Ji bo xwendekara kurd rapora kesê pêzan jî bi kêr nayê

Ji bo xwendekara kurd rapora kesê pêzan jî bi kêr nayê

Berfîn Yagmur ev 11 meh in di girtîgeha Jinan a Bakirkoy de ye. Bi îdiaya ku di wêneyên piştî çalakiyê de cih girtiye û ev du carek bi rapora kesê pêzan ku hatiye rizandin û divê bê beratkirin, lê ji bo wê 15 sal cezayê girtîgehê tê xwestin.

Yagmur 3 caran tevlî rûniştina dozê bû û daxwaza wê ya parastina bi kurdî ji aliyê 23’emîn Dadgeha Cezaya Giran ve hat redkirin û dadgehê gotibûn ku beraatkirina Yagmurê ji şerta ku divê bi kurdî niaxive derbas dibe. Ev jî nîşan dide ku zihniyeta nîjadperest û yekperest neguheriye. Berfîn diyar dike ku dewlet bi aşkera ji keçên kurdan re dibêje cihên we ne dibistan, girtîgeh e û mixabin tiştên ku hatine serê Berfîn Yagmur kakila newekheviya li ser ciwanên kurd e.

Berfîn Yagmura ku 19 salî ye di 22’ê sibata 2012’an de bi 7 hevalên xwe re çûbû seyranê. Bi tarîbûna hewayê tîmên taybet yên di destê wan de çek hebûn dora wan girtin. Ciwanan tiştek ji vê fêm nekir û wan jî em dê we bibin cem malbatên we. Lê ew birin Şaxa Têkoşîna bi Terorê ya Midûriyeta Emniyeta Polîsan a Stenbolê.

Berfîn Yagmur wiha got: “Yek bi yek em ji bo axaftinê girtin. Polîsan îdia kir ku ew li wir civîna rêxistînê çêdikin. Xwestin em derbarê hev de agahiyan bidin. Min mafê xwe yên bêdengiyê bi kar anî. Wêneyek nîşanê min dan û bi qasî xalekî biçûktir kesek di wêne de nîşanê min dan û gotin ev tu yî. Bi zorê bi min didan qebûlkirin. Polîsekî sivîl got ‘li xwe mikûr were ev tu yî, me jî di dema xwe de tiştên wisa kir”. Min jî qebûl nekir û ez avêtim hucreyê. Hemû hevalên min berdan û ez tenê birim Edliyeya Beşîktaşê.

EM ÎCAR BERDIN TU DÊ BIÇÎ ÇIYÊ..

Yagmur wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji ber delîl tunebûn, esasa ku berê hatibûm binçakvirin li dosyayê bi cih kiribûn. Dozger ew wêneyê çalakiyê dît û got ‘tu berê hatiye binçavkirin, em îcar te berdin tu dê biçî çiyê’. Ez bi daxwaza girtinê sewqî dadgeriya lêpirsînê kirim. Dadger jî bi heman zihniyetê ez kirim endama KCK’ê û biryara girtinê da. Di îdianameya ku hat amadekirin de jî xala ku madeya teqemeniyê li ser me hebû lê hatiye zêdekirin.

NE HIQÛQ NE ZANIST!

Axaftina wê wiha berdewam kir: “Li ser daxwaza parêzerê min wêne şandin Saziya Tiba Edlî. Ligel ku der barê wêne de rapora kesê pêzan hat pêşkêşkirin û îtîraza parêzerên min heyeta dadgehê dîsa biryar girt ku wêne bişînin heyeta kesê pêzan e. Di rûniştina min ya 7’ê mijdarê de dîsa di rapora kesê pêzan hat gotin ku ya di wêne de ne ez im. Lê heta dadgehê ev tune hesiband û girtina min xwest.”

TIRKÎ BIAXIVE BEREAT BIKE

Yagmur da zanîn ku ligel du raporên kesê zane heyeta dadgehê bi daxwaza 15 sal ceza mutalaya min xwend û wiha got: “Di danişîna sêyemîn de ji min gotinê min yên dawî pirsî. Min jî got ez dixwazim bi kurdî parastina xwe bikim. Dadger ji min re got ‘Tu tirkî biaxive belkî tu dê bereat bikî’. Ev jî nîşan dide ku riya beratbûnê ji axaftina bi tirkî derbas dibe. Di pola dawî ya amadeyi de hatim girtin. Ez di girtîgehê de ketim ezmûnê. Min digot ez dê tercîh bikim. Lê ji dibistana min Kartal Medîne Tayfur Sokmen kaxezeke ku ez ji ber neçûme dibistanê, di polê de mame hat.”

DI 5’Ê SIBATÊ DE HER KES BILA BÊ ÇAGLAYANÊ

Rûniştina Berfîn Yagmur di 5’ê sibata 2013’an de li Edliyeya Çaglayanê di 23 emîn Dadgeha Cezaya Giran dê pêk were.

(*) Nûçegîhana ANF Zeynep Kuray, 20’ê Kanûna 2011’ê di operasyona li hemberî rojnavanên Kurd de bi 43 hevalên xwe re hat binçavkirin. Zeynep Kuray jî tê de 35 rojnameger hatin girtin.