Ji jinên Kurd ên Elewî ji bo greva birçîbûnê piştgirî

Ji jinên Kurd ên Elewî ji bo greva birçîbûnê piştgirî

Jinên Kurd ên Elewî bi armanca piştgiriyê bidin greva birçîbûnê ya girtiyên Kurd ku ji 12yê îlonê ve hatiye destpêkirin û ji bo balê bikişînin ser daxwazên wan, li gara trenê ya Bernê çalakiay rûniştinê li dar xistin.

Di saetên danê êvarê de jinên Kurd ên Elewî li paytexta Swîsre Bernê, li gara trenê çalakiya rûniştê pêk anîn. Jinan di çalakiya xwe ya ji bo girtiyên Kurd ên di greva birçîbûnê de belavoka li ser çalakî û daxwazên girtiyan hatibû amadekirin xwendin û belavok belav kirin.

Meclîsa Gelê Kurd a Bernê jî piştgirî da çalakiya rûniştinê ya jinana û çalakî bi qasî 30 deqe berdewam kir. Jinên Kurd çalakiya xwe bi meşekê bi dawî kirin.