Ji jinên Kurd li Moskowê konferansa “Têkoşîna li dijî DAIŞ’ê”
Li paytexta Federasyona Rûsya Moskowê, Delegasyona Jinên Kurd konferanseke ku wê têkoşîna li dijî DAIŞ’ê bê nîqaşkirin li dar dixe.
Li paytexta Federasyona Rûsya Moskowê, Delegasyona Jinên Kurd konferanseke ku wê têkoşîna li dijî DAIŞ’ê bê nîqaşkirin li dar dixe.
Li paytexta Federasyona Rusyayê Moskowê Delegasyona Jinên Kurd konferansa çapemeniyê ya bi navê “Têkoşîna jinên Kurd a li hember DAÎŞ’ê û ji bo gelê xwe” tê lidarxistin.
Delegasyona Jinên Kurd ji bo rêzehevdîtinan hat Moskowê û li vir di salona konferansê ya ajansa Rûsî Rîa Novostî de konferansa çapemeniyê wê li dar bixin. Bi hevkariya Rexistina Jinên Kurd û Parlamenterên Partiya Adil Rusyayê ve ev konferans tê lidarxistin. Di konferansê de wek axaftvan Parlamentera HDP’ê ya Agiriyê Dîlan Taşdemîr, Endama Kongreya Jinên Rojava Maîke Nack, Jina Ezîdî ya ku xwe ji destê DAIŞ’ê rizgar kir Ekhlas Bajoo, Endama Konseya Rêveberiya KJK’ê Çinar Tolhildan, Seroka Rexistina Jinên Kurd a Rûsyayê Khatun Îsoyan û Parlamenterê Partiya Adil Rusyayê Dmîtrî Zakharov beşdar dibin.