Ji girtiyên PAJK'ê peyama 8'ê Adarê

Girtiyên ji doza PAJK'ê yên li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê tên ragirtin, bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê peyamek weşandin.

Girtiyên PAJK'ê dan xuyakirin, ku têkoşîna azadiyê ya bi pêşengiya YJŞ li Şengalê, YPJ li Rojava û YPS Jin li Bakur tê meşandin xwe dispêre jiyana azad û xweser û berxwedana hemû jinên berxwedêr silav kiin.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku têkoşîna azadiya jinê, bingeha avakirina azadiya civakî ye û hat gotin, "Serhildana jinê, ku çîna destpêkê ya hatiye binpêkirin e, di roja îro de bi ruhê berxwedanê yê Sêvêyan, Fatmayan û Pakîzeyan re li Rojhilata Navîn û Kurdistanê veguheriye şoreşa berxwedanê.

Em ê bi Serok Apo yê bi hişmendiya azadiyê ronî kir re di dema herî nêz de li qadên azad li hev bicivin. Di şexsê Sema Yuce ku yek ji pêşengên Bîrdoziya Rizgariya Jinê bû, em hemû şehîdên xwe yên leheng careke din bibîr tînin û soza xwe dubare dikin ku em ê têkoşîna wan bi serketina azadiyê re tacîdar bikin. Weke girtiyên ji doza PAJK'ê em ê bi ruhê berxwedanê yê Sara û Sêvêyan li her devera em lê ne îsyana xwe mezin bikin. Em 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li hemû jinên li her devera cîhanê ji bo azadiyê têdikoşin, pîroz dikin."