kir, ku ji bo çareseriya demokratîk û aştiyê têbikoşin.
Kongreya Jinên Azad (KJA) bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku ew di pêvajoyeke zehmet a her biryarek dikare encamên dîrokî bi xwe re bîne derbas dibin û diyar kir ku AKP'ê piştî têkçûna xwe ya di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de biryara şer girtiye.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Divê 7'ê Hezîranê weke îsyana mirovên li dijî şerxwazan aştiyê diparêzin, bê dîtin."
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku kêm be jî bi pêvajoya diyalogê re derî li çareseriyê vebû û hat destnîşankirin ku her çend bi muzakere û gavên demokratîkbûkyînê re deriyê çareseriyê dikarîbû heta dawiyê bihata vekirin jî, hikûmeta AKP'ê dawî li hevdîtinan aniye û di tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd de israr kiriye. KJA'ê da zanîn ku ev yek parçeyek ji konsepta şer a niha di meriyetê de ye.
KJA'yê da xuyakirin ku ew encamên konsepta şer a AKP'ê gelekî baş dizanin û got, "Agahî û nûçeyên ajansa nûçeyan a fermî ya dewletê weke stratejiya şerê taybet ê qirêj belav dike, ne tenê li Lurdistanê li nava raya giştî ya Tirkiye û cîhanê jî ti qîmeta xwe nîne. Ji xwe ev ne cara yekê ye medya nivîskî û dîtbarî weke amûreke şerê taybet û psîkolojîk tê bikaranîn e. Dema pêvajoyeke Rûbirûbûn, Heqîqet û Edaletê destpê kir, hingî wê ev hemû têkiliyên qirêj derkevin holê û berpirsyar hesap bidin.
Lê belê îro yanî dis ala 2015'an de 'rastî' ne dîlgirtiyê mejiyê rêveberan e. Ji ber ku gelê Zergelê bê xwedî nîne, komkujiya hatiye kirin ji aliyê gel û siyasetmedarên Başûrê Kurdistanê ve hatiye lanetkirin. Heyeta HDP'ê ya çû Zergelê, bi rapora amade kir re rastî nîşanî tevahiya cîhanê da. Rastî ev e; sivîlên li Zergelê ji aliyê bombeyên balafirên şer ên Tirk ve hatine qetilkirin. Hemû nûçeyên medya şerê taybet psîkolojîk, dûrî ji rastiyan û derew in."
'DIVÊ RÊYÊN DIYALOG Û MUZAKEREYÊ BÊN VEKIRIN'
KJA'yê diyar kir ku ji bo avabûna Tirkiyeyeke nû, pêkhatina hiqûqeke wekhev û azad, girîng e rêyên diyalog û muzakereyê vekirî bin û saziya siyasetê bi berpirsyarî rabe. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Şoreşa Rojava bi taybetî jî Berxwedana Kobanê nîşan da ku jiyana ji dil, azad û wekhev a gelan, avakirina Neteweya Demokratîk pêkan e û vê yekê hêvî daye gelên Tirkiyeyê. Vîna ku di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de vê hêviyê derxist holê, bi serketineke mezin çûye parlamentê û ji bo çareseriya demokratîk û aştiyê firsendeke dîrokî pêşkêş kiriye."
BANGA LI JINAN
Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin, "Weke KJA em bang li hemû jinan dikin ku ji vê rêveçûnê re bêjin 'bisekine', bi xwe birêxistinkirinê re bersivê bidin pêvajoyê û çareseriya demokratîk û aştiyê pêk bînin."