Ji jinên Kurd bo şaredariya Swîsreyî dosyaya Ocalan

Ji jinên Kurd bo şaredariya Swîsreyî dosyaya Ocalan

Jinên Kurd ên li kantona Baselê derbarê rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bûyerên siyasî yên li Tirkiyeyê de dosyayek pêşkêşê rayedarên Reinach û Aich Belediye kirin.

Komeke jinên Kurd çûn serdana şaredariyên Reinach û Aichê yên Kantona Baselê û derbarê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, pêşketin û bûyerên siyasî, û zextên li ser Kurdî de dosya pêşkêşê rayedaran kirin..

Jinan li şaredariyên navborî formên kampanyaya îmzeyan a “Ji Ocalan re Azadî” hiştin. Rayedarên şaredariyê dan zanîn ku ew ê vê mijarê di nava xwe de gotûbêj bikin û piştre biryar bidin ka dikarin ji bo vê yekê çi bikin.