Ji bo pîrozbahiya 8’ê Adarê 35 sal ceza, bo tacîza polîs neşopandin!

Ji bo pîrozbahiya 8’ê Adarê 35 sal ceza, bo tacîza polîs neşopandin!

Der barê 7 endamên Komîteya Amadekar a 8’ê Adarê ya ku li Mêrsînê bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê meş organîze kir, bi daxwaza 35 sal ceza doz hat vekirin. Her wiha di meşê de jinên ku li dijî tacîza polîsan doz vekir jî bi biryara neşopandinê bi encam bû.

Li Mersînê hema hema her bername û çalakî doz lê tên vekirin û yek jî van jî çalakiyên jinane. Îsal di 8’ê Adarê de meşek pêk hat û der barê 7 jinan de bi hinceta ku “li hemberî qanûna meş û xwepêşandanan rabûne” doz hat vekirin.

Platroma Jinan a Mersînê di 8’ê Adarê de roja jinan de xwestibû mîtîngekê pêk bîne lê Walî qedexe kiribû. Ji ber vê yekê biryar dan ku ber şaredariya Akdenîzê heta Taş Bîna bimeşin. Lê polîsan li vir jî asteng kir. Di êrîşa polîsan de 4 jin hatin binçavkirin û ji van du heb birîndar bûn.

Piştî hemû astengiyan polîs bi îdiaya ‘muxalefeta qanûna meş û xwepêşendanan’ li 7 endamên komîteya tertîp a 8’ê Adarê vekir. Der barê seroka Komeleya Jinana Kîbela Hediye Bakrak, sekretera jina a Egîtîm Sen a Mersînê Aynur Şahîn, xebatkara navenda piştevahiya jinan a ÎştarMenice Urun, xwendkera zanîngehê Tulin Turan, Sevgî Kiliç, Gul Durnaoglu ûZinnet Alici de her yekê 5 sal ceza bi gitşî 35 sal ceza xwestin.

Di meşê de jin rastî tacîza polîsan hatibûn û jinan serlêdana sûc kiribû. Lê ev jî bi biryara neşopandinê encam bû.

Xwendekra zanîngehê Tulîn Turan wiha got: “Çalakiyên me yên Mersînê ya tên qedexekirin yan jî doz lê tê vekirin. Hikûmeta AKP’ê xebatên jinan cezadike. Polîsan heqeret li me kir em rastî tacîza wan hatin lê ev jî bê encam ma.”

Yekemîn rûniştina doza jinan di 7’ê çîle de li 4’emîn Dadgeha Cezaya Asliye ya Mersînê pêk tê. Hediye Baykark, Aynur Şahîn, Menîce Urun di operasyonên 25’ê îlon û 3’ê midarê de hatibûn girtin.