Ji jinên başûrî meşa 'ji destdirêjiya mêr re NA'

Rêxistinên jinan ên li Başûrê Kurdistanê, wê ji bo şermezarkirina destdirêjiya mêr sibe dakevin qadan.

Rêxistinên jinan ên li Başûrê Kurdistanê, wê ji bo şermezarkirina destdirêjiya mêr sibe dakevin qadan.

Li Silêmaniyeyê pêr jineke ciwan rastî tacîza desvkî ya mêran hatibû û rêxistinên jinan nearzîbûn nîşanî vê dabûn. Rêxistinên jinan dan xuyakirin ku destdirêjiya mêr a li hemberî jinan derketiye asteke xetere û bang li hemû jinan kirni ku sibe beşdarî çalakiya protestoyê bibin.

Jinên dest bi kampanya 'Em jin in, em ê li gorî dilê xwe kincan li xwe bikin' dan destpêkirin, ragihandin ku li Başûrê Kurdistanê destdirêjiya mêr roj bi roj zêde bûye û weke jin ew ê li hemberî vê bêdeng nemînin.

Li ser navê Koma Jinê ya Jiyan Bihar Mûnzûr anî ziman ku ew ê bi ti awayî rê nedin bûyerên bi vî rengî û bêdeng nemînin û got, "Rewşên bi vî rengî, ji bo ewlekariya jiyanê ya jinan xeteriyeke mein e. Eger ji ber kincên xwe em ê rastî heqaret û tacîza devkî werin, wê demê em ê neçar bimînin mîna jinên li Erebîstana Siûdî bi çarşaf bigerin. Ev yek li me tê ferzkirin. Divê em li hemberî vê rewşê bêdeng nemînin."

Bihar diyar kir ku ew ê îro saet 17:00 de jî li ber navenda Qasamall a li Silêmaniyeyê bimeşin û ji jinan xwest ku bi kincên li gorî dilê xwe tevlî meşê bibin.