Ji gerîlayên jin pîrozbahiya bi heybet ya 8’ê Adarê
Ji gerîlayên jin pîrozbahiya bi heybet ya 8’ê Adarê
Ji gerîlayên jin pîrozbahiya bi heybet ya 8’ê Adarê
Li Qadên Parastina Medya bi sedan gerîlayên YJA STAR’ê bi 8’ê Adarê bi merasîmek bi heybet Û bernameyan pîroz kir.
Gerîlayan ku ji merasîmên leşkerî dest bi pîrozbahiyan kirin, piştî axaftina Fermandara Biryargeha YJA STAR’ê Delal Amed civîneke kurt pêk anîn.
Piştî temamkirina axaftinan fermandarên YJA STAR’ê wêneyên Sakîne Cansiz, bi kulîlkan re li hemû gerîlayan hat belavkirin. Pişt re jî bernameyên derbarê 8’ê Adarê de hatibû amadekirin, dest pêkirin.
Di nava wan de Fermandara biryargeha YJA STAR’ê Delal Amed, endama Konseya Leşkerî ya HPG’ê Nalîn Dilpak, Koçerîn Amed û fermandarên YJA STAR’ê Azê Malazgît jî hebû bi sedan gerîla tevlî bûn.
Pîrozbahî ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. piştî rêzgirtinê Delal Amed axaftinek kir.
Delal Amed diyar kir ku, îsal 8’ê Adarê diyariyê Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez kirine û diyar kir ku jinên kurd ji şoreşga Kurdistan Û Rojhilata Navîn re pêşengiyê dike.
Delal Amed da zanîn ku di sala 2012’an de gelê kurd li her derê Kurdistanê li ser piyan bû û di pêvajoya şoreşê de jinan pêşengî kiriye.
Amed wiha pê de çû: “Di Felsefeya Rêber Apo de, azadiya jinê tunebe, azadiya civakan jî tune. Ev felsefe wekê ku ji hemû gelan re ronahiyeke, gel di vê esasê de bi pêşengiya jinê têkoşîna xwe meşand. Bi taybet hevalên wekê Sakîne Cansiz ku 40 salan ji têkoşînê re pêşengî kir, têkoşîna azadiya jinê rengê xwe daye hemû têkoşîna azadiya kurd.”
Delal Amed li ser nêzîkatiyên ku divê di dema pêş de bên nîşandan jî axivî û got: “Serkeftina di 2012’an de derketiye holê dê di 2013’an de bilindtir bibe. ev sal dê zehmetir derbas be. Em ji bo êrîşa li dijî hevala Sakîne divê berxwedana xwe bilind bikin. dîsa bi emrê fermandar Rojîn Gevda, Rewan Cîlo û Arjîn Garzan divê em di vê salê de bibin bersiv. Bi vê esasê emd ê têkoşîna jinê bi ser bixînin û ji bo têkoşîna gelên herêmê re bibin pêşeng.
Delal Amed her î dawî bi wesîleya 8’ê Adarê berxwedana Îmraliyê silav kir û 8’ê Adarê ya hemû jinan silav kir.
Piştî merasîmê gerîlayên jin bernameya xwe ya ji şano, skeç û koroya muzîkê pêk dihat pêşkêş kirin. gerîlayan li ber muzîkên govend gerand.