Ji jinên FARC’î ji bo PAJK’ê peyama sala nû

Ji jinên FARC’î ji bo PAJK’ê peyama sala nû

Baskê Jinan ê Artêşa Rizgariya Gel a Kolombiyayê –FARC, bi wesîleya sala nû ya 2013 peyameke pîrozbahiyê ji Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê (PAJK) re şand.

Peyam ji aliyê delegasyonên FARC’ê yên ku di hevdîtinên aşitiyê de cih digirin ve hate weşandin.

Gerîlayên jin ên FARC’î derbarê hevdîtinên wan ên bi hukûmeta Kolombiyayê re agahî didin û diyar dikin ku aşitî nayê wateya çekdanînê.



Gerîlayên jin didin diyarkirin ku di hevdîtinan de didin diyarkirin ku ew dixwazin bê şer tevlî siyaseta welêt bibin û hemû mafên gelê Kolombiyayê biparêzin.

Şoreşgerê jin ên FARC’î greva birçîbûnê ya girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê ku 68 rojan berdewam kir weke “çalakiyeke lehengî” bi nav kirin.

Jinan di peyama xwe de cih dan girîngiya têkoşîna jinan a li Kolombiya û welatên Amerîkaya Latîn. Di peyamê de jinên FARC’î didin diyarkirin ku ew gerîlayên jin ên Kurd hembêz dikin û destekê didin têkoşîna wan.

Meha cotmeha 2012 Sekreteriya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Şoreşger ên Kolombiyayê (FARC) peyamek ji tevgera azadiya Kurdan re şandibû û di peyama xwe de destnîşan kir ku tevgera azadiya gelê Kurd ji bo guhertinên li Rojhilata Navîn dînamîkek herî girîng e û daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir.

Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûrat Karayilan, di hevpeyvîna ku 17’ê mijdara 2012 dabû ANF’ê de bersiv da bû peyaman FARC’ê û gotibû: “Ev peyama ku ji rêxistina FARC’ê ya ku xwe di cîhanê de daye qebûlkirin û her wiha bi ked û tecrubeyeke mezin hatiye van rojan, bi hêz û leheniyeke mezin ber xwe daye, peyameke gelek dostane ye. Ev asta ku em tê de ne ku dema herî girîng ya dîroka têkoşîna me ye. Li Kurdistanê li çiya û zindanan berxwedaneke gelek mezin tê meşandin. Di van rojên wisa dîrokê de hevalên me yên FARC’ê peyameke wisa germ ji me re şandin û vê peyamê moral daye me û em zêdetir bi hêz kirine. Em jî bi hevkariya we ji hemû rêveber, fermadar û şerwanên FARC’Ê re silav û rêzên xwe dişînin. Em ji dil ji wan re serkeftinê dixwazin. Bi hêviya ku dê di pêşerojê de dostaniya me zêdetir pêş ve biçe, em silavên berxwedêr dişînin.

Em li ku derê cîhanê bin, li dijî neheqiya serdestan û zilma wan berxwedana bindestan her tim bira ne û kesên bindest li welatê xwe li dijî zilmê berxwedane û silavên şoreşger her tim ji hev û din re şandine. Îro bi têkoşîna hevdem a gerîla re PKK û FARC têkoşîneke civakî dimeşînin û silavkirina wan ya germ, mînaka herî baş ya hevkariya bindestan e. Ez dibêjim ku ‘Bijî berxwedana azadiya bi rumet ya bindestan a li dijî serdestan’ û ji hemû gelên bindset û çînan re di têkoşîna wan de serkeftinê dixwazin. Ez jib o rêveberiya FARC’ê ji ber peyama wan ya bi rumet spasiyên xwe pêşkêş dikim û silavên xwe yên germ dişînim.”