Ji KCK’ê peyama 25’ê mijdarê

Ji KCK’ê peyama 25’ê mijdarê

Serokatiya Konseya Rêveber ya KCK’ê biboneya 25’ê Mijdarê Roja Tekoşîn û Piştevaniya Navnetewî ya li Hemberî Tundiya li Dijî Jinê daxuyaniyek da û bang li jinên Kurd kir ku li dijî her cure tundiyê tekoşînê bilind bikin.

KCK’ê di daxuyaniyê de wiha got: “Em biboneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Hemberî Tundiya li Dijî Jinê ya Navnetewî di têkoşîna jinan de serkeftinê dixwazin û her cureyê tundiyê şermezar dikin. Em kesên ku di vê têkoşînê de jiyana xwe ji dest dane bi rêz bibîrtînin.”

KCK’ê diyar kir ku, di nava civakê de tundiya li ser jinê giştî tê nirxandin û bûye wekê pirsgirêkeke civakî, ev pergal ‘zayenperest, netewperest, newekhev’e.

Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Di statuya ku jin li cîhanê mehkum bûye tu başiyek çênabe. Rewş her diçe xetertir dibe. Li civakên netew-dewlet yên Rojhilata Navîn tundî bi awayekî vekirî û pirsgirêka jinê jî bi krîzeke mezin didome.”

Daxuyaniya wiha berdewam kir: “Li Tirkiyeyê di sala 2002’an de hikûmeta AKP’ê bû desthilatdar û bi vê yekê re tundiya li hemberî jinên zêde bû û cureyên tundiyê bi raporên fermî jî derketin holê. Siyastmedarên jin yên Kurd, aktîvîst û rêxistinên cur bi cur; tu carî ku evqas nebibûn hedef, bû hedefa AKP’ê, bê sûc û bê maf hatin girtin. AKP’ê ji bo ku jinan, gelê Kurd û aliyên demokratîk di têkoşîna azadiyê de têk bibe polîtîkayên wehşet û tundiyê pêk anî. Ji ber vê sedemê jî girtiyên jin bi grevên birçîbûnê bedenên xwe dan ber mirinê.”

KCK’ê da zanîn ku tundiya li ser jinê di asta qirkirinê de tê pêkanîn û wiha pê de çû: “Di qanûnên heyî de beramberî vî sûcî tune ye. Li Tirkiyeyê qetilkirina jinan, cînayet, tecawîz wekê bûyerên edlî yên hêsan tên dest girtin û cezayên herî biçûk tên dayîn û bi vî awayî hewl didin ku van bûyeran derbaz bikin.”

KCK’ê ev tespît kir: “Bi ferasteke ku pirsgirêka jinên wekê pirsgirêka azadiya civakê ji xwe re dike esas, pergaleke demokratîk ya nû ya civakê nayê avakirin û di civakeke ku peymana civakîbûnê ya jinê cihê xwe nagire de tundî ji holê nayê rakirin.”

Daxuyanî wiha bidawî hate kirin: “Şoreşa Kurdistanê ya bi pêşengiya PKK’ê di heman demê de şoreşa jinê ye. Xeta partîbûna jinên azad ya wekî PAJK’ê xwe bi rêxistin kiriye xeta jiyana azad û têkoşîna tevgera Apoyîtiyê ye. Em bang li hemû jin, gelê Kurd û ciwanên Kurdistanê dikin ku bi şîara ‘Ji Serokatiyê re Azadî, ji Qirkirinê re na’ bila dijî faşîzm, mêtîngerî, înkar û îmahya li hemberî gelê me têkoşîna xwe bilind bikin. Hemû gelê me li dijî tundî û komkujiyê yekitiyê ava bikin û di nava çalakiyan de bin.